Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku li gel vegerên ber bi Şengalê ve êrişên Tirkiyeyê dest pê kirine û got: "Divê her kes vegere mala xwe û bi destê xwe mala xwe ava bike. Mezinên me gotine, 'Li Şengalê yek kes nemîne jî dar û barên çiyayê Şengalê rê nadin dijmin ku desthilatdariyekê li ser vî çiyayî bide meşandin.'"
 
Di 6'ê sibatê de li Mereşê du erdhejên bi hêza 7.7 û 7. 6'an çêbûn û di van erdhejan de nêzî 50 hezra kesî jiyana xwe ji dest dan. Dema ku çavê hemû cîhanê li herêma erdhejê bû, Tirkiyeyê jî êrışên xwe yên li dijî Rojava û Şengalê berdewam kirin. Tevî kareseta erdhêjê jî Tirkiyeyê êrişên xwe berdewam kirin û heta niha 2 êrışên hewayî û 18 êrişên bejayî li dijî Rojavayê pêk anîne. Her wiha di 27'ê sibatê de dîsa bi balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) nêzî gundê Behrava yê Şengalê êriş bir ser wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û di encama êrîşê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû. 
 
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên der barê van êrişên Tirkiyeyê de axivî. 
 
'KESÊN KU ŞENGALÊ PARASTINE DIXWAZIN WAN TUNE BIKIN'
 
Hisên ku bertek nîşanî êrişan da diyar kir ku êzidî niha jî bi qirkirinekê re rû bi rû ne û wiha axivî: "Di vê tabloya siyasî de em vê dibînin ku fermana 3'yê tebaxa 2014'an hê berdewam e. Ji ber çi berdewam e? Ji ber ku ew kesên ku di sala 2014'an de li dijî DAIŞ'ê çek rakirin û parastina Şengalê kirine îro tên şehîdkirin. Ev jî tê wê wateyê ku ferman berdewam e. Her wiha di kampên PDK'ê de yên ku Êzidî lê dimînin, rojane bi dehan kon tên şewitandin, di wan konan de mirov tên şewitandin. Ev jî yek ji xalên qirkirina êzidiyan e. Heger êzidî ji çanda xwe, baweriya xwe dûr bikevin ev jî perçeyeke qirkirinê ye. Ev hemû beşên qirkirina êzidiyan e. Ne tenê ji aliyê ruhî ji aliyê fikrî ve jî rastî qirkirinê tên. Kesên ku di fermanê de hevalbendiya DAIŞ'ê kirine îro jî hevalbendiya DAIŞ'ê dikin. Ji ber ku yê ku DAIŞ anîn jî dewleta tirk bû û yê ku DAIŞ xurt kirin jî dewleta tirk bû. Dixwazin ew kesên ku Şengalê û ev bawerî parastine wan tune bikin." 
 
'DIVÊ HER ÊZIDIYEK VEGERE MALA XWE'
 
Hisên di berdewamê de bi lêv kir ku bi van êrişan tê xwestin ku êzidî Şengalê terk bikin û got: "Bi van êrîşan peyama, 'em hebûna we li ser vê axê qebûl nakin, em qebûl nakin ku hûn hebin û divê hûn li ser rûyê cîhanê nebin' didin êzidiyan. Dixwazin ku êzidî ji çanda xwe, nasnameya xwe, baweriya xwe û axa xwe dûr bikevin. Êzidiyên ku li vir bimînin jî divê ku di bin desthilatdariya wan de bin. Êzidiyan desthilatdariya wan dîtiye û ji ber wê dizanin ku feyde nake. Ji ber wê jî ji wî qalibî derketin û ketin qalibeke din ê ku li gorî stratejî û siyaseta cîhanê. Êzidî nêçar bûn ku ji qalibê qebûlkirina desthilatdariyê derkevin. Yek hedef jî ew bû ku êzidiyan li ser vê axê koçber bikin. Hewledanên vegerên xelkê me yê ku Başûr û kampan de dimînin çêdibin û piştre jî êrişên wisa çêdibin. Dixwazin ku li Şengalê tevliheviyê derxînin. Di ragihandinên xwe de wisa nişan bidin ku Şengal ne arame û kes nikare Şengalê jiyan bike. Lê divê her kes vegere mala xwe û bi destê xwe mala xwe ava bike. Sereke dixwazin ku pêşî li vê bigirin. Dixwazin ku pêşengan tune bikin û yên ku ji vir heta Rekka yê ku şerê DAIŞ kirine tune bikin. Bi van êrişan dixwazin vê peyamê bidin me. Lê civaka êzidî di van merheleyan de derbas bûne. Ev tişt ne tişteke ji êzidatiyê dûr e. Bi hezaran salane êzidî ji dil kenek nekiriye, lê ruxmî wê êşa ku dikêşe jî encameke xurt distine."
 
'DÊ POŞMAN BIBIN KU RÊ DIDIN ÊRIŞAN'
 
Azad Hisên bal kişand ser helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê jî û got ku hikûmet sûc dike û wiha domand: "Di 2014'an de ala Iraqê li Şengalê hat rakirin. Yek hêzeke Iraqê nebû. Heke ku van pêşengan, van egidan li hemberî DAIŞ'ê şer nekiriban îro DAIŞ li vir dibû. Tu carî Şengalê û Rêveberiya Xweser xwe perçeyeke ji dûrî Iraqê nedîtiye. Xwe yek ji perçeyeke Iraqê dibîne. Lê heke ku îro hikûmeta Iraqê nikare hemwelatiyên xwe biparêze, ev cihê rûreşiyê ye. Heke ku tu min ji xwe re hemwelatî nebînî ez ê çawa te ji xwe re hikûmet bibînim? Ji ber wê divê ku hikûmeta Iraqê êdî rabe ser xwe. Heke ku îro li ser civaka êzidî êriş hebin dive ku sibê dora Iraqê be. Ji Kerkûkê bigirin heta deşta Mûsilê plana Tirkiyeyê de heye. Dibe ku Iraq jî bikeve rewşeke wiha de. Dê poşman bibe ku rê dide êrişên hewayî yên Tirkiyeyê. Ev kesên ku hedef digirin û dikujin perçeyeke axa Iraqê parastibûn. Xaleke Iraqê ya stratejîk van kesan parastibûn. Ji ber wê em ji rayedarên Iraqê re bang dikin; bêdengiya we xetere. Îro leşkerên dewleta tirk li Başîkayê hene. Ne tenê Tirkiye şexsên di nav Haşdî Şabî paytexta Iraqê de balafiran xesp dikin. Iraq bi xwe dixwaze ku xwe zehf bike. Divê ku hikûmet li hemberî van êrişan bêdeng bike." 
 
'DIVÊ EM DIJMINÊ XWE NAS BIKIN'
 
Hisên da zanîn ku armanca van êrişan li Şengalê pêkanîna planên Tirkiyeyê ye û ev tişt gotin: "Hedefa wan a yekem ew e ku êzidî ji Şengalê derkevin û êdî venegerin. Em ji kurdatiyê re dibêjin, heke îro dora min be sibê dora te ye. Heke ku îro ez dev ji mala xwe berdim û bêm mala te û dijminê min û te yek be divê tu bifikirî. Dibe ku ew dijmin sibê bê ser mala te jî. Ji ber wê yekê divê ku em herdû ji mala xwe de bin dijminê xwe nas bikin. Bi vê em ê bikaribin çarçoveyên xwe yên siyasî aşkere bikin. Dixwazin ku êzidî li vir nemînin ku planên xwe yên li ser Şengalê yek bi yek pêk bînin. "
 
'BI TANG Û TOPAN XELAS NABIN'
 
Azad Hisên diyar kir ku planên qirêj ê li ser Şengalê dê tu carî negihijin armanca xwe û li dijî êrişan jî ev bang kir: "Bi 75 fermanan nekarîn ku êzidiyan li ser vê fermanê xelas bikin. Bi 74 fermanan koka êzdatiyê ne bi şewatê û ne bi lêdanê û ne jî bi tang û topan xelas bike. Riyên me di behra de ne, dara me kesk e. Êzidî dê tu carî Şengalê terk nekin. Mezinên me jî gotiye, 'Li Şengalê yek kes nemîne jî dar û barên çiyayê Şengalê rê nadin dijmin ku desthilatdariyekî li ser vî çiyayî bide meşandin.' Em dev ji vê axê bernadin. Bangawaziya me her êzidiyekî heye ku li dijî van êrîşan xwedî helwestin. Bi şer û qetlîaman êzidiyan xelas nakin. Em êzidî ji diyalogê re amade ne. Em li dijî kuştinê ne. Ne bi kuştinê bi muzakereyan bê çareserkirin. Banga me ji hêzên cîhanê heye ku xwedî li civaka êzidî derkevin." 
 

Sernavên din

11/03/2023
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin