Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve

  • jin
  • 15:26 8 Adar 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di daxuyaniya 8’ê Adarê de li Mêrdînê axivî û got: “Em ê li dijî astengî, li dijî êriş û xemsariya dewletê bi dirûşma jin jiyan azadî re bi ser bikevin. Îro dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin” li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Berdevka HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay, parlementer Pero Dundar, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta  "Dem Dema Jin Jiyan Azadî ye"  û dovîzên li ser wêneyê jinên hatine qetilkirin û nivîsên "Jîn Hebûn e, Hebûn Azadî ye", "Bijî Têkoşîna Jinan a Sînoran Nas Nake", "Qetilkirina Jinan Polîtîk e" û "Xwezaya Jinê" hatin hildan. 
 
Li ser navê TJA’yê Ayşe Bozan metna daxuyaniyê xwend.
 
‘EM Ê HIŞMENDIYA FAŞÎST TÊK BIBIN’ 
 
Bozan da zanîn ew li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û dest bi axaftinê kir û wiha got: “Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek ‘Jin, Jiyan, Azadiyê olan dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, heta Jîna Emînî û Evîn Goyî, em têkoşîna wan silav dikin. Li dijî hemû dînamîkên civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin ku tê de sixurî, tiryak û fihûş serkêşiyê dikin, bi van tê xwestin ku civak ji hêla exlaqî ve were têkbirin. Li hemberî van polîtîkayên taybet ên şer em careke din dibêjin ku li dijî êrişên plankirî û pergalkirî yên ku bi destê kesên biunîforma tên kirin û di şexsê Îpek Er, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû de jinên ciwan ên kurd ji xwe re dikin hedef, her ku diçe jin zêdetir hişyar dibin û xwe bi rêxistin dikin û ev yek jî dê sîstema tecawizkar, zayendperest û faşîst têk bibe!
 
Di sala 2023'yan de bi 8’ê Adarê re têkoşîna jinan a azadiyê dê desthilata faşîst a AKP-MHPyê hilweşîne û dê ji hilbijartinan bi destkeftiyên herî zêde derkeve. Em wek TJA mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re maye, em bi wê mîrasê soz didin, li her qadê û  li hember rejîma 'yek zilam' ku karesata herî mezin e û li hember îqtidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de maye,  pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8'ê Adarê Roja Yekitî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz be.”
 
‘DEWLET NEBÛ, PIŞTEVANIYA JINAN HEBÛ’ 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û bi gotina “Dem dema jin jiyan azadiyê ye" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em ê gavek paşde navêjin û em ê bi vê dirûşmê ber bi azadiyê ve biherikin. Ebrû wiha berdewam kir: "Mixabin em 8’ê Adarê di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin. Bîlançoya erdhejê zêde bû û carek din em bi vê re hîn bûn ku îqtidar rola xwe nalîze. Li wir AFAD, Kizilay tune bû. Jinan cardin bi hev re, bi yekitiyê birînên xwe pêçan. Çav li mirina mirovan girtin. Dewlet nebû lê têkoşîna jinan hebû. Piştevaniya jinan hebû. Ji roja erdhejê ve em li qadan bûn û îro car din em li vir in. Em ê jinan mihtacê dewleta bi hişmendiya mêr jî nekin. Em li vir bûn em ê li vir bin. Em bi vê li ser lingan in û hew piştevanî me diparêze.”
 
‘DIXWAZIN DENGÊ ME QUT BIKIN’ 
 
Gunay bertek nîşa astengiya polîsan ya ji bo 8’ê Adarê da û got: “Dewlet - mêr îro cardin xwest bibe astengê hêza me. Em astengiyan nas nakin û wê tu tişt ji têkoşîna me ya jin jiyan azadî re nebe asteng. Dixwazin dengê me qut bikin. Lê ew ê nikarin li beramberî vê berxwedana me rawestînin. Ji ber dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” re bi dawî bû.

Sernavên din

11/03/2023
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin