Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin

  • rojane
  • 09:00 3 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Ahmet Ozkan ê kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku çend roj berê hat berdan, diyar kir ku bavê wî tê tecrîdkirin û mehkûmî sendeliyeya biteker bûye û xwest ku bavê wî bê berdan. 
 
Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ê di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de yek jê jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye. Guatra bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re heye. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye.  Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kem rojekê diçe nexweşxaneyê. Ozkan heya niha 302 caran sewqî revîra girtîgehê û 374 caran jî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.
 
Ozkan ê ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî, lê ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. 
 
Ahmet Ozkan, kurê Mehmet Emîn Ozkan ku 5 salan li girtîgehê li cem bavê xwe ma, piştî 12 sal û 8 mehan di 25'ê gulanê de ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'an derket. Ozkan, bilêv kir ku rewşa bavê wî Mehmet Emîn Ozkan qet nebaş e. 
 
Ahmet Ozkan da zanîn ku bavê wî ji ber ku girtiyê siyasî ye nayê berdan û got ku hemû hewldanên parlementeran, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo berdana bavê wî bê encam mane. 
 
Ozkan diyar kir ku gava di Girtîgeha Bandirmayê de bûye, ji bo alîkariya bavê xwe bike sewqa xwe ji bo Amedê xwestiye û got: "Nexweşîna hîpertansiyonê pê re heye. Bavê min heya niha 5 caran anjiyo bûye. Di sala 2015'an de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da wî. Lê ATK, bereksê vê rapor anexweşxaneyê, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da wî û nehişt bê berdan. Ji bo taloqkirina cezayê wî me heya niha herî kêm 5 caran serî li ATK'ê daye. Lê her tim jî biryara redkirinê daye." 
 
DI NAVA NIVÎNAN DE YE
 
Ozkan destnîşan kir ku bavê wî di nava nivînan de ye û nikare bi tena serê xwe bijî û wiha domand: "Ne dikare binivîse ne jî dikare bixwîne. 10-15 deqeyan tenê dikare televîzyonê temaşe bike. Çimkî çavên wî baş nabînin. Guhên wî giran bûne. Lewma em nikarin pêwendiyê pê re deynin. Bavê min tê tecrîdkirin. Mehkûmî sendeliyeya biteker e. Li her derê girtîgehê kamera hene. Gava em diçin cihê hevdîtinê, gava em diçin cihê telefonê yan jî cihê werzîşê bi van kamerayan tê tomarkirin ku bê rewşa wî çi qas giran e. ATK çawa dibêje 'dikare di girtîgehê de bimîne!' Biryara ATK a der barê bavê min de ne rast e. Ger dixwazin rastiyê bibînin, bila li qeydên kamerayan mêze bikin." 
 
‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE RÊWÎTIYÊ BIKE'
 
Ozkan diyar kir ku mehek berê dozgerê girtîgehê hatiye qawîşan û gotiye ku divê Mehmet Emîn Ozkan cardin biçe ATK'ê muayene bibe û wiha axivî: "Nexweşînên kronîk bi bavê min re hene. Bi tena serê xwe nikare rêwîtiyê bike. Gava biçe, wir wê di girtîgeha wir de bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne. Lê niakre bi tena serê xwe bimîne. Min ji dozger re got, ger refeqatvanek pê re biçe, ez ê qebûl bikim lê wekî din na. Dozger got, 'vê rewşê di nava xwe de nîqaş bikin.' Lê belê ji bo şandinê çi erênî çi neyînî tiştek negotin." 
 
COTSTANDARDÎ
 
Ozkan bilêv kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo berdana bavê wî ne samîmî ye û got: "Ji bo bertekên raya giştî yên ji bo bavê min bitepisînin dibêjin ew ji bo berdana wî tevdigerin. Lê ev ji prosedorê wêdetir naçe û bi ya min ev hewldan, ne hewldaneke jidil e." 
 
Ozkan bertek nîşanî astengkirina berdana girtiyên nexweş da û wiha got: "Ji bo bavê min dibêjin gava derkeve dê bireve. Mirovekî 84 sal û nexweş dê çawa bireve? An jî dibêjin gava derkeve dê moralê gel xweş bike. Ma helwesteke wiha tê qbeûlkirin? Bi rastî jî biryarên trajîkomîk in. Ên ji sûcê edlî, endamên Hzîbullahê û yên ji rêxistinên sûcî yên din girtî tên berdan lê girtiyên siyasî na. Ji lew re helwesta wan bîrdozî ye. ger ne wiha bûna, dê bavê min û girtiyên nexweş ên din bihatana berdan." 
 
Ozkan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bertekên li hemberî astengkirina berdana girtiyên nexweş qels in û got ku ger raya giştî bertekên mezin nîşan bide wê bên berdan. 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

03/06/2023
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da