Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya

img
STENBOL - Elefterîa Fortulakî, agir berda bedena xwe û bû Newroz. Hevjînê wê Şiwan Otsal wiha dibêje: “Elefterîa, bi agirê Newrozê bedena xwe azad kir. Banga min li tevahiya gelan ew e ku tev li Newrozê bibin.” 
 
Newroz, sembola berxwedana li dijî zilmê ye û bi hezaran sala ye ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin. Agirê Newrozê di roja me de jî bi heman ruhî tê geşkirin. Jinên ku li dijî êrişên ser gelê kurd û ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedenên xwe dan agir, bi çalakiyên xwe wateya Newrozê hêj kûrtir kir. 
 
Yek ji van jinan jî Elefterîa Fortulakî ye ku bi çalakiya xwe Newroz silav kir. Fortulakî, di 24’ê Adara 2006’an de li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanos a li paytexta Yewnanistanê Atînayê agir berda bedena xwe û bû Newroz. Fortulakî, bi mebesta protestokirina rola Yewnanistanê ya di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah de ev çalakî li dar xist. 
 
LI DIJΠKOMPLOYA NAVNETEWEYΠ
 
Elefterîa di zimanê yewnanî de tê wateya “azadî”yê. Dema ev çalakî li dar xistî zewicî bû û dayika du zarokan bû. Kurê wî yê mezin Ernesto 23 û keça wê Clara jî hêj 13 mehî bû. 
 
Fortulakî diyar kir ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Ocalan hemû jinan û gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne û di nameya xwe de wiha digot; “Tu kes nikare roja me tarî bike.” Fortulakî, got ku çalakiya xwe ne ji bo şer lê ji ber pir ji jiyanê hez dike lewma li dar dixe û ev tişt anî ziman: “Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye.” 
 
NAMEYA ELEFTERÎA’YÊ
 
Fortulakî, di nameya xwe de wiha qala armanca çalakiyê dike: “Hevalno, ji ber ku Heval Rohat jî çendek sal berê li vê derê bedena xwe dabû ber agir, lewma ez jî çalakiya xwe li vê derê li dar dixim. Dayika min ji min re dibêje tu ji Yewnanistanê hez nakî lewma bi kurdî diaxivî. Dayê ez ji Yewnanistanê hez dikim, ev der welatê min e. Ez mîna welatê xwe ji Kurdistanê jî hez dikim. Ez ji zimanê yewnanî jî pir hez dikim lê mîna zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Daykê, dayika min, biratiya gelan tiştekî pir xweş e. Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Kurd, daxwaza mafên xwe yên ziman û perwerdeyê dikin. Dixwazin weke mirovan bijîn. Lewma dayê hêzên ku Kurdistan kirin çar parçe, kurdan dikujin. Li zanîngehê zimanê yewnanî û perwerde heye. Dewleta me heye. Lê ya kurdan tune ye. Divê zarokên me bi du zimanan bizanin, dayika wan yewnan û bavê wan kurd e. Ji sedî pêncî yewnan, ji sedî pêncî jî kurd in. Ez Newroza îsal pîroz dikim lê hinek dereng. Mîna Zekiye Alkan, mîna Sema Yuce, mîna Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel û hêj gelek kesên din çalakî li dar xistin. Biryardariya wan gelê kurd û Kurdistan mezin kirin. Dîroka kurdan mezin kirin.”
 
Hevjînê Fortulakî, Şiwan Otsal ku li Yewnanistanê dijî da zanîn ku di sala 2003’yan de Fortulakî nas kir. Otsal, diyar kir ku dema Fortulakî nas kirî ji xwe haya wê ji têkoşîna gelê kurd hebû û wiha got: “Di esasê xwe de li heqîqetê digeriya, her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû. Bi demê re têkoşîna gelê kurd baştir nas kir. Bi pratîkê re ev yek hîn bêhtir fêm kir. Her ku têkoşîna gelê kurd nas kir hîn bêhtir nêzî vê têkoşînê bû. Şehîd Elefteria, her ku kurdî hîn dibû bêhtir pirs dikirin û diket nava hewldanan. Her şev ROJ TV temaşe dikir, nûçe û gotinên dihatin kirin dinivîsand û cihên ku fêm nedikir jî piştre ji min dipirsiya. Bi vî awayî di nava 6 mehan de hînî kurdî bû. Pir bi coş û keyfxweş bû.” 
 
'ÇALAKIYA WÊ VEGUHERÎ ÇEMEKÎ’
 
Otsal, ji bo Fortulakî dibêje; “Her tim têkoşîna gelê kurd û Serok Apo difikiriya” û wiha domand: “Digot biratiya gelan û azadiya gelê kurd bi paradîgmaya Ocalan pêkan e. Bertekeke wê ya mezin li dijî komploya navneteweyî hebû. Tu carî polîtîkaya înkar, tunekirin û neheqiyê ya li dijî gelê kurd qebûl nekir. Lewma bedena xwe bi agirê Newrozê azad kir. Bi gotina “Bê Serok jiyan nabe” serîhildana xwe ya li dijî pergalê anî ziman. Ruhê ku wê bi agirê Newrozê afirandî, bûye çemê azadiyê û îro li Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava diherike.”
 
‘GEL, KESÊN DÎROK NIVÎSANDIN JI BÎR NAKE’
 
Herî dawî jî Otsal ev tişt anî ziman: “Newroz, ji bo gelê kurd xwedî wateyeke dîrokî ye. Beriya her tiştî tê wateya serhildanê, têkoşînê û berxwedanê. Her wiha hemû kes daxwaz û serhildana xwe tîne ziman. Di dîroka kurdan de gelek jinan bedenên xwe şewitandin û bi agirê Newrozê azad bûn. Gelê me kesên dîrok nivîsandin ji bîr nake. Em jî wan tu carî ji bîr nakin. Em ê ji bo wan her tim hebin û têbikoşin. Têkoşîna azadiyê ya ku Serok Apo daye destpêkirin îro li tevahiya cîhanê belav bûye û bandorê li milyonan dike. Divê îktîdara hewl dide gelê kurd bi polîtîkaya zilm û zextê bitepisîne baş bizane ku gelê kurd ev 40 sal in serî li ber kesekî netewand û dê tu carî netewîne. Banga min li her kesî ew e ku dakevin qadên Newrozê.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

16/03/2023
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’