Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê

  • jin
  • 20:37 8 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê, Minbic û Tebqayê jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” meşên girseyî li dar xistin.
 
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin lidarxistin. Li Kobanê, Tebqa û Minbicê bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn. Jinan bi minasebata Roja Jinên Kedkar a Cîhanê soza berdewamkirina têkoşîna li dijî feraseta baviksalar nû kir û piştevaniya xwe ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdisanê-Îranê nîşan da.
 
Li Kobanê bi hezaran jinên ji pêkhateyên ereb, kurd, suryan, çerkez û ermen, nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî û ewlekariyê, her wiha bi sedan mêr beşdarî çalakiyan bûn. Jinan cil û bergên folklorî, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” û wêneyên Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz, Hindi El Xidêr, Seida El Hermas û Jîna Emîniyê hildan.
 
KOBANÊ
 
Meşa Kobanê ji pêşiya nexweşxaneya bajêr dest pê kir û li daristanê veguherî mitîngê. Li Kobanê endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Emîne Bekir wiha axivî: “Ji bajarê berxwedanê ku jin tê de li dijî DAIŞ`ê bi ser ketin, em ji tevahî jinên cîhanê re dibêjin, bêdeng nebin, îro roja we ye. Ev roj ji bo tevahî jinan rojek dîrokî ye. Jinan bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên mezin avêtin. Ev serdem wê bibe serdema azadiya jinan. Em ê heta pêkanîna azadiya tevahî jinan, li qadan bin û têkoşînê geş bikin.”
 
MINBIC
 
Li Minbicê jî jinan ji pêşiya Nexweşxaneya Firat heta Kolana Wadî meşiyan. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El Hamid axivî û ev roj li tevahî jinên cîhanê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Me rêya azadiya jinên cîhanê tevahî xêz kir. Van têkoşeran herêm û cîhan ji rêxistina terorîst rizgar kir, sazî, rêveberî û partiyên siyasî ava kirin.”
 
Nûra bal kişand ser bandora Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinên cîhanê û wiha dom kir: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî cîhanê bûn mînak û diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ ji bo nexşekirina Şoreşa Jinan li Îranê esas girtin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî desthilata Îranê piştgiriyê didin jinên Rojhilat û Îranê."
 
Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî ev axaftin kir: “Ev roj ne tenê roja azadiya jinê ye, lê belê roja hemû azadîxwazan e. Em mêrên demokrat ên banga azadiya jinê dikin silav dikin û di serî de Rêber Abdullah Ocalan ku hevalê herî nêz ê jinê ye û bi felsefe û fikrê wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîrokeke nû tê nivîsandin."
 
Foza bal kişand ser girîngiya rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Şoreşa Jinan li tevahî cîhanê de û wiha domand: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya şoreşa jinê şoreşeke cîhanî bi rê ve dibin. Em bi têkoşîna xwe diyar dikin ku na ji kuştin, na ji hedefgirtina re, wê tu êriş nikaribin ku em ji rêya şoreş û azadiya jinan gav paş de biavêjin.”
 
TEBQA
 
Li Tebqayê jî girseya gel ji Taxa yekemîn a bakurê bajêr dest bi meşê kir. Meş li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya li taxa duyemîn rawestiya. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîre El Hebeş îşaret bi girîngiya 8′ê Adarê di dîroka têkoşîna jinan de kir û got jin têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike.
 
Semîre bang li tevahî jinan kir ku bi hev re ji bo azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê bikoşin, destkeftiyên şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember hewldanên înkar, paşguhkirinê biparêzin û têkoşîna li dijî tevahî şêweyên dagirkerî, qirkirin û tundiyê bidomînin.
 
Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Eylem Çerkes jî Roja Jinên Kedkdar a Cîhanê li tevahî jinan û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir.
 
Çalakî bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bûn.

Sernavên din

11/03/2023
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin