Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin

HATAY - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce bi meha ye li Hatayê xebatan dimeşîne diyar kir ku divê gel dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Wer in em bibin yek û bi hev re biguherînin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce ji hêlekê ve xebatên xwe yên piştevaniyê û li hêla din jî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomîne. Yuce, diyar kir ku mexdûrên erdhejê dê di hilbijartinê de hesabê bipirsin û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Yuce, anî ziman ku ji destpêka erdhejê heta niha dişopînin bê ka çi guherî ye çi neguheriye û wiha domand: “Li gel ku bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn jî heta niha tu pirsgirêkên gel nehatine çareserkirin. Weke mînak; hêj pirsgirêka cihê mayînê nehatiye çareserkirin û xelk konan dixwaze. Li hêla din pirsgirêka toz û asbestê heye. Em li wir pirsgirêkeke mezin a tenduristiya gel dijîn. Her wiha pirsgirêka herî bingehîn av e. Hêj gelek pirsgirêkên din berdewam in. Bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn lê hêj jî dewlet li holê xuya nake. Lewma gel pir bihêrs e. Sosyalîst, rêxistinên elewiyan, sendîka û rêxistinên civaka sivîl hêj jî li qadê ne lê alîkarî pir kêm bûne. Lewma rojeva me hêj jî erdhej e. Divê em herêma erdhejê ji bîr nekin û piştevaniyê mezin bikin.” 
 
'MEXDÛRÊN ERDHEJÊ DÊ LI SER SINDOQÊ HESABÊ BIPIRSIN’ 
 
Yuce, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mexdûrên erdhejê hêj jî şîna xwe negirtine. Lewma xebatên hilbijartinê yên li vê derê pir zehmet in. Hêrseke pir mezin, êş, xemgînî û şîneke pir mezin heye. Çawa ku navê erdhejê derbas dibe, dest bi girî dikin. Lewma xebatên li vir pir zehmet in. Hemû kes baş di ferqa hesaba ku divê were pirsîn de ne. Bi vê hêvî û baweriyê dikevin hilbijartinê. Em biçin kîjan malê dibêjin; ‘em ê teqez biguherînin, em bi we re ne, em ê bi ser kevin.’ Dema AKP’î diçin konbajaran, rastî bertekan tên. Ji ber ku gel dît bê ka di vê pêvajoyê de kî bi wan re bû. Dê gelên Hatayê bersiveke pir xurt bidin îktîdarê.”
 
‘WERIN EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN’ 
 
Herî dawî jî Yuce ev tişt anî ziman: “Banga min ji bo her kesî ew e ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Partiya me, tam li dijî îktîdarê disekine. Îktîdar ji hev parçe dike lê em dibêjin piştevanî. Îktîdar cihêkariyê dike lê em dibêjin xwişk-biratî û wekhevî. Îktîdar polîtîkayên şer sor dike lê em dibêjin aştî. Lewma em dibêjin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku ji bo hesaba erdhejê ji îktîdarê bipirsin, ji bo hesaba birçîtî, zilm û zexta li hemû bajaran ji hêla îktîdarê ve tê kirin bipirsin, banga me li her kesî ew e ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Wer in em bibin yek û bi hev re biguherînin.”
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

12/05/2023
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan