Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku daxuyaniya KCK'ê û banga Serokê Giştî yê YNK'ê girîng in û got: "Dewleta tirk ji dîrokê heta niha helwesta kurdan a mirovane îstîsmar kiriye. Ji bilî şer, qirkirin û dagirkirinê tu vîzyoneke wan a din tune ye."
 
Di 6'ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kiribûn û di ser 45 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn. Lê Tirkiyeyê tevî vê yekê jî êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandibûn. Berevajî vê KCK'ê jî di 10'ê sibatê de ragihandibû ku ji ber erdhejê wan heya demekê çalakiyên leşkerî rawestandiye. Lê belê dewleta tirk hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê ve êrişên xwe yên li dijî HPG’ê ku di pozîsyona parastinê de bû, domandin. Di daxuyaniya HPG’ê de, hatibû diyarkirin ku piştî vê biryara wan dewleta tirk carekê bi bombeya qedexe, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran bi obus, tanq û çekên giran êrişî hêzên wan kiriye û ew jî neçar mane ku bersivê bidin. Her wiha ji bo sekinandina şerê heyî yê li Rojava û Tirkiyeyê Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî jî ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bang li Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) kiribû. Lê heta niha PDK'ê bersiveke erênî nedaye vê bangê. 
 
Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus, biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û banga Bafil Talabanî nirxandin. 
 
'DIXWAZE KU BALA GEL BIDE SER TIŞTEKÎ DIN'
 
Ahmet Karamus bal kişand ser banga KCK'ê ji bo domandina çalakiy6ên leşkerî û got ku Tirkiye careke din ev tişt bi karanî û wiha axivî: "Biryara KCK'ê biryareke mirovahî bû, biryareke wijdanî bû û biryareke exlaqî bû. Ji ber ku xelkê me yê Bakurê Kurdistanê rastî kareseteke mezin hat. Bê şik baweriya me dihat ku KCK û hêzên HPG'ê di rewşeke wiha de çalakiyên xwe rawestînin. Ev biryareke di cih de bû. Vê biryarê di asta neteweyî de jî deng veda. Lê dewleta tirk di vê pêvajoya erdhêjê de jî her û her şer û êrişên xwe berdewam kir. Ji ber ku hebûna dewleta tirk li ser kuştinê ye, li ser komkujiyê ye û li ser êrişan e. Ji bilî wê tu tiştekeîdin qebûl nake. Ev ne cara ewili bû. Jixwe dewleta tirk di kîjan demê de, di kîjan rewşê de derfet bibîne wê ji xwe re dike firsend û biryarên bi vî rengî îstîsmar dike. Dixwaze ku bi vê şêwazê bala gel bide ser tiştekî din. Rewşên taybet bi kar tîne û êrişên xwe dike. Kengî derfet bibîne hingê li hemberî aştîxwazan, siyasetmederan û sivîlan êrişên xwe didomîne. Karaseteke xwezayî li Tirkiyeyê rû daye û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye, bi deh hezaran mirov birîndar bûne û bi mîlyonan mirov li kuçeyan bêwar, bêmal mane. Ev hejmar gihîştiye 10-15 mîlyonan. Ev karesateke ku di cîhanê de îstîsna tê dîtin. Lê ruxmî wê jî Tirkiye êrîşên xwe berdewam dike."
 
'DEWLETA TIRK HELWESTA KURDAN A MIROVANE ÎSTÎSMAR DIKE'
 
Karamus di berdewamê de got ku ji dîrokê de heta niha dewleta tirk her tim pêvajoyên bi vî rengî li gorî berjewendiyên desthilata xwe bi kar anîne û wiha pê de çû: "Dema ku di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de şer dest pê kir tevahiya cîhanê bi wê ve mijûl bû. Ji ber ku ev şer, şereke wisa bû ku tevahiya cîhanê li hemberî wê pozîsyonek girt. Yên ku tevlî şer bûn, yên ku alîkarî dan, yên ku piştgirîya Ûkrayna kirin, yên ku xwestin çareseriyê pêk bînin û yê ku hevgirtin bi  Rûsyayê kirin hebûn. Dinya hemû bi vê mijûl bû, lê Tirkiyeyê êrişên xwe yên hewayî, bejahî û bi çêkên kîmyewî berdewam kirin. Êrişên gelek cidî birin ser Rojava û ji bo ku tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike tevgeriya. Lê konjoktora siyasî ya navdewletî rê nedayê. Ev aliyekê meselê ye. Dewleta tirk şerê Rûsya û Ûkraynayê jî ji xwe re weke firsendê dît û her û her êrişên xwe berdewam kirin. Heta di wê pêvajoyê de bi deh caran çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Dinya bi pirsgirêkên din mijûl bû, Tirkiye bi birina êrişan a li ser kurdan re mijûl bû. Ev karakterê dewleta tirk e. Ew dewleteke ku di dîrokê de heta niha xwedî komkujiyan e, xwedî berhemên jenosîdan e. Ji bilî şer, qirkirinê û dagirkirinê tu vîzyoneke wan a din tune ye. Ji ber wê jî her carê êrişên xwe didomîne. Ji ber ku dizanîn dinya bi tiştekî din re mijûl bû. Ev cara duyem e ku birêz Cemîl Bayik dibêje. Heta peyameke din jî da û got, 'heger ev derfet û firsend çêbibe bi qasî miskalê rêya danûstandinê û diyalogê ku bê rojevê dê ev agirbest bibe agirbesteke mayinde.' Lê belê Tirkiye ji peyamên wiha fêm nake. Helwesta kurdan a mirovane îstîsmar dike. Li dijî vê bêdengî û bêhelwestbûna dewletên cuda jî diyar e. Dewleta tirk bi vê helwesta xwe careke din dide nîşandin ku dewleteke êrîşkar e, dewleteke kolonyalîst e. Di dîrokê de gelek rewşên wiha çêbûne û dewleta tirk ew bi kar aniye." 
 
'EV BANG JI AVAKIRINA YEKÎTIYA NIŞTIMAN RE ÎŞARETEK E'
 
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus,bal kişand li ser girîngiya banga Serokê YNK'ê Bafil Talabanî jî û diyar kir ku ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurd û Kurdistanê gaveke girîng e û wiha dom kir: "Me banga birêz Bafil Talabanî bi baldarî guhdar kir. Ji ber ku helwestên bi vî rengî girîng in. Birêz Talabanî hem bang li hêzên Bakurê Kurdistanê û hem jî bang li PDK'ê kir. Ev bangeke di cih de bû û di wextê xwe de hatiye kirin. Li gorî nêrîna min ev ji bo yekîtiya niştiman îşaretek e."
 
Karamus bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got: "Çi di asta siyasî de, çi di asta aborî de û çi jî di asta civakî de di nav qeyraneke gelek cidî de ye. Pêwîst e ku her du partiyên siyasî vê mijarê bi rêya diyalogê çareser bikin. Bangawaziya birêz Talabanî jî di vê çarçoveyê de bû. Ji aliyê partiya YNK'ê ve cara yekem e ku înîsiyatîfeke wiha tê standin. Ji ber ku qeyrana li Başûrê Kurdistanê dibe sedema pirsgirêk û astengiyên gelek mezin û bi xwe re pirsgirêkan tîne. Ev bang hem ji bo krîza aborî ya Kurdistanê re girîng e û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirîka heyî girîng e. Ji bo parastina deskeftiyên kurdan ên li çar perçeyan jî girîng e. Di her çar perçeyan de rewşa kurdan di merheleyeke gelek hesas de derbas dibe. Qeyrana ku dewleta Îranê di nav de ye û ev bêtir mezinkiriye, derfetên gelek mezin daye destê aştîxwezan. Derfeteke mezin dide destê kesên ku guhertinekê li Rojhilatê Kurdistanê dixwazin. Pirsgirika netewîbûnê ya li Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi çareseriyê heye. Di heman demê de Rojavayê Kurdistanê jî rastî heman êrişan tê. Her roj rastî êrişên Tirkiyeyê tên. Rojava ku gihîştiye asteke wisa da ku blokên cuda hevdîtin dikin. Rojava di warê trafîka di asta dîplomasî de bi hêzên çekdarî, serokên hêzên leşkerî serdana Rojava dike îşareta wê dide ku li Rojavayê pirsgirêk rû didin û ev pirsgirêk dê kûrtir bibin. Di vê çarçoveyê de em bangawaziya birêz Talabanî hêja dibînin û divê ku her kes piştgiriyê bide vê bangawaziyê. Em KNK piştgiriyê didin vê bangawaziyê. Em bi hêvî ne ku dê danûstandin çêbibin."
 
'DIVÊ BANGÊ ESAS BIGIRIN'
 
Karamus xwest ku hemû hêzên kurdan guh bidin vê bangê û got: "Ev bang kar û xebateke me ya stratejîk e. Pêkanîna wê erk û wezîfeya me ye. Pêwîst e ku hêzên kurd û Kurdistanî bibin xwedî însiyatîfek û bi vî rengî tevbigerin. Û bangên bi vî rengî esas bên girtin. Divê em ji bo pêkanîna van bangên bi vî awayî bi israr bin û danûstandinên xwe hîn xurttir bikin. Em ê vê bangê bixin rojeva xwe. Ji bo ku hêz bidin vê înîsiyatîfê em ê hê bêtir xurt bibin û bikevin nava liv û tevgerê. Pêwîst e ku ev derfet ji dest me neçe, da ku em encamekê jê bigirin."
 

Sernavên din

11/03/2023
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin