Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê

img

STENBOL - Tevî barana zêde jî Newroza li Qada Yenîkapi ya Stenbolê bi coşeke mezin didome. Xelkê Stenbolê ku qada Newrozê tije kiriye, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diqîre. 

Yek ji navnîşanên Newroza 2023’yan ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, Qada Yenîkapi ya Stenbolê ye. Newroz, diyarî qurbaniyên herdheja Mereşê hate kirin. Heverdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, rêveberê Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAD-FED) Salîh Tekîn, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li pîrozbahiyê bûn. 
 
JI BO ABDULLAH OCALAN DAXWAZA AZADIYÊ
 
Tevî barana zêde jî bi hezaran kesan ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyan, hêrsa xwe ya li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û xemsariya îktîdarê ya di erdheja Mereşê de veguhestin Qada Yenîkapiyê. Li gel ku Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li Metroya Marmarayê astengî derxistin jî, ciwan û jinan noqteyên lêgerînê derbas kirin û xwe gihandin qadê. Jin û ciwana bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
KORTEJA NEWROZÊ: DÊ BIHAR DÎSA WERE
 
Herikîna ber bi qadê ve didome. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Partiya Şoreşger û Halk-Der li pêşiya Metroya Marmarayê kom bûn. Koma ku li pêşiya deriyê Marmarayê kom bû, dovîzên “Dem dema serkeftinê ye” û “Em soz didin we ku dê bihar dîsa were” vekirin û weke kortejê meşiyan û ketin qada Newrozê. 
 
BI DIRÎŞMÊN JIN JIYAN AZADÎ HERIKÎN QADÊ
 
Jinên ku flamayên Tevgera Jinên Azad (TJA) hilgirtin, hêrsa xwe ya di 8’ê Adarê de veguhestin qada Newrozê. Jinên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, ji deriyê Aksaray ê Marmarayê ber bi qada Newrozê ve ketin rê. Jinên ku flamayên bi rengên kesk, sor û zer hilgirtin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” herikîn qadê. Jinên ku di korteja duyemîn de, bi pankarta “Rizgariya jinan hewcehî bi şoreşê dike , ya din tenê xeyaleke vala ye” ketin qada Newrozê. 
 
CIL Û BERGÊN KURDÎ QEDEXE NAS NEKIRIN
 
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi taybet jî hewl da ciwanan asteng bike. Li gelek deveran cil û bergên kurdî yên li ser ciwan û zarokan derxistin. Ciwanên ku polîsan hewl dan nehêlin bi cil û bergên kurdî bikevin qada pîrozbahiyê, bi dirûşman barîqet derbas kirin û ketin qadê. Ciwan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Di heman demê de ciwana li qadê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz serhildan e” berz kirin. 
 
LI QADÊ DIRÛŞM OLAN DIDIN
 
Li qadê alayên HDK, Partiya Çep a Kesk, DBP, TJA, HDP, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), TÎP, Partîzan, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) û posterê Denîz Gezmîş hatin libakirin. Di heman demê de ciwanan alayên Amdesporê li ba kirin û berstûhkên Amedsporê li xwe kirin. Meclisên Ciwanan ên HDP û Partiya Çep a Kesk bi pankarta “Yeşîlî bieciqîne, netewê biparêze” vekirin û bi vê yekê re peyama piştevaniyê dan Amedsporê. 
 
‘NE ERDHEJÊ LÊ PERGALÊ KUŞT’
 
EMEP’ê jî pankarta “Bijî Newroz! Newroz Pîroz Be!” vekir û bi dirûşmên “Ne erdhejê pergal dikuje”, “ “Newroz pîroz be” û “Bijî biratiya gelan” meş li dar xist. Rêxistinên ked û pîşeyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan " û "Bê Serok jiyan nabe" ji deriyê Marmarayê ketin qada Newrozê. Koma Barîkatê ya Amedsporê jî bi dirûşmên “Newroz pîroz be”,  “Amedspor gel e, gel li vir e” û “Barîkat  li vê derê ye, li ser pêya ne” berz kir û ber bi qada Newrozê ve meşiya. 
 
Meşa gel a Qada Yenîkapiyê berdewam dike û girse gelek caran dirûşmên “Ji bo Serok azadî”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî Serok Apo”, “Hikûmet îstîfa bike” û “Bimre AKP” berz dike. 
 
Li pîrozbahiya Newrozê strana Hesen Zîrek a bi navê “Newroz” û strana Koma Gulên Xerzan a “Sonda me” tê vekirin û gel li benda destpêkirina bernameya Newrozê ye. 
 

Sernavên din

20/03/2023
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn