Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin

img
WAN - Îfadeyên ewil ên leşkeran piştrast dikin ku Servet Turgut û Osman Şîba bi awayeke saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin, beriya helîkopter dade pîstê avêtine xwarê û ji hêla bi sedan leşkeran ve hatine lînckirin. 
 
Welatiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şîban li navçeya Şax a Wanê ji hêla leşkerên derketin operasyonê ve hatin binçavkirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin. Ajansa me jî bûyer belge kiribû. Di bûyerê de Servet Turgut jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şîba jî bi giranî birîndar bûbû. Îfadeyên leşkeran ên têkildarî bûyerê piştî 2 sal û nîvan derketin holê. Li gorî belgeyên cara ewil hatin bidestxistin, têkildarî bûyerê şandeyek hatiye avakirin û leşkerekî payebilind ji 40 leşkerên wê rojê derketin operasyonê îfade girtine. Îfade di 16’ê îlona 2021’an de hatine girtin û ji sê beşan pêk tê. Di belgeyan de her wiha îfadeyên leşkerên di opersayonê de cih girtin, yên li pîsta helîkopterê û leşkerên li gel Şîban û Turgut li helîkopterê siwar bûn hene. Hema hema di tevahiya îfadeyan de tê gotin ku Şîban û Turgut bi saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin. Li gorî îfadeyên leşkerên li helîkopterê siwar bûn lê li pîstê paya nebûn; Şîban û Turgut avêtine nava bi sedan leşkeran, di wê navberê de rageşî derketiye, Turgut û Şîban bi giranî birîndar bûne û li naverastê dirêjkirî mane. Anku bi îfadeyan piştrast dibe ku rastî îşkenceyeke giran hatine. Li gorî îfadeyên sê leşkeran; “Dema helîkopterê li pîstê dada her du şexs ketin ‘erdê.’” Bi van îfadeyan hemû agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî bûyera wê rojê hatin piştrastkirin. 
 
JI LEŞKERÊ OPERASYON BIRÊVE DIBIR PARASTINA ‘MÎLÎSTIYÊ’
 
Leşkerekî payebilind ku operasyon birêve dibir di îfadeya xwe de van îdiayan dike: “Piştî pevçûnê, kesekî li devera bi kevir cil û bergên xwe guherand û di nava tevgerên biguman de bû. Şexsê bi navê Servet Turgut piştî destwerdanê hewl da bireve. Dema direviya, li devera Rûbarê Masîro ji cihê bikevir kete xwarê. Dema em çûn cem wî, hat tespîtkirin ku birîndar bûye. Me ev kesê birîndar li gel kesekê yekîneyê şand cihê siwarbûn-payabûnê ya helîkopterê. Osman Şîba jî beriya niha li herêma pevçûnê nokerî (mîlîstî) dikir û bi vî awayî dihat naskirin. Agahî bo me hat ku rojek beriya pevçûnê li mala xwe bi terorîstan re hevdîtin kiriye. Ji bo binçavkirina vî nokerî jî min komek şand. Dema li gel wî ji herêma pevçûnê direviya, gumanbarê din Servet Turgut û cenazeyê endamekî din ê rêxistin bi helîkopterê ji herêmê hatin derxistin.” 
 
DEMA LI HELÎKOPTERÊ HATIN SIWARKIRIN SAXLEM BÛN 
 
Ji serî heta binî heman îfadeyên bi dehan leşkerên din jî bi vî rengî ne: “Dema me li herêmê çavdêrî dikir, derdora 500 metreyan li pêşa rêgeha rûbarê li jêr me şexsek dît. Elemanekê me ji bo bigire li pey wî çû. Me kesê gumanbar girt. Teqez bi tu awayî hewldaneke derbkirin, lêdan, lêxistin, heqaret û hwd. çênebû. Me dît ku TÎM’eke din ev şexsê gumanbar girt cem xwe û ber bi Mezraya Sûrikê ve çûn ku derdora 3 kîlometreyan li pêş bû. Qederê nîvsaet piştre ev şexsê gumanbar li gel şexsekê din hate herêma em lê diman. Biqasî ku min ji dûr ve dît, li ser laşê şexsê duyemîn jî tu şopên lêdanê tune bûn. Lê min dît ku li ser dest û rûyê şexsê ji ewil hatibû girtin şopên birînan hene.” Bi vê îfadeyê jî daxuyaniya malbatan ku digotin; “Wê rojê saxlem li helîkopterê siwar kirin” piştrast kirin. 
 
VEGOTÊN LEŞKERAN ÎFADEYÊN MALBATAN PIŞTRAST DIKIN 
 
Cengîz Şîban ku wê demê bi ajansa me re axivî bû, wiha digot: “Servet girtin û hatin gund. Piştre jî Osman li helîkopterê siwar kirin. Operasyon hebû lewma me nekarî derkevin û agahiyekî jê bigirin. Heta demekê dirêj me nekarî tu agahiyan jê bigirin. Lewma ez hatim navenda bajar û li leşkeriyeyê geriyam. Ji min re gotin ‘kekê te di beşa venihêrîna awarte de ye.’ Min jî jê re got; ‘dema we kekê min birî tu tiştekî wî nebû. Ma çawa bû ku kete veşa venihêrîna awarte?’ Lê bersivek nedan min. Dema birayê min binçav kirin tu tiştekî wî nebû. Anku her du jî bi awayeke saxlem li helîkopterê siwar kirin.” 
 
PIRSA ESASÎ: DI HELÎKOPTERÊ DE ÇI QEWIMÎ?
 
Li gorî îfadeyên leşkerên derketin operasyonê jî rewşa wiha ye; Turgut û Şîban di bin milên wan de du leşker û bi awayekî saxlem li helîkopterê hatin siwarkirin, li ser dest û rûyê Turgut şopên birînan hebûn lê li ser laşê Şîban tu şopên birînan tune bûn. Pirsa esasî jî tam li vê derê dest pê dike; gelo piştî ku Turgut û Şîban li helîkopterê hatin siwarkirin çi qewimî? Bersiva vê pirsê jî di nava rêzikên îfadeyên leşkerên ku li gel Şîban û Turgut li helîkopterê siwar bûbûn û di îfadeyên hinek leşkerên li pîsta helîkopterê de xwe dide der. 
 
ÎFADEYA LEŞKER: DU KES JI HELÎKOPTERÊ KETIN XWARÊ 
 
Di îfadeya leşkerekê ku dema Turgut û Şîban birin Fermandariya Cendirmeyan a Wanê li wir peywirdar û îfadeya leşkerê ku her du welatî bi helîkopterê birin de derdikeve holê: “Dema helîkopter nêz bûy, du şexsên gumanbar ketin erdê.” Ev îfade nîşan dide ku Turgut û Şîban beriya helîkopter dade pîstê jê hatine avêtin. Di îfadeyan de ev agahiyên balkêş hene: “Em tevî du şexsên hatine binçavkirin û personelan li helîkopterê siwar bûn. Her du şexsên gumanbar jî bi xwe dimeşiyan û di bin milên wan de du personel hebûn û bi vî awayî siwarî helîkopterê bûn. Di helîkopterê de ev şexs nehatin derbkirin. Me bi helîkopterê dada pîsta Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr. Helîkopterê dada pîstê. Dema me çente, çek û alavên xwe yên din amade dikir, personelên din ên li pîstê ku dê alîkariya me bikira, ber bi me ve hatin. Dinya tarî bûbû û me nedît bê ka kî ne tên. Di vê navberê de ji ewil cesedên du endamên rêxistinê ji helîkopterê hatin derxistin. Di wê navberê de her du şexs jî ketin ‘erdê.’ Di vê navberê de Osman Şîban birîndar bû. Xetere ser çêbû ku di bin lingên personelên bi alîkariya me hatibûn bieciqin. Piştre jî her du şexsên gumanbar birin nexweşxaneyê.” 
 
OSMAN ŞÎBAN EW KÊLÎ BO AJANSA ME VEGOTIBÛN
 
Wê demê Osman Şîban bi ajansa me re hevpeyvîn kiribû û wiha qala wan kêliyan kiribû: “Piştre li helîkopterê siwar kirin. Dema li helîkopterê hatin siwarkirin, me dît ku du cenaze hene. Lê cenazeyên leşkeran nebûn. Li rûyê me dixistin û digotin; ‘li çep û rastên xwe nenihêrin.’ Li ser bêtêlê bi hinek kesan re diaxiviyan. Li ser bêtêlê fermana ‘deynin qişleyê’ hate dayîn. Dema em nêzî cihê jê re digotin qişle bûn jî li ser bêtêlê gotin; ‘di helîkopterê de terorîst hene.’ Piştî vê gotinê jî yê din got; ‘bînin xwarê.’ Li ser vê yekê ji ewil cenaze avêtin xwarê. Piştre jî em avêtin xwarê. Dema em ketin erdê, leşker li ser serê me kom bûn. Ji leşkeran yekî got; ‘ev terorîst hêj sax e’ û êrişî me kirin. Kêliyên piştre jî nayên bîra min.” Ev vebêjên Şîban di heman demê de îfadeya leşkerê ku digot; “dema em hatin komeke qelebalix a leşkeran li wir bû” piştrast dike. 
 
‘DI DEVÊ HELÎKOPTERÊ DE EM JI PIŞT VE HATIN KAŞKIRIN’ 
 
Di heman demê de parlarmenter Ahmet Şik ku wê demê sergixwe bû, bi Şîban re axivî bû. Şîban wiha jê re gotibû: “Helîkopter dada. Leşkerên tê de jî tevek paya bûbûn. Min jî li çep û rastên xwe nihêrt. Hêjta em nehatibûn payakirin. Ji hundirê helîkopterê xuya dike. Min nihêrt li derve gelek leşker hebûn. Belkî derdora 100-150 leşker hebûn. Leşkeran dorpêç kiribûn û amade bûn. Çekên wan jî li ser bûn. Yekî got; ‘wan terorîstan paya bikin.’ Min lê nihêrt ku du leşker hatin jor. Ji ewil cenaze avêtin xwarê. Piştre jî em avêtin. Dema em di devê helîkopterê de ji pişt ve em hatin kaşkirin û avêtin xwarê. Ez û Servet ketin ser betonê. Servet jî avêtin, ew jî li cem min bû. Avêtin xwarê. Anku avêtin xwarê, em jî ketin erdê. Em wisa li şûna xwe mabûn. Min dengê yekî bihîst û digot; ‘Ya ev terorîst hêj sax e.’ Min wisa bihîst. Piştre jî 100-150 leşker bi ser me de hatin. Em dan ber pêhnan, kulm li me dan... Wilehî em li erdê dirêjkirin. Ser serê her yek ji me 10, 20 kes hebûn. Her 10 kes ser yekî re derbas dibûn, tevekan jî xwe digihandin me û li me dixistin. Çi bi me kirin nizanim. Ez nizanim çi bi serê min anîne. Avêtin erdê, piştre hatin ser serê min. Serê min eciqandin.” Ev gotin, îfadeyên leşkeran jî piştrast dikin. 
 
ÎFADEYA ‘EM AVÊTIN NAV 150 LEŞKERAN’ ZELALTIR DIBE 
 
Îfadeyên ku dihat gotin bi sedan leşker li pîstê li bendê bûn û Turgut û Şîban avêtine nava komeke qelebalix a leşkeran, bi van gotinan re bêhtir şênber dibin. Di vê rewşê de eşkere dibe ku Turgut û Şîban beriya helîkopter dade pîstê jê hatine avêtin an jî bi îfadeya leşkeran ‘ketin pîstê’,  eşkere dibe ku avêtine nava leşkerên li jêr li benda wan disekiniyan û li wir hatine lînçkirin. Îfadeyên leşkerekê din ê di hundirê helîkopterê de jî vê rewşê careke din piştrast kir. Leşker, di îfadeya xwe de wiha dibêje: “Koma qelebalix a leşkeran ji ewil du cesedên endamên rêxistin wergirtin. Piştre jî her du şexsên sivîl dema paya dibûn, ketin û xetereya di bin lingên qelebalixê de bieciqin çêbû. Piştre jî kesên li wir disekiniyan her du şexs bi ambulansê birin nexweşxaneyê.” Her wiha leşkerekê din ê li pîstê jî wiha dibêje: “Piştî ku helîkopter dadayî pîstê, qelebalix belav bû. Dema ez çûm wê derê û min lê nihêrtî, min du şexsên li erdê dirêjkirî dîtin.” 
 
LEŞKEREKÊ DIN JÎ QALA RAGEŞIYA LI PÎSTÊ DIKE 
 
Her wiha leşkerekê din ê wê rojê li pîstê jî wiha qala wan kêliyan dike: “Dema ev şexs anîn pîstê, rageşî hebû. Di roja bûyerê de ji bo pêşwazîkirina yekîneya JOH’ê ya ji herêma operasyonê dihat û di helîkopterê de, cesedên endamên rêxistinê û 2 gumanbarên binçavkirî em li pîstê bûn. Piştî ku helîkopter li pîstê dadayî, bi vekirina deriyan re ceset û çenteyên personelên yekîneyê dihat veguhestin. Di wê kêliyê de li dora helîkopterê rageşiyek çêbû. Hejmara personelan a li pîstê zêde bû û dinya tarî bû lewma min nedît bê ka çi diqewime. Dema qelebalix belav bûy, min dît ku du şexs li erdê dirêjkirî disekinin û piştre bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.” 
 
‘DEMA QELEBALIX BELAV BÛY LI ERDÊ DU SIVÎL HEBÛN’ 
 
Leşkerekê din ê li heman qadê jî di îfadeya xwe de wiha got: “Dema helîkopter dadayî pîstê, ji ber bayê perwaneyên wê, min nedikariya li wê hêlê binêrim. Dema helîkopter sekinî, min berê xwe da wê rexê û dît ku rageşiyek heye. Dinya tarî bûbû lewma min nezanî bê ka li wir kî heye. Dema qelebalix belav bûy, min du sivîlên birîndar dîtin. Piştre jî rakirina nexweşxaneyê.” 
 
NÛÇE TÊN PIŞTRASTKIRIN
 
Bi îfadeyên leşkeran careke din hate piştrastkirin ku Turgut û Şîban ji helîkopterê hatine avêtin, piştre ji hêla leşkerên li pîstê ve hatine lînçkirin û piştre jî bi ambulansên li wir dihatin sekinandin veguhestine nexweşxaneyê. Bi vê yekê re hemû agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yê têkildarî bûyerê parve kirin jî careke din hatin piştrastkirin. Tevî van belgeyan û rastiya derketiye holê jî, di doza avêtina Turgut û Şîban ji helîkopterê de biryara nepeniyê didome û doz ber bi necezakirinê ve diçe. 
 

Sernavên din

29/03/2023
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin