Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin

  • rojane
  • 09:27 21 Gulan 2023
  • |
img
 
STENBOL - Prof. Denis O’Hearn diyar kir ku bi qutkirina peywendiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi dinyayê re dê çareseriyek pêş nekeve û wiha got: “Ocalan, li Ewropayê kesayetekî populer e. Fikrên wî ji bo civakan talûke nînin. Divê civak ji van fikran re bibêje ‘tu bi xêr hatî.’” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekey navneteweyî hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas, siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan li bajarên Ewropayê û gelek deverên din ên cîhanê çalakî li dar xistin û xebatên wan didomin. 
 
Herî dawî komeke ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 kesên ji 3 welatên cuda pêk dihat, di 11’ê gulanê de hate Stenbolê. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê, Nûnera Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel û Wezîrê Edalet û Karên Hundir ê Îzlandayê Ogmundur Jonasson di komê de cih girtin. Şande, demekî kin beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê hate Stenbolê û bi Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Dayikên Şemiyê re hevdîtin kirin. 
 
AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN 
 
Di serdanan de rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 2 sal in tu agahî jê nayên girtin, pirsgirêka kurd û binpêkirina mafê jiyanê ya li Tirkiyeyê hatin nirxandin. Şandeyê piştî ku serdanên xwe temam kirî, di 16’ê gulanê beriya 4’emîn Lûtkeya Konseya Ewropayê (KE) ku di 16’ê gulanê de dest pê kir û 2 rojan dom kir de encamên van serdanên xwe bi raya giştî re parve kir. Şandeyê da zanîn ku ji bo li Tirkiyeyê guherînek çêbibe divê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be. 
 
Yek ji endamên şandeyê Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn têkildarî têkoşîna kurdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan axivî. 
 
GIRÎNGIYA ZIMAN
 
O’Hearn bal kişand ser girîngiya ziman û çandê û qala xebatên xwe yên di vê mijarê de li Îrlanda û Amerîkaya Başûr kiribûn kir. O’Hearn, wiha got: “Hêzên emperyalîst li her derê û di her mercan de amûra zextê dixin meriyetê. Bi vî awayî hegemonyaya xwe ava dikin û diparêzin. Ji ber ku ziman û çandên herêmî ji bo xwe weke gefekê dibînin. Lewma ya girîng ew e ku mirov xwedî li zimanê xwe derkevin û ji ber ziman ji hevdu dûr nekevin. Divê rêzê bo hev bigirin û derfetê bidin ku ziman bijî.” 
 
LI GIRTÎGEHAN VEJÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Bi domdarî O’Hearn li Îrlandayê pêşketina zimanê herêmî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Zimanê îrlandayî bi salan di bin zexta hikûmetên Ingilistanê de bû. Di esasê xwe de ev ziman li girtîgehan vejiya. Girtî, di navbera salên 1970 û 1990’an de bi zimanê xwe diaxiviyan. Sedema vê jî polîtîk bû. Sedema din jî ew bû ku xwestin xwe biparêzin û peywendiyan deynin. Weke mînak; di xebatên xwe de min dît ku hinek kesên ji ber endamtiya Artêşa Azadiyê ya Îrlandayê hatibûn girtin, xwendin û nivîsandina bi ingliîzî jî nedizanîn.  Lê bi saya zimanên îrlandayî li girtîgehê hînî xwendin û nivîsandinê bûbûn. Piştre jî ingilîziya xwe pêş xistin. Piştî ji girtîgehê derketin jî zimanê xwe domandin. Dibistan û dikanê bi zimanê dayikê vekirin. Bi vê yekê kirin ku zimanê wan belav bibe. Zimanê îrlandayî di navbera kal û tevgerên ciwanan de zindî bû. Parastin û pêşxistina ziman li ser mirovan dimîne. Di vê navberê de ziman ji pêvajoyên aştiyê zêdetir, di pêvajoyên şer û zehmet de pêş dikeve. Zimanê wê demê pêşketî di pêvajoya aştiyê de bêhtir belav dibe.” 
 
SRERASTKIRINÊN QANÛNÎ ŞERT E
 
Di berdewamê de O’Hearn destnîşan kir ku bûye şahid ku gelek kom û komên etnîkî di mijara zimanê dayikê de rastî heman zext û gefan tên û ev tişt anî ziman: “Divê tirk, zimanên gelên din bo xwe weke gef nebînin û derxistina wan zimanan a ji vê kategoriyê pir girîng e. Ev rewşa em qala wê dikin, di nava van civakan de êdî sazûman bûye. Ev yek di pergala nîjadperest a perwerdeyê de, bi qanûnan êdî hatiye mayîndekirin. Gava ewil a ji bo bidawîkirina vê nîjadperestiyê, sererastkirinên qanûnî ye. Heta ku bi sererastkirinên qanûnî neyê rakirin, pêşketin pir zehmet e.” 
 
ELEQEYEKE MEZIN A CÎHANÊ HEYE
 
Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî O,’Hearn wiha got: “Asta tecrîd3e, rista Abdullah Ocalan jî radixe ber çavan. Ev yek weke gefekê nasekine, nayê vê wateyê. Jixwe Ocalan li Ewropa û DYA’yê kesekî pir popûler e. Bi taybet jî hinek fikrên wî pir bi xweşiya min diçin. Weke mînak; parastina cewherî, fikrên wî yên têkildarî rêxistinên herêmî pir bi xweşiya min diçin. Û li seranserî cîhanê eleqeyeke mezin bo van fikran heye. Em dikarin bibêjin ku pir baş vegotiye. Modêla ‘Xwerêvebirinê’ li dijî takekesiyê, têgeheke civakî ye. Û ev yek jî ji bo kapîtalîzmê gefeke pir mezin e. Ev fikr ji bo civakan gef nîne. Divê civak ji van fikran re bibêje ‘tu bi xêr hatî.’” 
 
TECRÎD GIRÊDAYÎNA HEYÎ XURTTIR DIKE
 
O’Hearn, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî tecrîdê jî Tirkiyeyê nekarî xwe bigihîne armanca xwe. Jixwe ev yek mimkin jî nîne. Peywendiyên Ocalan ên bi dinyaya derve bi temamî qut kirine lê ev yek dê bi xwe re çareseriyekê neyîne. Li DYA û Îrlandayê jî ez rastî heman mînakan hatim. Girtî, di nava her şert û mercan de bi awayekî rêyekê dibînin û peyamên xwe digihînin derve. Ev polîtîkaye bi xwe re bandoreke berevajî wê diafirînin. Dike ku peywendiya di navbera girtiyan de pir xurttir bibe. Ji bo fikrên Ocalan li DYA û Ewropayê belav bibin, berpirsyartî dikeve ser milê min jî. Ez jî hewl didim vê berpirsyartiyê pêk bînim. Divê em bi her kesî bidin zanîn bê ka navê Ocalan çi ye û kî ye. Tişta ewil a ku divê em li Ewropa û DYA’yê bikin ev e; divê li dijî Tirkiyeyê em zextê bidin avakirin. Tişta bingehîn a ku divê em bibêjin ev e; bihêlin bila biaxive. Tişta ku em jê re dibêjin guherîna civakî, ji van fikran diafire.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

21/05/2023
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim