4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?

img
SEMSÛR - Abûzer Kuçukboga ku di erdhejê de 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî 10 hezra TL alîkariyê da û wiha got: "Piştî erdhejê bi 10-11 rojan hatin û pirsa 'hûn çawanin?' ji me kirin. Bila zarokên min ji min re bînin, ez ê 300-500 hezar TL'an bidim wan. Gelo em ê çawa heqê xwe li wan helal bikin?" 
 
Li Semsûrê ku ji ber erdhejê serobino bûye, li gundan welatî xwe bi xwe birînên xwe dicebirînin. Li bajaroka Balyanê ku 18 kîlometreyan dûrî bajêr e û nifûsa wê hezar û 700 e, 260 avahî hilweşiyane. Li 6 taxên bajarokê 72 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Abûzer Kuçukboga (49) ku di erdhejê de 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku şeva erdhejê ew û hevjîna xwe û zarokên xwe bi hejandinê re şiyar bûne û wiha behsa wê kêliyê kir: "Zûzûka şiyar bûm û min hevjîna xwe jî şiyar kir. Min hewl da biçim zarokan wergirim, lê odeya ez tê de bûm deriyê wê venebû û xanî ji nişka ve hilweşiya. Gava min hewl da biçim odeya zarokan dîwar bi ser min de hat xwarê û nîviyê bedena min di bin kavilan de ma. Hevjîna min jî ket qata binî. Kurê min Mehmet (6), keça min Ayşe (4) û kurên min Yûsûf (2) û Emîr (1) di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Kes tunebû alîkariya me bike. Ji lew re xaniyê her kesî hilweşiyabû û malbatên wan di bin kavilan de bûn." 
 
BI DERFETÊN XWE JI BIN KAVILAN DERKETIYE
 
Kuçukboga diyar kir ku kesên ji bin kavilan xelas bûne hewl dane kesên din xelas bikin û got ku piştî saetekê bi derfetên xwe ji bin kavilan derketiye. Kuçukboga wiha domand: "Baran zêde dibariya û berf jî bi ser de. Mirov nikaribûn li derve bimînin. Min hewl da zarokên xwe derxim, lê ji ber ku xanî bi tevahî hilweşiyabû min nikaribû tiştekî bikim. 2 roj şûnde, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê zarokên min derxist. Ne AFAD ne jî Heyva Sor nehatin. Tu rayedarekî dewletê nehat. Piştî erdhejê bi 10-11 rojan hatin û pirsa 'hûn çawanin?' ji me kirin. Piştî çend rojan li halê mirovên di bin kavilan de pirsîn." 
 
DERDÊ WAN QOLTIX E
 
Bi domdarî Kuçukboga bilêv kir ku berpirsek jê jî Waliyê Semsûrê ye û wiha pê de çû: "Gava erdhej çêbû, derket got 'Semsûr baş e.' Paşê jî radibin dibêjin 'heqê xwe li me helal bikin.' Em ê çawa heqê xwe li we helal bikin? Hatay, Mereş û Meletî, em hemû yek in. Lê li vir mafê mirovan tune ye. Ger hebûna, dê ne 4 roj şûn de, dê roja ewil bihatana. Piraniya mirovan di bin kavilan de man. Ji bin kavilan qîrîna mirovan dihat. Li benda xelaskirinê bûn, lê ji ber ku kes nehat mirin. Helal û heramî heye. Ma kesê heramiyê bike, çawa doza helaliyê dike. Li du cînaran bifikirin. xaniyekî yekî ji wan hildiweşe, lê cîranê din alîkariyê nake. Paşê tê doza helaliyê dike. Ma em ê çawa heqê xwe helal bikin? Ez bixwazim jî, helal nabe. Tekane derdê wan qoltixên wan in." 
 
KURD ÊDÎ DIVÊ BIBIN YEK
 
Di berdewamê de Kuçukboga malavayiya kurdan kir ji ber alîkariyê û ev tişt anî ziman: "Xwedê ji kurdan razî be. Wan alîkarî şand. Alîkarî ji Riha, Amed, Çewlig û Sêrtê hat. Ji ber ku ev der şaredariya CHP'ê ye ji Îzmîr, Stenbol û Mêrsînê jî alîkarî hat. Kurd êdî divê bibibin yek. Em ji ber ku kurd in, dimirin. Êdî divê em bi yek bin." 
 
EM EDALETÊ DIXWAZIN
 
Kuçukboga bibîr xist ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di rojên ewil ên erdhejê de gotiye dê 10 hezar TL pere bide mexdûrên erdhejê û axaftina xwe wiha qedand: "Niha dibêjin em ê 10 hezar TL bidin. Em ê vî pereyî wekî sedeqe bidin wan. Bila zarokên min ji min re bînin, ez ê 300-500 hezar TL'yî bidim wan. Ez mirovekî feqîr im, tu tiştekî min tune ye, lê bila zarokên min ji min re bîne ez ê vî pereyî bidim wan. Ez ê çi bikim ji 10 hezar TL'yê wan. Ma em zarok in? Em ji wan pere naxwazin. Bila edalet hebe, pere ne lazim e. Ka edalet li ku ye? Komara Tirkiyeyê nemaye. Ger hebûna dê bihata li halê vî gundî bipirsiya. Bi sedan mirov di bin kavilan de mirin." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

11/03/2023
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin