Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye

  • rojane
  • 09:06 24 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvistê diyar kir ku tecrîda Îmraliyê ne tecrîdeke di çarçoveya "sûc-ceza" de ye, tecrîdeke "tolhilandinê" ye û ji bo bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya ji bo tecrîdê ye jî got cihê "şermê" ye. 
 
Zêdetirî 2 sal in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de, nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi piranî bêbersiv tên hiştin û yên tên bersivandin jî bi hincetên cuda tên redkirin. 
 
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku di 25-27'ê Çileya 2023'yan de hat Tirkiyeyê û li Stenbol, Enqere û Amedê hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re kir, di 28'ê Çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li dar xisti. Delegasyona Aştiyê ya Îmrlaiyê ya Navneteweyî jî, di navbera 11-12'ê Gulanê de li Stenbolê têkildarî tecrîdê hin hevdîtin kirin. Endama Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvistê, têkildarî hevdîtinên xwe yên di warê tecrîdê de û xebatên xwe yên di vî warî de axivî. 
 
Ann Jessica Therese Karlqvist
 
ARMANCA TECRÎDÊ
 
Karlqvistê diyar kir ku di serdanên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hem tecrîda li ser Abdullah Ocalan hem jî tecrîda li ser girtîgehan raçav kirine û got: "Îmralî, hem di warê mafên mirovan ên navneteweyî de hem jî di warê neteweyî de bi temamî li dijî hiqûqê ye." 
 
Karlqvistê destnîşan kir ku tecrîda ku Tirkiye li ser Abdullah Ocalan pêk tîne, ne di çaçroveya "sûc-ceza" de ye, berevajî vê veguheriye awayekî "tolhilandinê". Karlqvistê bal kişand ser 21 salên desthilata Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û got: "Wer xuya ye, Erdogan dixwaze Ocalan tune bike. Pergala tecrîdê ji bo Erdogan, bi hêviya ku Ocalan tevî gotin û fikirên wî ji holê rake derketiye holê." 
 
MONTE KKRÎSTO KONT
 
Karlqvistê destnîşan kir ku pergala tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan têkildarî neçareserkirina meseleya kurd e û got: "Rewşa Ocalan a li Îmraliyê, qethiyen nêzîkbûna Erdogan a ji bo meseleya krud temsîl dike. Dixwaze Ocalan tecrîd bike, bêdeng bike û tune bike. Ji bo vê jî çi ji desta tê dike. A rast ev tecrîd ne tecrîdeke ku li şexsê Ocalan tê kirin, tecrîdeke ku li gelê kurd, aktivîst, piştgir û sempatîzanên tevgera wan a siyasî tê kirin. Tiştên ku li Îmraliyê diqewimin, li tu dera cîhanê tune ne. Ocalan, 24 sal in li orta Behra Marmarayê, di girtîgehekê de ye ku bi taybetî ji bo wî hatiye avakirin. Bi awayekî cografî û qanûnî tê tecrîdkirin û ji aliyê bi sedan gardiyanan ve tê girtin. Rewşa Ocalan, romana 'Monte Krîsto Kont' tîne bîra mirov, lê mehkûmê di romanê de tenê 14 salan hatibû tecrîdkirin. Mirov nikare tu tiştî bi şert û mercên ku Ocalan tê de ye, berawird bike." 
 
Karlqvistê diyar kir ku piştî serdanên xwe yên li Tirkiyeyê li Ewropayê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din, gelek xebat kirine. Karlqvistê ji bo bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya ji bo tecrîdê jî got: "Êdî ez westiyam bibêjim, ev cihê şermê ye. Cotstandardiyek tê pêkanîn. Erdogan dixwaze di her warî de qada navneteweyî têxe bin kontrola xwe." 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

24/05/2023
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin