Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê Cejna Newrozê li tevahiya gelê kurd pîroz kir û wiha got: “Divê li hemberî planên dijminan em yekitiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekitiyê. Divê em îsal bikin sala azadiyê.” 
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Newrozê bi ser navê “Cejna berxwedanê, cejna azadiyê, Newroz pîroz be” daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê, Cejna Newrozê li hemû kurdan pîroz kir û wiha got: “Dijminên me dixwazin statûya Peymana Lozanê sed salên din jî li ser me ferz bikin. Em jî dixwazin kirasê bi Peymana Lozanê li me hatiye kirin, bi dirînin û parçe bikin. Divê li hemberî planên dijminan em yekitiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekitiyê.”
 
Daxuyaniya KNK’ê ya têkildarî Newrozê wiha ye: 
 
“Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxedanê ye. Newroz serhildan e, Newroz roja serkeftina li hemberî zilmê ye. Newroz cejna azadiyê ye. Newroz, li ser bingehê têkoşîna li dijî bindestiyê derketiye holê. Li dijî zilmê, li dijî koletî, dagirkerî û her cureyên bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê. 
 
NEWROZ BÛYE ÇEPERÊ TÊKOŞÎNA AZADÎ Û RIZGARIYÊ
 
Îro gelê kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê. Her wiha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî Newroz weke cejna kurdan daye naskirin. Gelê kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li iîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.
 
Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemû astengiyên dagirkeran jî dîsa bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tête hilkirin.
 
SERHILDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ DIDOME
 
Bi Newrozê ve em dest bi saleke nû dikin. Sala derbasbûyî di hemû waran de bû sala têkoşînê. Li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, ev şeş meh in di pêşengiya jinan de bi dûrişma ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildaneke mezin pêk tê û hêj jî berdewam e. Li bakur û rojavaya Kurdistanê karesatekî mezin a erdhejê çêbû û bi dehhezaran mirovan canê xwe ji dest dan û bi milyonan mirov mexdûr bûn. Li gel vê rewşê jî, dijminê me êrişên xwe bênavber berdewam dike. 
 
DIJMINÊN ME JI GELEK ALIYAN VE ÊRIŞ DIKIN
 
Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe saleke têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êriş dikin. Taybetî dewleta tirk, ji bo têkbirina hemû deskeftên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrişeke mezin de ye. Dewleta Îranê jî bi hemû awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyeke fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirina vê statuyê, li ser kar in û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî dagirkerî û êrişên dewleta tirk berdewamin. Rejîma Sûriyeyê jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têk bibin.
 
Herwiha îsal sedsaliya Peymana Lozanê ye. Dijminên me dixwazin statûya Peymana Lozanê sed salên din jî li ser me ferz bikin. Em jî dixwazin kirasê bi Peymana Lozanê li me hatiye kirin, bi dirînin û parçe bikin. Divê li hemberî planên dijminan em yekitiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekitiyê.
 
DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ BÊ XURTKIRIN
 
Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hemberî hemû dagirkeran tevdîr bên girtin, hêza parastinê bê xurtkirin, êrişên dijminan bêne şikanandin, destkeftên heyî bêne parastin û deskeftên nû bêne bidestxistin. Ji bo van hemûyan divê di sêrî de yekrêziya nav mala kurdî bê avakirin û yekitiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê. 
 
BANGA DAKETINA QADAN
 
Em, Newrozê di rewşeke wiha de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke her salan dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.
 
Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yêkitiya gel û neteweya Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
 
Dem dema xurtkirina berxwedanêye. Dem dema azadiyê ye.  Newroz pîroz be!”
 

Sernavên din

20/03/2023
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn