TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin

  • rojane
  • 14:37 20 Gulan 2023
  • |
img
AMED - TJA ya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê banga çûyîna ser sindoqan kir wiha got: "Hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin ji bo faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de bi paş ve bixînin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê ya ku dê di 28'ê Gulanê de pêk bê de daxuyaniyeke nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê "Dem Dema Paşvexistina Faşîzma ku Me Daye Rawestandin e" weşand de wiha got: "Serhildana mêtingeriya herî kevn; îro bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû cîhanê veguheriye şoreşeke azadiyê ya li dijî faşîzmê. Em wek jinên Kurd; helbet hay jê hene ku mezinkirina têkoşîna xwe ya ku em li hember faşîzmê ji bo jiyanek azad û cîhanek azad dimeşînin, hêza herî mezin e ku wê şert û mercên faşîzmê têk bibe ye. Li ser vê bingehê jî em dê li hember feraseta mêrê tekparêz, dijraber û olperest ku em bi dirûşma 'Em dê bi jinan re bi hev re biguherînin' ketine rê bi îsrar mezinkirina têkoşînê, dabînkirina azadiya xwe bidomînin û em dê teqez rizgariya xwe bidest bixin!"
 
HÊZA RÊXISTINKIRÎ DÊ FAŞÎZMÊ CAREKE DIN BIRÛXÎNE
 
Hêza herî mezin a ku di 14'ê Gulanê de pergala 'yekzilamî' ku weke nûnerê herî mezin ê aqlê faşîst û desthilata mêr a netewe-dewletî ya sed salî dixwaze xwe bighîne duyemîn sedsaliya komarê daye rawestandin; hêza birêxistinî û îradeya azadî ya jinan bûye. Weke TJA, em di wê baweriyê de ne ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan, kevneşopiyên wan ên berxwedanê û cehda têkoşînê; dê vê faşîzma ku dijminê jinê ye careke din birûxîne.
 
Bi hişmendiya ku şandina vê desthilatê ku di halê desthilata şerî de ye, di serî de azadiya jinê di rêya azadiya civakî de diviyatî û berpirsyariyek e; bê ku li hember hîle, dek û dolaban bêzar bimînin, baweriya me di hêla xerakirina van hîle û lîstikan de ye ku em dê li mal, kolan, qadan û di sindoqan de, di her qada jiyana civakî û di her kêliyê de biryardariya xwe nîşan bidin.
 
EM DÊ SIBEROJA XEW RADESTÎ FAŞÎZMÊ NEKIN
 
Divê baş bê zanîn ku em jin; bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinan, gelan, ciwanan, nasname û baweriyan em dê destûrê nedin ku ev pergala riziyayî û genîbûyî ya 'yekzilamî' berdewam bike. Em dê hêviya xwe, siberoja xwe û azadiya xwe radestî zordarî û faşîzmê nekin.
 
JI 28'Ê GULANÊ BANG KIRIN
 
Bi vê hincetê em hemû jinan û hêzên demokrasiyê ku di 14’ê Gulanê de desthilata bloka faşîst a AKP-MHP-HUDAPAR'ê ku çavkaniya xwe ya îdeolojîk ji dijminatiya jinê digire û pergala 'yekzilamiyê' ya vê desthilatdê dan rawestandin careke din silav dikin.
 
Weke TJA’yê di serî de jinên kurd, em hemû jinan, aktîvîstan, rêxistinên femînîst, ciwan û hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin ji bo faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de bi paş ve bixînin û azadiya civakî ji nû ve ava bikin. Jin Jiyan Azadî! Em Dê Digel Jinan Biguherînin!"
 
 
 
 

Sernavên din

21/05/2023
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim