Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku divê Peyama Lozanê di sedsaliya xwe de ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin û ji bo siyaseta qirkirina li ser kurdan bê bidawîkirin bang li hêzên navnetewî kir. 
 
Newroz îsal bi dirûşma 'Her der Newroz her dem azadî' li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê ji aliyê bi milyonan kesî ve bi biryardariya azadî, raperîn, berxwedan û têkoşînê hate pîrozkirin. Li Ingilistanê jî ji bo Newrozê resepsiyonek hate lidarxistin. Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed peyameke bi dîmen ji resepsiyona Newrozê re şand. Îlham Ehmed anî ziman ku ew di salvegera serketina gelên Rojhilata Navîn a li dijî Dehaqan, Newrozê pîroz dikin û got: "21'ê Adarê hem ji aliyê mîtolojîk hem jî ji aliyê cografîk ve weke demeke diyarker tê nirxandin. Mîna ku ji navê xwe jî tê fêhmkirin Newroz nîşaneya coşa rojeke nû ye ji bo kurdan û gelên Rojhilata Navîn. Piştî ku netewe dewlet ava bûn û Kurdistan hate parçekirin, dagirkeran bi rêk û pêk hewl dan ku Newrozê li kurdan qedexe bikin. Vêxistina agir jî demeke dirêj qedexe bû. Qedexeya ku li ser çand, ziman û jiyana gelê kurd hatine danîn divê êdî hem li Tirkiyeyê, hem li Îranê hem jî li Sûriyeyê bêne rakirin. Di roja nû ya sala 2023'yan de yanî di Newrozê de divê bi siyaseteke nû, bi vîzyoneke nû, bi nêzîkatiyeke nû her kes helwesteke nû ji bo doza mafdar a gelê kurd nîşan bide."
 
'DIVÊ DAWÎ LI SIYASETA QIRQIRINÊ WERE' 
 
Îlham Ehmed destnîşan kir ku Peymana Lozanê di sala sedemîn de divê ji nû ve bê nirxandin û got: "Reng çiqasî zêde bin, jiyan jî ewqasî bedew dibe, ji ber ku jiyan bi xwe temamiya rengan e. Li rejîmeke ku rengek tenê tê ferzkirin, mirovahî tenê dikare bê îmhakirin. Ji ber vê yekê gel, çand çiqasî hebin, ewqasî jî wê li dergûşa mirovahiyê reng û bedewî jî zêde be. Ev yek mafê herî xwezayî yê gelan û mirovan e, divê teqez bê parastin. Di vê çarçoveyê de em, yanî kurdên li Sûriyeyê, kurdên li Rojava, me bi salan siyaseta îmha û qirkirinê, heqaret û êş ji ber rejîma Baas dît. Em dibêjin ku êdî divê dawî li vê yekê bê anîn. Berovajî demên berê, bi derfetên xwe em bi sed hezaran kurd li qadên azad dikarin li hev bikin, vê roja xwe pîroz bikin, peyamên siyasî û çandî bidin. Bi kincên xwe yên gelêrî qadan dixemilînin. Ev xwedîderketin ji bo me gelekî girîng e."
 
'YA KU DIKEVE SER ME EW EKU ROJA BI WATE BIKIN'
 
Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina siyaseta qirkirina kurdan, ji bo parastina mirovahiyê û şaristaniyê divê hêzên navneteweyî bi berpirsyarî xwedî li gelê kurd derkevin û got: "Çawa ku Newroz nîşaneya xwişk û biratiyê, aştî û azadiyê ye, niha li Rojava bi milyonan ereb, kurd, tirkmen, ermen û asûrî bi dostanî li hev kom dibin. Di nava van çend salên dawî yên kurt de me karîbû vê bedewiya hate jibîrkirin ji nû ve ava bikin, nîşan bidin. Ya ku dikeve ser me ew e ku vê roja bi wate bikin rojeke aştiyê, rojeke biratiyê, rojeke wekheviyê. Hêviya me ev e, hewldana me jî ji bo vê ye. Em hêvîdarin ku îsal ji bo gelê Rojava û Sûriyeyê bibe saleke rê li ber çareseriya siyasî bê vekirin, zemîna aştiyê bê avakirin û azadiya jinê hîn bêhtir bê pêşvebirin."
 
Îlham Ehmed destnîşan kir ku yên herî zêde bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin jin in û diyar kir ku jin hebûn û îradeya xwe di wateya Newrozê de dibînin.

Sernavên din

25/03/2023
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê