Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be

img
ENQERE - Li dijî Doza Girtina HDP’ê ji çar aliyên cîhanê peyamên piştgiriyê hatin dayîn. Ji Parlamentoya Ingilistanê 14 parlamenteran li dijî girtina HDP’ê pêşnûme dan.
 
Ji 20 welatan partiyên cuda, 6 partiyên sîwanê yên navneteweyî, ji Parlamentoya Ewropayê keskan, komên demokrat û çepgir ên civakî, parlamenter, Koma Çepgir a Konseya Ewropayê û ji welatên cuda bi sedan parlamenter peyama piştevaniya bi HDP’ê re dan.
 
Ji qada navneteweyî partiya siyasî, tifaq, siyasetmedar û parlamenter nerazîbûnên xwe yên li dijî zext û êrişên li ser HDP’ê didomînin. Party of Eûropean Socîalîsts (Partiya Sosyalîstan a Ewropayê-PES), European Free Allîance (Tifaqa Azad a Ewropayê -EFA), Eûropean Green Party (Partiya Keskan a Ewropayê), Party of the Eûropean Left (Partiya Çepgir a Ewropayê), Progressîve Allîance (Tifaqa Pêşverû), Progressîve Înternatîonal (Enternasyonala Pêşverû) û partiyên siyasî ên di Parlamentoya Ewropayê de diyar kirin ku ew li dijî doza girtinê ya li ser HDP’ê ne û bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de ne.
 
UEL: EM QEDEXEKIRINA HDP’Ê BI TUNDÎ REXNE DIKIN
 
Çepgira Ewropayê ya Yekgirtî ku koma wê di Konseya Ewropayê de heye di daxuyaniyê de wiha got: “UEL, qedexekirina HDP’ê ya bi awayek nîhaî, bi tundî rexne dike. Hikûmeta tirk divê demildest kiryarên xwe yên bi armanca siyasî yên li ser partiyê, rawestîne. Divê pergala edaletê bi temamî ji siyasetê serbixwe bimîne. Em bi HDP’ê serbilin din.”
 
S&D, KESK/EFA Û GUE/NGL: DÊ DI TÊKILIYAN DE DERBE ÇÊBIBE 
 
Ji PE’yê ku 705 parlamenterên wê di Parlamentoya Ewropayê de hene S&D, Greens/EFA û komên GUE/NGL’ê ji bo piştevaniya bi HDP’ê daxuyaniyek hevpar dan. Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ku 144 parlamenterên wê hene (Groûp of the Progressîve Allîance of Socîalîsts and Democrats-S&D), Tifaqa Azadiyê ya Keskan û Ewropayê ku 75 parlamenterên wê hene (Greens/Eûropean Free Alîance-Greens/EFA) û Çepgira Yekgirtî ya Ewropayê/Çepgira Kesk a Nordîk bi daxuyaniyek hevpar destnîşan kirin ku ger HDP were girtin, di têkîliyên di navbera YE û Tirkiyeyê de wê derbe çêbibe.
 
GUE/NGL’Ê PIŞTGIRÎ DA HDP’Ê
 
Koma Çepgir a di Parlamentoya Ewropayê de jî bi awayek tund doza girtinê ya li ser HDP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.
 
RAPORTORÊ YE’YÊ AMOR HIŞYARÎ DA 
 
Raportorê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor (MEP, S&D Spanya) destnîşan kir ku biryara girtinê ya li ser HDP’ê wê bibe biryarek hilweşîner.
 
MALÎN BJORK: DEM DEMA BILINDKIRINA DENGÊ XWE YE
 
Ji GUE/NGL a Parlamentoya Ewropayê ya YE’yê Malîn Bjork jî wiha got: “Niha li dijî biryara qedexekirinê ya li ser HDP’ê dem dema dengê xwe bilindkirinê ye.”
 
SCHÎEDER: EV BIRYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Berdevkê Koma Dostatiya bi Kurdan ya Parlamentoya YE’yê û Parlamenterê S&D’ê yê Awûstûryayî Andreas Schîeder got ku doza qedexekirinê, hewldana rejîma tirk a çewisandinê ye û ragihand ku ev yek nayê qebûlkirin.
 
VÎLLÛMSEN BANGA RAWESTANDINA ZEXTÊN LI SER HDP’Ê KIR
 
Ji Alîkariya Serokatiya GUE/NGL’ê ya Parlamentoya YE’yê û Berdevktiya Koma Dostatiya bi Kurdan re Nîkolaj Vîllûmsen ku ji Danîmarkayê ye, peyama “Zexta li ser HDP’ê rawestînin” da.
 
Ji Partiya Keskan/EFA’yê ya Parlamentoya YE’yê ya Spanyayê Jordî Sole got: “Ez ji Parlamentoya Ewropayê hemû hestên xwe yên piştevaniyê, ji HDP’ê re dişînim.”
 
Ji S&D’ê ya Parlamentoya YE’yê ya Hollandayê Thîjs Reûten jî got ku ew bi HDP’ê re ne.
 
Ji Parlamentoya YE’yê GUE/NGL Leîla Chaîbî ev tişt got: “Êrişên derqanûnî yên li ser HDP’ê û zilma bipergal a li ser gelê kurd, divê were rawestandin.”
 
EFA’YÊ BANG LI TIRKIYEYÊ KIR 
 
Eûropean Free Allîance (Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê -EFA) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew ê bi HDP’ê re bin û wiha got: “Em ji rayedarên li Tirkiyeyê dixwazin ku bi dawî li darizandina siyasî ya li dijî HDP’ê tê meşandin, bînin.”
 
PARTIYA KESKAN A EWROPAYÊ: DIVÊ MAKEQANÛN ROLA XWE YA DEMOKRATÎK BILÎZE 
 
Partiya Keskan a Ewropayê jî diyar kir ku hewldanên otorîterên ên hikûmeta tirk nayê qebûlkirin û bang li Dadgeha Makeqanûnê kir ku van sûcdarkirinên li ser HDP’ê bi rawestîne û li Tirkiyeyê weke aktorek demokratîk rolê xwe bilîze.
 
BANG LI WELATÊN EWROPÎ KIRIN 
 
Party of Eûropean Socîalîsts (PES- Partiya Sosyalîstan a Ewropayê) piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir û got ku ev doza girtinê ya li ser HDP’ê binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
 
Her wiha Koma Komîteya Herêmên PES’ê jî têkildarî doza girtinê daxuyaniyek nivîskî weşand û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.
 
Parlamentera SPO’yê ya Avûstûryayê Katharîna Kûcharowîts jî ev peyam da: “Erdogan dixwaze HDP’ê bêdeng bike. Ez bang li we dikim ku ji bo şermezarkirina prosedura vê qedexeyê, hemû astên Ewropayê bi kar bînin, Birêz A. Schallenberg. Niha! Prosedur hîna dewam dike.”
 
Ji Danîmarkayê ENHEDSLÎSTEN jî ev peyam da: “Rejîma tirk ji bo ku HDP tev li hilbijartinan nebe, doza girtinê li ser ferz dike. Ji girtina HDP’ê re na. Ji qedexekirina HDP’ê re na.”
 
Koma Parlamentoya NUPES – LFI ya Fransayê jî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartineke azad û adilane, ji krîmînalîzekirina HDP’ê re na.”
 
BANG LI PMME’YÊ HAT KIRIN
 
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî wiha got: “PCF pêvajoya qedexekirina HDP'ê ya ji aliyê dadgeha destûrî ya ne rewa ve bi tundî şermezar dike. Hevgirtina xwe ya tam a bi HDP'ê re ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û piralî dixebite, nîşan dide. HDP ji bo pêşketina civakî û ekolojîk, azadî, wekheviya welatiyan bêyî koka wan a etnîkî û mezhebî be binêre her wiha ji bo azadiya jinan, bi biryar û afirînerî tevdigere. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) em daxwaza betalkirina doza heyî û rêzgirtina hiqûq û azadiya hemû gelên li Tirkiyeyê dikin."
 
Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ev daxuyanî da: “Em daxwaz dikin ku dawî li dozên siyasî yên li dijî qedexekirina partiya HDP'ê bê. Em ji rabirdûya xwe dizanin ku hûn dikarin saziyên me qedexe bikin, lê hûn ti carî nikarin fikrên me yên wekhevî, edalet û azadiyê bêdeng bikin.”
 
‘BI HEDP’Ê RE HEVGIRTIN’
 
Hevseroka DIE LINKE ya Almanyayê û Parlamentera Federal Janîne Wissler hem di daxuyaniya xwe ya Newroza Berlînê de hem jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga xwedîderketina li HDP'ê kir û ev tişt anî ziman: “Bi HDP'ê re hevgirtin! Tevî J.L. Melenchon, J. Corbyn, Y. Varoufakis, W.Bello, M. Aubry, M. Schirdewan, I. Villanueva û gelek kesên din, min îmze avêt vê deklarasyonê ku li dijî êrişên Erdogan ên li hemberî HDP’ê ye.”
 
Serokê Südschleswigscher Wählerverband (SSW) yê Almanyayê Christian Dirschauer jî wiha derbirî: “Em weke pêwîstiyeke nirxên siyaseta xwe, bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re piştgirî dikin û parastina wê dikin. HDP’ê di bername û polîtîkayên xwe yên partiyê de, ji bo civakeke ku mirov lê di nava azadî û edaletê de dijîn û wekhevî lê serdest e, Tirkiyeyeke demokratîk û pirrengî diparêze. Azadiya jinan, komên cuda yên etnîk û olî û ekolojî mijarên girîng ên HDP’ê ne. Em daxwaz dikin ku dawî li darizandina bi motîvasyona siyasî ya domdar were. Em li gel HDP'ê li dijî vê disekinin. Û em Tirkiyeyeke demokratîk diparêzin ku destûr ji hemû partiyên siyasî re tê dayin ku xwe azad bikin."
 
‘ARMANC KRÎMÎNALÎZEKIRINA KIRYARÊN SIYASÎ YE’
 
Daîreya Îtîfaqa Pêşverû ya Karûbarên Navneteweyî û Têkiliyên Derve ya Yewnanîstanê ya SYRIZA, bi sernavê “Ji bo doza li dijî HDP’ê dewam dike daxuyanî” hat dayîn: "(...) Zilma siyasî ya li dijî dijberên desthilatdariya heyî, bi armanca krîmînalîzekirina kiryarên siyasî û tepisandina mûxalefetê beriya hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir. Pêvajoya darazê ya heyî, bi taybetî li dijî HDP'ê, encama çewisandina bi salan e. Rêveber, wekîl, nûnerên herêmî yên hilbijartî û endamên asayî yên partiyê bi cezayên giran ên girtîgehê an jî weke rehînên siyasî tên girtin. Li welatekî endamê Konseya Ewropayê divê nirxên demokrasî û pirdengî zelal bin. Em tev li wan hêzan dibin ku daxwaza dawîanîna darizandina bi motîvasyona siyasî ya domdar dikin. Tifaqa Pêşverû ya SYRIZA’yê hevgirtina xwe ya bi têkoşîna HDP’ê ya ji bo hilbijartinên adil û demokratîk nîşan dide û hêvî dike ku Dadgeh biryara qedexekirina xebatên HDP’ê nede.”
 
JI KESÊN NAVDAR BANG
 
Li ser navê Progressive International ji 23 welatan rêveberên siyasî bang li Erdogan kirin û gotin, “Êrişên hiqûqî yên li dijî HDP'ê bi dawî bikin." Di nav kesên navdar ên ku bang kirine ev hene: "Noam Chomsky (Profesor, DYE), Jeremy Corbyn (Endamê Parlamentoyê” Janine Wissler (Endama Bundestag; Hevseroka Die Linke, Almanya), Yanis Varoufakis (Endamê Meclisa Yewnanîstanê), Jean- Luc Melenchon (Endamê berê yê Meclisa Neteweyî, Fransa), Idoia Villanueva (MEP; Serokê Sekreteryaya Navneteweyî ya Podemos, Spanya), Gonzalo Winter (Endamê Meclîsa Nûneran, Şîlî) Alejandro Sánchez (Endamê Senatoyê, Uruguay)."
 
Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku rêxistina sîwanî ya 135 partiyên sosyal demokrat û sosyalîst ên ji 93 welatan e, di "Deklarasyona Piştgiriya bi HDP'ê re" de wiha tê gotin: “HDP di bername û polîtîkayên xwe yên partiyê de, Tirkiyeyeke demokratîk û piralî ku tê de mirov di nava azadî û edaletê de bijîn û civakeke ku wekhevî lê serdest be, diparêze. Azadiya jinan, komên cuda yên etnîk û olî û ekolojî mijarên girîng ên HDP’ê ne. Em daxwaz dikin ku doza ku niha li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û bi hincetên siyasî tê şopandin, bi dawî bibe. Li hemberî vê em li cem HDP’ê ne. Û em Tirkiyeyeke demokratîk diparêzin ku hemû partiyên siyasî tê de dikarin xwe azad bikin."
 
PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ BELAV DIBIN
 
Wekî din, komên partiyan, parlamenterên ji Spanya, Îtalya, Norveç, Swêd, Swîsre, Polonya, Portekîz, Ingilistan û DYA'yê daxuyaniyeke hevgiriya bi HDP'ê re dan. Kesên ku li dijî doza girtinê daxuyaniya hevgiriyê ya bi HDP'ê re dane wiha ne:
 
"Îtalya: Parlamenterên Partiya Demokrat di Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Nûneran a Îtalyayê de
 
Îtalya: Hevbendiya Çep a Kesk a Îtalyayê (Alleanza Verdi Sinistra)
 
Îtalya: Nicola Fratoianni, parlementer, sekreterê neteweyî yê Sinistra Italiana
 
Îtalya: Laura Boldrini, Partiya Demokrat, parlamenter
 
Îtalya: Fabio Massimo Castaldo (Parlamenterê AP, Cîgirê Serokê AP, M5S Îtalya)
 
Norveç: Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re li Norwêçê, Stina Bergsten û Truls Strand Offerdal, hevserok
 
Norveç: Partiya Sor Norveç, Bjørnar Moxnes, serokê Partiya Sor a Norveçê, Ylva Holm- Torsteinson, Depê Navneteweyî, serokê Partiya Sor a Norveç
 
Polonya: Parlamenterê Maciej Konieczny, Razem
 
Portekîz: Bloco de Esquerda
 
Spanya: 55 wekîlên ji komên cuda yên siyasî yên Kongreya Parlamenteran
 
Spanya: PODEMOS;
 
Spanya: Andalucia Por Si
 
Spanya: Laura Castel Fort, ECR, Senator, Cîgirê Serokê UEL/PACE
 
Spanya: MES PER MENORCA
 
Spanya/WELATÊ BASK: Eusko Alkartasuna (EA)
 
Spanya/KATALONYA: Partiyên serwer ên Katalan + Ruben Wagensberg
 
Spanya/KATALONYA: Esquerra - Çepên Komarî yên Katalonyayê
 
Spanya/KATALONYA: CUP Candidatura d'Unitat Popular - (Namzediya Yekîtiya Gel)
 
Spanya/KATALONYA: Unitat Catalana
 
Spanya/KATALONYA: Raül Romeva i Rueda (Aborîzan)
 
Swîsre: BastA! (Basels starke Alternatîf) -Alternatîfek bihêz a Baselê-
 
Swîsre: Feministischer Streik Basel
 
Swîsre: Partiya Sosyal Demokrat a Swîsre
 
Swêd: Partiya Çep (Vänsterpartiet);
 
Ingilistan: Li Parlamentoya Ingilistanê 14 parlamenter
 
DYA: Komîteya Navneteweyî ya DSA.

Sernavên din

16/03/2023
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’