Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve

img
STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di Newroza Stenbolê de peyama têkoşîna li dijî tecrîdê dan û gotin: “Ev tarîtiya ku hewl dide siberoja me dorpêç bike, em ê wê belav bikin û siberojên ronak ava bikin. Agirê Newrozê dê her ji bo azadiyê, ji bo xwişk û biratiyê vêkeve.” 
 
Qada Yenîkapiya Stenbolê ji bo Newroza 2023’yan mazûvaniyek bi heybet kir. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agirê Newrozê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê qîrkirin. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê derketin ser dikê û Deklrasyona Newrozê xwendin. Metna bi kurdî Turkan Aşçi û metna bi tirkî jî Mesût Mîke xwend. 
 
Metna ji aliyê Turkan Aşçi ve hat xwendin wiha ye:
 
Li dijî Zorbetiya Kapîtalîst 
Ji bo Biratiya Gelan û Yekîtiya Kedkaran 
Bi Agirê Newrozê ber bi Azadiyê! 
 
Xwîşk û birayên me, dost û hevalên me îro we qada Newrozê ya Stenbolê tijî kiriye. Ez li ser navê Hêzên Ked, Aşitî û Demokrasiyê we bi rêzdarî silav dikim. 
Em Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin. Em şîn û hêrsa xwe bi Newrozê re dikin yek. Erdhejên ku li 6ê Sibatê li Mereşê çêbûn, bûn sedema wêrankariyên pir mezin. Bajarên me, gundên me, qadên me yên jiyanê bi erdê re bûn yek. Me bi deh hezaran canên xwe winda kirin. Bi sed hezaran xelkê me ji ber erdhejê birîndar bûn, bandor li wan bû û li sikakan mane. Lewma êş û hêrsa me pir mezin e. Em careke din sersaxiyê ji gelên xwe re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em agirê Newroza îsal ji bo wan welatiyên xwe gur dikin ku jiyana xwe ji dest dane.  
 
PERGAL HILDIWEŞE 
 
Em dizanin ku em di welatekî erdhejê de dijîn. Ji berê ve ji ber erdhejan ev tecrubeya dilsoj her tim hatiye serê me. Sedema mezinbûna wêrankariyê, sedema ku hişt mirin bibin qetlîam encama tercîha pergalê ye. Ev pergala zorbe, faşîst, kevneperest û kapîtalîst ku bi bloka AKP-MHPyê çêbûye, bi polîtîkayên wan ên talanker û rantperest ev rewş derketiye holê. Bi rejîma ku li ser betonkirinê çêbûye, bi efûyên xwe yên îmarê û bi polîtîkayên wisa ku bajarên me ji bo erdhejê hazir nakin sûcdarê vê wêrankariyê ev îqtidar bi xwe ye. Wekî ku ev hemû tişt bes nakin, di sê rojên ewil ên erdhejê de nikarîn midaxele bikin, dildarên ku ji bo piştgiriyê diçûn, ew asteng kirin û ev jî bûn sedema encamên xerabtir. Em hêzên ku ji bo ked, demokrasî û aşitiyê hatine cem hev, em ê dawiya dawî hesabê vê qetlîamê bipirsin.  
 
NE QEDER E, TERCÎH E
 
 Êşên ku ji ber erdhejê çêbûne, lehî, erozyon, şewatên daristanan û teqînên grîzûyê qeder nîn in, encama polîtîkayên îqtidarê ne ku bi hişmendî dike. Îqtidara siyasî li dijî xwezayê ye, li dijî zindiyan e û bi tercîhên xwe yên polîtîk ku zorbetiya kapîtalîst pîroz dihesibînin, xweza û qadên me yên jiyanê talan dike. Em ê bi mezinkirina têkoşîna antîemperyalîst û antîkapîtalîst van êrişan pûç bikin.  AVAKIRINA JIYANA NÛ  Newroz roja nû ye, jiyana nû ye. Roja têkoşîn û serhildanê ye li hember rejîma yekzilamî, li hember pergala ranta kapîtalîst. Em dixwazin di vî welatî de wek welatiyên birûmet bijîn. Wekhev, azad û tev bi hev re. Pergala ku maf û azadiya me berteng dike û dixwaze me bi lêpirsîn, girtîgeh, îşkence û qetlîaman serkut bike, em ê tev bi hev re li hember wê tê bikoşin. Em ê qet û qet gavê paşve neavêjin. Pirsgirêka kurd di serî de, ji bo avakirina azadiya gelan û welatekî demokratîk, ji bo avakirina edaleta civakî û ji bo sekinandina bêkarî û kedxwariyê em ê hemû bi hev re tê bikoşin. Em ê tevî mîlyonan ku di nav toqa feqîriyê de ne, em ê tevî kedkarên ku di şert û mercên koletiyê de tên xebitandin, em ê tevî bêkarên ku bi bêkariyê tên îmtihankirin, em ê tevî wan tê bikoşin. Em ê di roja nû de jiyana nû tev bi hev re ava bikin.  
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADΠ
 
