Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hate pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
Li gelek bajarên Ewropayê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. Bi dehhezaran kes li qadên pîrozbahiyê hatin ba hev û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
ALMANYA 
 
Li bajarê Heîlbronn ê Almanyayê bi sedan kes hatin ba hev û Newroza xwe pîrozkirin. Pîrozbahî, bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin. 
 
Kurd, beluc, faris, azerî û tirkên li bajarê Bîlefeld ê Almanyayê jî hatin ba hev û Newroz bi meşekê pîroz kirin. Pîrozbahî, bi meşa li pêşiya Stasyona Navendî ya Bîelefeldê dest pê kir. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Meş, heta Qada Keselbrinkê berdewam kir. 
 
Girseyê li qadê agirê Newrozê hi kir û heta saetên dereng jî li ber muzîk û erbaneyê govend gerandin. 
 
Li bajarên Kîel û Mannheîm ên Almanyayê, li bajarê Toulousê yê Fransayê û li bajarê Viyana ya Awûsturyayê jî Newroz hate pîrozkirin. 
 
ÎTALYA
 
Li bajarê Parma yê Îtalyayê Newrozeke bicoş hate pîrozkirin. Pîrozbahî, bi pêşengtiya Komîteya Kurd û Tora Piştevaniya Kurdistanê ya Reteyê ve hate organîzekirin. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî axaftin hatin kirin û axêveran bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û peyamên piştevaniyê yên bi gelê kurd û mexdûrên erdhejê re hatin dayîn. Di pîrozbahiyê de stranên kurdî û îtalî hatin gotin, govend hatin gerandin û bi dirûşma “Bijî Newroz” bi dawî bû. 
 
MARSÎLYA 
 
Çalakiya ciwanan ku li kolanên Marsîlyayê bi stran û govendan domandin, bi meşeke meşaleyî dest pê kir. Ciwanên ku li kolanan ala li ba kirin, Sirûda Çerxa Şoreşê gotin. Ciwanên ku ber bi qada Newrozê ve meşiyan, bi fîşekên hewayî hatin pêşwazîkirin.
 
Li vê derê li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn. Ciwanan xwest ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin ku dê îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Ocalan. 
 
FRANSA 
 
Bi dehan ciwanên li banliyoya Drancy ya Fransayê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadê. Ciwanên ku li pêşiya Komeleya Drancy’ê hatin ba hev, li ber stranan govend gerandin. Li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn û pîrozbahî nêzî du saetan domiya. Pîrozbahî bi dirûşma “Ciwan fedaiyên Rêberê Apo ne” bi dawî bû. 
 
Kurdên ku li bajarê Toulus ê li başûrê Fransayê hatin ba hev, Newroza xwe pîroz kirin. Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govend hate gerandin. Farqîn Azad û Hozan Devrîm derketin ser dikê û heta saetên dereng stran gotin. 
 
YEWNANISTAN
 
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê jî bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û TCŞ’ê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li Qada Proto Maio (1’ê Gulanê) hat lidarxistin û komên çepgir, sosyalîst û anarşîst jî tev li bûn. 
 
Hunermend Dilovan û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Li gel hunermendan, her wiha Koma Folklorê ya Şehîd Dîdar Harûn jî derket ser dikê. Newroz, bi coş û kelecaneke mezin domiya û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” bi dawî bû. 
 
HOLLANDA 
 
Li paytexta Hollandayê Amsterdamê jî gelê kurd hate ba hev û li qada Leidseplein a li navenda bajar Newroza xwe pîroz kir. Axêveran di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Ocalan kirin û piştre jî govend gerandin. Gelemperiya beşdaran ciwan bûn û pîrozbahî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 
 
BELÇÎKA
 
Li bajarê Gent ê Belçîkayê jî kurdan û dostên wan agirê Newrozê vêxistin û bi coşeke mezin pîroz kirin. Li ser navê PYD û NAVBEL’ê axaftin hatin kirin û koma Kongreya Rojava ku ji hêla enternasyonalîstan ve hatiye avakirin jî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de hunermendê TEV-ÇAND’ê Xelî Sadiqî derket ser dikê. 
 
SWÎSRE
 
Yek ji bajarên Swîsreyê yê ku Newroz lê hatiye pîrozkirin jî Bîel bû. Gelê kurd bi hemû rengên xwe tev li pîrozbahiya Newrozê bû. Kurdên ku li pêşiya stasyona trenê ya navendê hatin ba hev, li vir meşek li dar xistin û xwe gihandin Kongrehausê ku pîrozbahî lê dihat lidarxistin. Piştî axaftinan jî pîrozbahî bi dawî bû. 
 
Li bajarên Winterthur û Bruggê û li Kantona Aargau yên Swîsreyê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. 
 
Li bajarê Cinevê piştî meşê pîrozbahî hate lidarxistin. Kurdên ku li Qada Mont-Blancê hatin ba hev, meşek li dar xist. Bi taybet jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û aktîvîstên Teko-Jinê bi ruhekî berxwedêr xwedî li Newrozê derketin û li kolanên Cinevê qederê saetekê bi dirûşman meşiyan. 
 
Hevseroka CDK’ê ya Cinevê Mulkiye Aşirbayev cejna Newrozê li gelê ku xwe gihandinê Qada Palanpalaisê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya dîrokî. Piştî axaftinan jî gel dest bi pîrozbahiyê kir. 
 
AWÛSTURYA
 
Li Viyanayê bi pêşengtiya FEYKOM’ê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî li Resselparkê dest pê kir û Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) jî tev li pîrozbahiyê bû. Di axaftinên pîrozbahiyê de girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd û gelên herêmê hate vegotin û bi taybet jî li ser serhildana “Jin, jiyan, azadî” a li Îranê hate sekinînin. 
 
Berdevka HDP’ê ya Almanyayê Leyla Îmret jî tev li pîrozbahiyê bû. 
 
Di çalakiyê de Koma Rojava û Koma Hîvron derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. 
 

Sernavên din

23/03/2023
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin