STENBOL - Aborînas Îzettîn Onder diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn care bûtçe ewqas li kêmiyê dide û di rewşeke wiha de hilbijartin tê lidarxistin. Onder, wiha got: “Polîtîkayên di bin navê ‘başkirinê’ de tên meşandin, tenê hewldanên xelaskirina rojê ne.”
Ji ber polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Di rewşeke wiha de Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe. Aborînas Îzzettîn Onder têkildarî rewşa aboriyê û rewşa texmînî ya piştî hilbijartinê bi ajansa me re axivî.
HILWEŞÎNA CIVAKÎ
Onder, diyar kir ku krîza aborî ya li welêt roj bi roj kûrtir dibe û ev tişt anî ziman: “Vê krîzê, bi xwe re hilweşîneke civakî jî anî. Vê hilweşînê bandor li hemû qadên jiyanê kiriye. Krîz, weke tenê li qada aboriyê bê tê fêmkirin lê di esasê xwe de hilweşîneke ewqas kûr e ku bandoreke civakî çêdike. Heta di vê pêşveçûna sext a aboriyê de bandorên xwezayê jî derdikevin holê. Lewma jî bandoreke giran li ser psîkolojiya mirovan dike. Ji mirov heta xweza, tevger û heta zanist û hiqûq, tevahiya saziyên civakî gelek zêde ji hêzê dikevin. Lewma dema dema ji vê re krîz tê gotin divê mirov tenê weke ‘tengijînên aborî’ lê nenihêre. Ji fealiyetên sporê yên navneteweyî heta fealiyetên akademîk û polîtîk, Tirkiye di hemû qadan de paşve dimîne. Ji her alî ve paşve dikeve. Ji ber vê yekê ez weke hilweşîneke kûr pênase dikim.”
KRÎZA PERGALÊ
Bi domdarî Onder diyar kir ku gelek sedemên krîza heyî hene û ev nirxandin kir: “Roj bi roj kûrbûna krîza heyî yekser têkiliya xwe bi pergala serokatiyê heye. Rewşa heyî, krîza pergalê ye. Li seranserî cîhanê krîzek heye û bandora vê krîzê li me dibe. Tirkiyeyê dikariya xwe ji vê krîzê xelas bike. Lê pergala serokatiyê ya ku Tirkiyeyê di demên dawî de hilbijartiye, li tu deverên cîhanê nîne. Ev, pergal dike ku krîza heyî kûrtir bibe. Ji ber ku ji aboriyê heta siyasetê, li gelek qadan biryar ji hêla kesekî ve tên dayîn û xeletî tên kirin. Ji ber van xeletiyan jî aborî derbekî giran dixwe û hildiweşe.”
PIRSGIRÊKA KURD
Di berdewamê de Onder destnîşan kir ku bûdçeya di bin navê polîtîkayên “ewlekariyê” de ji şer re tê veqetandin, aboriya Tirkiyeyê pir zêde qels dike û wiha domand: “Ev yek jî di polîtîkaya îktîdarê ya li dijî pirsgirêka kurd de xwe dide der. Îktîdar, di mijara pirsgirêka kurd de ji çareseriyê zêdetir xwe li ser siyaseta şer xweyî dike. Dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin ji ber ku ev pirgirêk bi kêrî îktîdarê tê. Weke tiştekî ‘şer’ dide nîşandan û dibêje; ‘Lê binêrin li wir dijminek heye, werin xwe bispêrin min.’ Ev çîrok, çîrokeke dilêşe. Weke mînak; heke bi bîra we jî were di hilbijartinên 2015’an de HDP’ê rêjeyeke bilind a dengan wergirt û kete Meclisê. Piştre çi bû? Weke mînaka kuştina 2 polîsan a li Kaniya Xezalan, dewletê hinek tişt ajîte kirin. Di dawiya dawî de partiyek ketiye Meclisê. Gelo ev kes çi dixwazin, ka li gel rûnin û bipirsin. Tiştên tên xwestin çiqas li gorî Destûra Bingehînin. Belkî jî bi lihevkirineke civakî were çareserkirin. Lê ji bo vê divê mirov ji ewil biaxive. Gotina ‘em axivîn lê çênebû’ tiştekî cuda ye û lê neaxivîn ji bilî cahiltiyê tiştekî din nîne. Divê mirov derketina çiyê jî bi vî awayî binirxîne. Ma dê kesek çima li gorî keyfa xwe derkeve çiyê, ji malbata xwe dûr bikeve, ma dê çima wisa bijî? Demekî azadiya wî ya xweîfadekirina polîtîk nîne, hatiye astengkirin û hewl dide wê astengiyê derbas bike. Divê ew astengî werin rakirin û bê axaftin lê îktîdar vê nake. Ji ber ku bi xweşiya îktîdarê diçe.”
AKP DI NAVA HEWLDANÊN ROJANE DE YE
Aborînas Onder got ku êdî tu giraniya îktîdarê nemaye ku aboriyê araste bike û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên aboriyê yên heyî dê ji bo demekî dirêj tu serkeftinan bi xwe re neyînin. Polîtîkayên di bin navê ‘başkirinê’ de tên pêşkeşkirin, girêdana xwe bi hilbijartinê re hene û polîtîkayên ji bo xelaskirina rojê ne. AKP, ji ber neçariya xwe di nava hewldanên rojane de ye. Weke mînak; bi rêyên cuda hewl dide dovîzî neguher bigire. Heke AKP’ê îro pereyeke zêdetir dabe û vî pereyî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyan xizmet ji welatiyan re kiribe, ma hewce dike mirov bi vê rewşê keyfxweş bibe? Wê demê jî divê mirov wiha bifikire; ‘Heke wî pereyî ez îro keyfxweş kiribim, wê demê çima 2 meh beriya hilbijartinê hate dayîn? Heke du meh berê bihata dayîn ez ê bêhtir keyfxweş bûbûma. Demekî beriya vê guhê wê li ser sermayeyê bû. Ê wê demê ev tê wê wateyê ku ji min dengan dikire. Di esasê xwe de ev hewldaneke bêexlaq e. Ne bêexlaqiya hemwelatiyan lê ya siyasetê ye. Lê deng, weke encama xizmeta ji gel re hatiye kirin tê dayîn. Lê pergala kapîtalîst ne li gorî exlaqê lê li gorî bertîlê dimeşe. Dema kêmtirîn mûçeyê dide, wê demê dikire. Lewma divê mirov bizanin ku ew nayên firotan û keda wan nayê firotin û tercîha xwe li gorî vê bikin.”
DÊ BÛDÇE BÊHTIR LI KÊMANIYÊ BIDE
Onder, bi lêv kir ku li welêt yekemîn care ku bûdçe ewqas li kêmiyê dide û axaftina xwe wiha qedand: “Bi nêzbûna hilbijartinê re ev kêmanî dê hêj bêhtir bibe. Ji ber ku hêj demek heye. Ji bo qezenckirina hilbijartinê dê hêj gelek hemleyên din bike. Zêde behs nakin lê dibe ku Fona Varlikê gelek kêmiyê dabe. Îktîdar an jî partiyeke din, kîjan tifaq bibe îktîdar karê wan pir zehmet e. Kî jî bibe îktîdar an dê serî li polîtîkaya şidandina kemberê yan jî dê polîtîkaya şidandina kemberê li gel ÎMF’ê têxe rojevê.”