Îqtidara AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê yekîtiya civakî, hilberandina kolektîf, aştî û biratiyê dike hedef. Polîtîkayên tecrîdê ku bi Girtîgeha Îmraliyê dest pê kirin û paşê jî li girtîgehên din tetbîq kirin, her ku çû berbelavtir kirin û bi hemû civakê didin hîskirin. Dixwaze bi polîtîkaya tecrîdê emrê xwe yê siyasî dirêj bike û welêt bi tirs û zextê bi rê ve bibe. Rabûna li dijî tecrîdê parastina jiyanê ye, parastina civakîbûnê ye, pêşkêşkirina derfetê ye ji bo demokratîkbûna welêt.  
 
LI DIJÎ ŞER AŞTΠ
 
Di serî de erdnîgariya qedîm a Rojhilata Navîn, berdêlên şer û pevçûnên ku li ser sê-yekê dinyayê belav bûne; jin, zarok, bindest, bêmilk, gel û kedkarên feqîr didin. Şerên hegemonyaya emperyalîst li Rojhilata Navîn û Ûkraynayê dewam dikin. Tiştên ku li van deran çêdibin, bi zelalî rûyê qirêjî yê şerên berjewendî û parvekirinê derdixin meydanê. Bihaneyên ku ji bo şer derdixin pêş; ji bo zêdetir firotina çekan e, ji bo talana çavkaniyan e, ji bo bidestxistina serdestiya jeostratejîk e, ji bo dîzaynkirina dinyayê ye li ser esasa berjewendiyên kapîtalîst. Van hemû aliyan vedişêrin. Li welatê me jî îqtidara AKP-MHPyê qeyranên pir-alî ku di warê aborî, civakî û siyasî de çêdibin, di nav van qeyranan de xwe zêdetir dispêrin polîtîkayên tekperest, şovenîst û nijadperest. Îqtidara AKP-MHPyê tewr piştî erdhejê jî li bakurê Sûriye û Îraqê û li nav welêt her tim operasyonên leşkerî kirin, ev yek jî nîşan dide ku îqtidara AKP-MHPyê şer wek xeteke polîtîk qebûl dike. Bi salan e di serî de pirsgirêka kurd; çand, nasname û entîsîteyên cuda her mijareke din dikare li ser esasa welatîtiya wehkev a destûrî, li ser esasa aşitî û diyalogê were çareserkirin. Lê belê van mijaran wek amrazekê bi kar tîne û bi wan şovenîzmê gurtir dike, gelan tîne hemberî hev, mixalefetê parçe dike. Li şûna rêyên demokratîk û aşitiyane, ji ber polîtîkayên ku xwe dispêrin cemserbendiyê û ji ber veqetandina çavkaniyan ji bo xwe-çekdarkirinê, welatê me dikişînin nav qeyraneke mezin a aboriyê.  
 
TARÎTÎ WÊ RABE Û HER DER WÊ RONÎ BIBE 
 
Welatê me careke din ji bo nirxên mirovahiyê, ji bo ronahî, biratî û pêkvejiyanê li dijî zilm, zorbetî, tarîtî, hiqûqa dijmintiyê û paşverûtiyê bi serhildanên biheybet dorpêçên faşîzmê dişikîne, paşverûtiya paşve dişîne û çerxa kedxwariyê parçe dike. Wek welatiyên birûmet ên vî welatî, em ê qet û qet hêviya xwe winda nekin. Em ê di hilbijartinên 14ê Gulanê de li dijî rejîma yek-zilamî, faşîzm û barbariya kapîtalîst şerê azadî, wekhevî û biratiyê bikin. Ev tarîtiya ku hewl dide siberoja me dorpêç bike, em ê wê belav bikin û siberojên ronak ava bikin. Agirê Newrozê dê her ji bo azadiyê, ji bo biratiyê vêkeve. Bindest ê siberoja xwe ne bi destwerdanên emperyalîst, lê bi îradeya xwe ya azad diyar bikin. Ew ê li dijî Dehaqên roja me bi Kawayên Hesinkar li ber xwe bidin. Ew ê welatekî azad, Rojhilateke Navîn a azad û dinyayeke azad bi ruhê Newrozê ava bibe. Bi hişmendiya agirê berxwedana Newrozê û ruhê biratî û azadiyê Newroza hemû gel û kedkaran pîroz be.  
NEWROZA WE PÎROZ BE!”
 
Daxuyanî ji aliyê girseyê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
 

Sernavên din

20/03/2023
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn