Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin

img

AMED - Xelkê Amedê her sal ku bi hejmarek zêde beşdarî Newrozê dibin diyar kir ku ew ê îsal li dijî şer, zilmê, kedxwariyê, talanê û rantê tev li pîrozbahiyê bibin û ew ê di Newrozê de jî starta hilbijartina ku dê îktidarê biqewirînin bidin. 

 
Amed her sal mazûvaniya Newrozê ya bi heybet dike. Amed û xelkê xwe wê sibê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê mazûvaniyek dîrokî û heybet bikin. Xelkê Amedê diyar kir ku ew ê wek her sal biherikin Newroza îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin. Şêniyên Amedê dan zanîn ku qada Newrozê qada peyamên siyasî, civakî, çandî û civakî ne û ew ê di Newrozê de jî starta hilbijartina ku dê îktidarê biqewirînin jî bidin. 
 
‘EM Ê YEKITÎ Û HÊRSA XWE NÎŞAN BIDIN’ 
 
Abdullah Kuzu diyar kir ku Newroz berxwedana ji heyama Kawayê Hesinkar heta îro hatiye ye û got: “Her sal tevî astengiyan jî ez tev li Newrozê dibim. Ez bi kelecan li benda Newrozê me. Ji ber erdhejê em xemgîn in. Lê belê ez ê ji bo em yekitiya kurdan nîşan bidin û nerazîbûna xwe nîşan bidin, beşdar bibim.” 
 
‘EM LI NAVENDA ZILMÊ DIJÎN’ 
 
Giyasettîn Kiliç jî anî ziman ku Newroz li dijî zilmê û kedxwariyê ye û wiha got: “Newroz roja nûbûna xwezayê ye. Ji ber ku Newroz di atmosfera hilbijartinê de ye hin bêtir watedar e. Ev gel wê dawî li êşên bi salane dikişîne bîne. Gelê Amedê pir polîtîk e û dizane wê çawa tercîha xwe bike. Bi salane em dibin şahide zilmê û em li navenda vê zilmê dijîn. Em ê hilbijartina xwe di Newrozê de bikin. Ez ê wek her salê îsal jî li qada Newrozê bim.” 
 
‘EM Ê BIRÎNÊN XWE JÎ BIPÊÇIN Û EM Ê TEV LI NEWROZÊ JÎ BIBIN’ 
 
Suleyman Kurt jî destnîşan kir ku ew beşdarî hemû Newrozan bûye û wiha axivî: “Îsal êşa me zêdetir e. Ev Newroz wê newrozek şînî be. Gelê me ji aliyekî ve birînên hev dipêçe û ji aliyekî jî wê Newroza xwe pîroz bike.”
 
Zeynep Eren jî diyar kir ku ew ê li dijî faşîzm û nijadperestiyê qada Newrozê tije bikin û li dijî zaliman dê peyaman û bersivan bidin. 
 
‘EZ Ê LI DIJÎ ZILMÊ BIÇIM NEWROZÊ’ 
 
Mehmet Demîr ê 74 salî jî anî ziman ku ew beşdarî hemû pîrozbahiya Newrozê bûye û wiha got: “Newroz roja dijderketina şer û zilmê ye. Ez ê li dijî van zilman dîsa biçim Newrozê û divê hemû gelê me beşdar bibe. 
 
Turgay Kaya jî da zanîn ku ew hêvî dike ev bibe Newroza aştî û azadiyê û got: “Gelê me bi awayek girseyî xwedî li Newrozê derdikeve û em ê wan di sindoqan de têk bibin.” 
 
‘NEWROZA STARTA HILBIJARTINÊ YE’ 
 
Selam Bazkurt jî destnîşan kir ku Newroz wek her salê girîng e û wiha axivî: “Seranserî dîrokê kurd hatin înkarkirin. Em ne ew milet in ku bi înkar, kuştin û girtinan paş ve gavan biavêje. Kurd êdî ne ew kurdên berê ne. Her tim li dijî zilmê li ber xwe dan û dê her li ber xwe bidin. Newroz ji bo me di heman demê de starta hilbijartinê ye.” 
 
PEYAMA LI DIJÎ ŞER 
 
Abdulkadîr Ertokan jî anî ziman ku Newroza ku îsal diyarî giyana qurbaniyên erdhejê hatiye kirin di heman demê de wek qada cihê ku peyamên siyasî, civakî, çandê lê tê dayîn e û got: “Hem em ê li dijî şer rabin, hem jî wê ji bo mexdûrên erdhejê bibe moral.” 
 
Serkan Sûbaşi jî got: “Newroza îsal wek banga hilbijartinê ye. Ez hêvî dikim ku wê Newroza îsal bibe wesîleya yekitiya gelê me.” 
 
‘EZ Û MALBATA XWE TEV LI DIBIN’ 
 
Umut Bartan jî diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek siyasî ya girîng de derbas dibin û bi Newrozê re ev pêvajo hin bêtir bi wate ye ji bo wan û wiha got: “Newroz di heman demê de cejna aştî, vejîn û azadiyê ye. Ez ê wek her sal bi malbata xwe re tev li bibim. Îsal wê pîrozbahiyek şînî be lê divê her kes tev li Newrozê bibe.” 
 

Sernavên din

20/03/2023
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn