Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê

  • rojane
  • 09:56 10 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Ajansa Anadoluyê di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an û Hilbijartinên Herêmî yên 2019’an de parvekirina daneyan da sekinandin û rê li ber dezeformasyoneke mezin vekiribû. Ajansa Anadoluyê bi vê karnameya xwe hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêşwazî dike. 
 
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma. Di van hilbijartinan de bêguman çavê her kesî li ser Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û Ajansa Anadoluyê (AA) ye. YSK û AA van hilbijartinên pêş jî bi karnameyeke nebaş pêşwazî dikin. 
 
KADROYA BÊTECRÛBE YA YSK’Ê
 
Tecrûbeya kadroyên YSK’ê ya hilbijartinê nîne û vê yekê jî rê li ber nîqaşan vekir. Di serî de Serokê YSK’ê Ahmet Yener, tecrûbeya tu endamên wê nîne. Yener, di 16’ê çileya 2020’an de bû endamê saziyê û di 26’ê çileya 2023’yan de jî bû serok. Ekrem Ozubek jî di 22’yê çileya 2020’an de bû serokwekîlê YSK’ê. Her wiha Talîp Bakir ku bi alîgiriya xwe ya AKP’ê tê naskirin jî di 26’ê çileya 2023’yan de, Dr. Serdar Mutta, Feyzî Eroglu, Îsmaîl Kalender û Alî Çopur jî tayînî YSK’ê hatin kirin. Ev kesên demekî kin beriya hilbijartinan hatin tayînkirin, di serê her kesî de rê li ber fikaran vekir. 
 
Yek ji navên di sala 2023’yan de hatiye hilbijartin Talîp Bakir e. Bakir, di sala 2017’an de weke cîgirê musteşarê Wezareta Dadê hatibû tayînkirin. Serdar Mutta jî cîgirtiya Sekreterê Giştî yê Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) kiribû. Feyzî Eroglû jî li Dîlokê Serokê Komîsyona Daraza Edlî bû. 
 
BERIYA HILBIJARTINÊN 2018’AN Û PIŞTÎ WÊ
 
Yek ji saziyên din ên di mijara ewlehiya hilbijartinan de rê li ber fikaran vedike jî Ajansa Anadoluyê ye. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de bi daneyên ewil ên parve kiribûn re rê li ber dezenformasyonê vekiribû. Vê yekê jî rê li ber nîqaşên mezin vekiribû. Li gorî daneyên ewil ên hilbijartinên seokkomarî û parlamentoyê yên 2018’an; ji sindoqên Tirkiyeyê ji sedî 20,7’an hatibûn vekirin û rêjeya dengan a Erdogan weke ji sedî 59,32 nîşan dabû.  Lê dema ji sedî 100’ê sindoqên li seranserî Tirkiyeyê hatin vekirin ketibû ji sedî 52,6’an. Di daneyên ewil de rêjeya dengan a namzetê serokkomariyê Muharrem Înce jî weke ji sedî 26 hatibû nîşandan. Ev rêjeye piştre jî derketibû ji sedî 30,6’ê. Dezeformasyona herî mezin jî li ser namzetê serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş hatibû kirin ku girtî bû. Rêjeya dengan a Demîrtaş ji ewil weke ji sedî 5,46  hatibû nîşandan û piştre derketibû ji sedî 8,4’ê. Tenê rêjeya dengên Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener nêzî daneyên ewil ên AA’yê man. 
 
SEKINANDINA PARVEKIRINA DANEYAN A DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ YÊN 2019’AN DE 
 
Ajansa Anadoluyê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de jî heman dezenformasyon kir. Li Enqereyê di saetên ewilî de ji sedî 23,8’ê sindoqan hatibûn vekirin û rêjeya dengan a namzetê Tifaqa Cumhur Mehmet Ozhasekî ji sedî 51,14, rêjeya dengên Mansur Yavaş jî ji sedî 45,66 hatibû nîşandan. Di hilbijartina Stenbolê de jî rêjeya dengên Bînalî Yildirim ji sedî 51,83 û ya Ekrem Îmamoglû jî ji sedî 45,55 nîşan dabû. Heman dezenformasyon li bajarên weke Bursa, Mêrsîn, Antalya û hwd. jî kiribû. Lê belê di saetên pêş ên şevê de rêjeya dengan a Bînali Yildirim ji sedî 48,70’ê nîşan da û piştre jî parvekirina daneyan da sekinandin. AA’yê di nîsanê de got; “Ji qadê dane nayên ber destê Pergala Weşana Hilbijartinê. Heke ji qadê û YSK’ê dane hatin ber destê me, em ê encaman parve bikin.” Lê YSK’ê hêj jî dane parve dikir. 
 
Dema parvekirina daneyan hatibû sekinandin, Ekrem Îmamoglû ku di hilbijartinê de bi ser ketibû wiha gotibû: “Li Stenbolê em bi ser ketin. Ser xêrê be.” Jixwe di saetên piştre de rêjeya dengan ên gelek bajaran berevajî daneyên ewil ên AA’yê biencam bûn. Encama hilbijartinên Stenbolê rojek piştre hatin parvekirin û bi hinceta “Baweriya bi ewlehiya hilbijartinê kêm bû” hatin redkirin. Lewma ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dîsa hilbijartin hat lidarxistin. Dema pêvajoya darazî ya hilbijartinan didomiya, Yildirim îdiaya “Dengên me ji bo namzetê din hatine nivîsandin” kir. 
 
AA: AKP’Ê 39 NAVÇE BI DEST XIST
 
Dema pêvajoya hiqûqî ya hilbijartinan didomiya, AA’yê dest bi weşandina nûçeyên li gorî daneyên “nefermî” kir. Yek ji sernavên van nûçeyan jî ev bû: “Ji 39’e navçeyên Stenbolê AKP’ê 24 û CHP’ê jî 14 jê bi dest xistin.” 
 
Turgut Dedeoglû
 
‘ENCAMÊN RAST BI AA’YÊ MIMKIN NÎNE’
 
Nûnerê Herêmê yê Basin Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Turgut Dedeoglû têkildarî rola AA’yê ya di hilbijartinan de nirxand. Dedeoglû anî ziman ku ji ber pratîkên berê, bawerî bi AA’yê nayê û wiha got: “Ma dê baweriya mirov çiqasî bi daneyên AA’yê were? Divê encamên hilbijartinê ji hêla rojnamegerên serbixwe yan jî şîrketên serbixwe ve were kirin. Heta wiha nebe, em ê her tim bifikar bin. Lewma girîng e ku saziyên weke YSK û AA’yê serbixwe bin. Ev sazî çiqasî serbixwe bin, baweriya bi encaman jî ewqasî bêhtir jêbawer dibin. Mimkin nîne ku di halê hazir de em bikarin bi rêya YSK, AA û TRT’ê ku bûne berdevkên îktîdarê encamên rast hîn bibin.” 
 
LI DIJÎ DEZENFORMASYONÊ DIVÊ EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN 
 
Dedeoglû, anî ziman ku şêweyê pêşkeşkirina daneyan a AA’yê dikare weke manîpulasyonê were nirxandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo di hilbijartinan bi ser kevin, dê serî li hemû rêyên nedemokratîk bidin. Jixwe AA tiştekî wiha neke em ê şaş bibin. Li gorî min AA ajanseke serbixwe nîne. Heke di tûra duyemîn a hilbijartinên Stenbolê de ferq ne 800 hezar lê hezar bûye, dê dîsa manîpulasyon bikira. Ferq çiqasî mezin be, hewldana wan a manîpulekirinê jî ewqas zehmettir dibe. Lewma divê partiyên siyasî, saziyên têkildarî ewlehiya hilbijartinê û gel li hemberî vê rewşê hişyar bin. Divê xwedî li sindoqan derkevin. AA jî TRT jî dikarin bi nûçeyên xwe dezenformasyonê bikin. Lewma divê em xwedî li dengan derkevin. Bajarên kurdan di vê mijarê de zane û pispor in lê li bajarên rojava ev zanebûn zêde nîne. Hinek dibêjin ‘gelo ma dê bi dengê min biguhere’ û naçin ser sindoqê. Lê her dengek jî dikare her tiştî biguherîne. Me ev yek di hilbijartinên Stenbolê de dît. Lewma ji bo hilbijartin di tûra ewil de bi dawî bibe divê her kes biçe ser sindoqan.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

10/05/2023
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN