Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin

AGIRÎ - Parêzer Îbrahîm Baran diyar kir ku li ser laşê Ahmet Bûgrûrê ku hatibû îdiakirin li midûriyeta polîsan a Bazîdê xwe kuştiye, dewsa lêdanê hebûye û got ku çendî polîs bi kamerayan nezaretxaneyê temaşe kirine jî mudaxile nekirine. 
 
Di 23'yê Sibatê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, bavê 3 zarokan Ahmet Bûgrûr, bi hinceta ku bi meleyê mizgeftê re nîqaş kiriye hatibû binçavkirin. Hatibû îdiakirin ku Bûgrûr li nezaretxaneya Midûruyeta Polîsan a Bazîdê bi qocikê xwe, xwe kuştiye. Lêpirsîna der barê bûyerê de didome. Dîmeneke aydê nezaretxaneya miduriyeta polîsan ku ji 11 deqîqeyan pêk tê xistin nav dosyaya lêpirsînê. Dîmenê ku weke nezaretxane 4 nimre lê hatiye kirin di 23’yê sibatê de saet di 09.10’an de dest pê dike. Di destpêka dîmen de Bûgrûr li nezaretxaneyê li ser cihê xwe rûniştiye. Bûgrûr ê saet di 09.12’an de radibe û betaniya xwe ber bi deriyê nezaretxaneyê ve kaş dike, li pişt deriyê hesin qîr dike û destê xwe radike. Ji ber di dîmen de deng tune ye nayê zanîn ku Bûgrûr çi dibêje û ji kê re qîr dike. Bûgrûr ê pişt re betanî perçe kir, cara duyemîn ber bi deriyê hesin ve tê û qîr dike dû re bi perçeyê betaniyê ve bi deriyê hesin ve radipelike. Bûgrûr ê hewl dide betaniyê bi jora deriyê hesin ve girêbide ji ber nekarî tê xwarê. Bûgrûr pişt re dîsa qîr dike û tiştekê dibêje, saet di 09.15’an de qocixê xwe ji ber xwe dike û dest bi çirandina wî dike. Bûgrûr ê saet di 09.17’an de qocixê xwe bi stuyê xwe ve girêda û bi deriyê hesin ve radipelike hewl dide aliyê qocixê xwe yê din bi jora deriyê hesin ve gire bide. Lê ji ber nikare dîsa tê xwarê. Bûgrûr ê bi parçeyekî qoncixê xwe lingên xwe girê dide li kamerayê dinêre û hewl dide bi deriyên hesin ve dî rapelike lê desta jê berdide. Bûgrûr ê saet di 09.18’an de cihê xwe yê li nezaretxaneyê dişikîne û perçeyên wî bi awayekî ber bi jor ve datîne ber deriyê hesin dû re qoncixê bi stûyê xwe ve girêdayî bi jora deriyê hesin ve gire dide û xwe berdide jêr. Piştî vê yekê dîmen bi dawî dibe. 
 
TEVÎ HEWLDANÊ JÎ POLÎS NÎNIN 
 
Di dîmenê ku xistine nav dosyayê de tevî ku Bûgrûr ewqas qîr dike, betanî û cilên xwe diçirîne û dixwaze xwe bi deriyê hesin ve daliqîne jî polîsekî ku hatiye nezaretxaneyê xuya nake. Bira Resûl Bûgrûr got ku di bin çengê birayê wî de derba lêdanê hebûye û nav pişta wî, newqa wî û kulîmekên wî jî reş û mor bûne. Bûgrûr got ku têkildarî îdiayên xwekuştinê tu belge nîn in.
 
LI BÛGRÛR XISTINE
 
Bira Resûl Bûgrûr, bilêv kir ku gava birayê wî hatiye binçavkirin ew jî çûye midûriyeta polîsan. Bûgrûr diyar kir ku li midûriyeta polîsan xwestiye birayê xwe bibîne, lê polîsan nehiştiye û got ku birayê wî ji ber ku ew û mele ketine qirika hev hatiye binçavkirin. Bûgrûr da zanîn ku çûye bi meleyê bi navê Ahmet re axiviye û got: "Birayê min û mele ketine qirika hev, lê mele negot ji ber çi ketine qirika hev. Paşê mele telefonî polîsan dike û polîs tên her duyan jî dibin midûriyetê. Li midûriyetê birayê min şelmaqekê li mele dixe û polîs jî radibin li birayê min dixin. 4 an jî 5 polîs li birayê min xistine û ew bi erdê ve heya nezaretxaneyê kaş kirine."
 
‘NE DIYAR E KU XWE KUŞTIYE'
 
Bûgrûr diyar kir ku ji bo teşxîsê çûne nexweşxaneyê û got: "Zavayê me ji bo teşxîsê ket hundir. Paşê ji bo otopsiyê cenaze birin Agiriyê. Êvarî saet li dor 8'an ew anîn. Gava cenaze hat şûştin ez jî li wir bûm. Li bin çengê birayê min derbek mezin hebû. nav pişta wî, newqa wî û kulîmekên wî jî reş û mor bûn. Li hundir li birayê min xistine. Ez vê baş dizanim. Ji lew re di raporan de tê gotin ku lêdan xwariye. Li ser gelek deverên laşê wî dewsa lêdanê hebû. Tu agahî û dîmeneke der baêr xwekuştinê de li ber destê me tune ye. Min raporê rê hevalê xwe yê bijîşk da. Ji min re got, stuyê wî pir tahl bûye, qirika wî hatiye jidandin, stuyê wî hatiye eciqandin. Ev tişt ji min re gotin. Birayê min ne kesekî ku xwe bikuştana. Ez bawer nakim ku birayê min xwe kuştibe. Em bi saetan li ber qereqolê sekinîn. Negotin werin birayê xwe bibînin. Ger xw edaliqandibe jî çim ew rê min nedan. Ji ber van titşan fikarên min hene. Ji lew re li ser laşê wî gelek derb hebûn. Kincê wî herî bûn û dewsa pehînan li ser hebû. Li her derê qereqolê kamera hene. Miheqeq dîmenên vê hene. Min dîmen xwestin, lê rê min nedan."
 
PARÊZER: ÎHMALKARÎ HEYE
 
Îbrahîm Baran, parêzerê Bûgrûr jî bibîr xist ku li gor rêziknameya nexaretxaneyê berpsiyariya midûriyeta polîsan e ku nezaretxaneyê raçav bike û got ku ji ber ku polîs vê berprisiyariya xwe bi cih neaniye muwekîlê wî wefat kiriye. Baran got: "Gava delîl, belge û ewraq û vîdeo tên vekolandin, tê dîtin ku îhmalkarî heye. Di vî warî de me hemû serlêdanên xwe kirine. Kamera hene, lê midûriyeta polîsan mudaxile nekiriye. Midûriyetê îhmalkarî kiriye. Der barê derbên li ser canê wî me serlêdan kirine. Li gor raporên li ber destê me, dewsa derban li ser canê wî hene. Lêpirsîna der barê vê de jî didome."
 
Ji ber derbên li ser canê Bûgrûr, nimûneyên ji cenaze hatine wergirin ji Serokatiya Tiba Edlî ya Amedê re hatin şandin. 
 
MA / Ercan Oksuz 

Sernavên din

03/03/2023
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin