Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû

  • rojane
  • 15:02 24 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bal kişand ser girîngiya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê û wiha got: “Em bangli gelê xwe dikin ku di vê ezmûna dîrokî de helwesta xwe ji bo guherînê nîşan bidin. Em ê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû.” 
 
Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) û Partiya Azadî di nav de ne, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê ku dê di 28'ê Gulanê de bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hilbijartinê de rîsk û firsendên mezin di nava hev de ne û wiha hate gotin: “Li ser gelê me polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û tundiyê bi giranî dewam dike. Ji ber fobiya kurd, polîtîkayên parastina statûkoya heyî tê nûkirin. Pêşniyareke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya mayinde ya meseleya kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nemaye. Di tûra destpêkê ya hilbijartinê de mîna her carê hilbijartineke newekhev bû. Em ketin pêvajoya hilbijartineke welê ku derfetên dewletê hemû ji bo kampanya hilbijartinê ya bloka desthilatdariyê hatin bikaranîn. Li gel manîpulasyon û rêbazên li derveyî hiqûqê jî di 14'ê Gulanê de Tifaqa Cûmhûr piştgiriya gel winda kir, serokkomarê heyî di tûra destpêkê de nehate hilbijartin. Di nava vê tabloyê de tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê wê di 28'ê Gulanê de bê kirin.
 
DIJMINATIYA LI KURDAN JI XWE RE KIRIN KAMPANYAYA ESASÎ
 
Namzet û pêkhateyên Tifaqa Cûmhûr di tûra destpêkê ya hilbijartinê de dijminatiya li kurdan ji xwe re kirin kampanya esasî ya hilbijartinê û hewl da ku civakê û siyasetê parçe bike. Heman polîtîka di tûra duyemîn de jî dewam dike. Em vê siyaseta nefret û cihêkariyê ya li ser gelê me tê meşandin şermezar dikin. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku vê rêbaza siyasetê qebûl nakin.
 
HETA AMED AZAD NEBE ENQERE DEMOKRATÎK NABE
 
Em dixwazin rastiyekê careke din bînin ziman; heta ku meseleya kurd neyê çareserkirin, rejîmeke demokratîk û jiyaneke civakî ya normal ne pêkane. Şertê destpêkê yê demokratîkbûna Enqereyê, azadbûna Amedê ye. Ya ku vê pêk bîne jî siyaseta demokratîk û aştiyane ye. Lewma li gel zext û zordariyê jî em ê feraseta têkoşîna demokratîk biparêzin, berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Mafê gelê me ye ku bi rengekî aştiyane, wekhev, azad û aram bijî. Em ji bo vê hewl didin. Yek ji gavên herî girîng ên pêkanîna vê yekê jî bidawîkirina sîstema sosret a hikûmeta serokkomariyê ye.
 
EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN KILIÇDAROGLÛ
 
Weke Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd em ji hêza siyaseta demokratîk bawer dikin, di daxwaza xwe de ya ji bo jiyaneke azad û demokratîk israr dikin. Ji bo zemîneke siyasî ya bidestxistina mafên gelê kurd, ji bo afirandina atmosfereke nîqaşê ya bi rengekî azad a li ser hemû pirsgirêkan, ji bo asayîbûna pêvajoya siyasî em radigihînin ku em ê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû. Hilbijartinên Serokkomarê ezmûneke dîrokî ye ku dikare bi rêya vê yekê dawî li rejîma şexsekî ya zordar bê anîn. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê ezmûna dîrokî de dengê xwe bide demokrasî û guhertinê.”
 

Sernavên din

26/05/2023
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike
09:22 Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
09:16 Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî
09:15 Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin
09:06 Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir
09:04 Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN
25/05/2023
22:25 Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê:Em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
21:16 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
19:38 'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve'
19:14 Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan
16:47 Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
16:25 Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan
16:04 Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
15:54 Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike