Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir

  • rojane
  • 09:00 27 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku di erdhejê de ji ber derengmayîna dewletê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û got: “Tu tevdîr nehatine girtin, hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir.”
 
Erdhjên ku di 6’ê Şibatê de navenda wan Mereş bû bandoreke mezin li ser bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir. Piştî ku erdhej qewimî ji ber ku mudaxileya erdhejê dereng hat kirin gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji bo mexdûrên erdhejê jî alîkarî nehat kirin, bi sed hezaran kes tevî serma û seqema dijwar jî li derva man û pêdiviyên wan ên rojane nehatin temînkirin. Tevî vê yekê jî alikariyên partiyên siyasî û saziyên sivîl ku ji bo maxdûrên erdhejê amade kiribûn jî ji aliye desthilatê ve hatin astengkirin.  Tevî ku 21 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî hê jî di bin kavîlan de mirov hene û kon negiheştine gelek kesan. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Togrûl têkildarî astengkirinên alîkariya partiya wan û derengmayîna mudaxileya erdhejê ya dewletê ji ajansa me re axivî.
 
‘ERDHEJ DIYAR BÛ’
 
Togrûl anî ziman ku gelek zanistên erdhejê berî erdhejê heşyariya erdhejê kirine lê tevî vê yekê amadekariyên erdhejê nehatine kirin û wiha got: “Zanistên erdhejê ji bo 2 deveran yek navçeya Kanîreşa Çewligê û ya din jî navçeya Sergolan a Semsûrê û Aksûya Hatayê hişyarî dabûn. Lê tevî ku erdhej diyar bû jî amadekarî nehatin kirin.  Piştî erdhejê hat zanîn ku tu amadekariyên desthilat ji bo erdhejê tune bûne. 72 seatan dewlet li cihên erdhejê organîze nebû û tîmên rizgarkirinê neçûn li hawara mexdûrên erdhejê.”
 
‘TU TEDBÎR NEHATIN GIRTIN’
 
Togrûl destnîşan kir ku sedema dereng mudaxilekirina dewletê yek jî pergala navendîbûna dewletê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 72 seatan tîmên ku hatin cihên erdhejê jî ne amadebûn û ji ber ku li benda biryara navendê bûn. Bi seatan nîqaşên kê biçe ku kirin. Yanî bifikirin tîmek diçe Islahiyê li wir di bin kavilan de mirov hene lê mudaxile nake ji ber ku kesên berpirsyar nahêlin, dibêjin hê nediyare hûnê biçin ku. Kesên ku di erdhejê de bi bandor bûn ji aliyekî li ber kavilên ku xizmên wan di bin de ne bûn ji aliye din ve jî birçî man û li ber seqema dijwar man. Ji ber dereng mudaxile hat kirin, gelek mirovan jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wan ji bin kavilan hatin derxistin. Yanî tu tevdîr nehatine girtin, hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir.”
 
‘DEWLETÊ ALÎKARIYA JI BO MAXDÛRÊN ERDHEJÊ ASTENG DIKE’ 
 
Togrûl bal kişand ser astengkirina alîkariyên partiya wan ku ji bo maxdurên erdhejê dişîne û wiha pêde çû: “Piştî ku dewlet û AFAD’ê organîze bûn vê carê alîkariyên partiya me jî di nav de yên saziyên sivîl ku ji bo maxdûrên erdhejê kom kiribûn asteng kirin.  Roja 3’an a erdhejê me serdana navçeya Nûrdagiya Dîlokê kir. Li wir welatiyan ji me re gotin, kon hene lê soba tune ne, li ser vê yekê em bi Koordinasyona xwe ya krîze re ketin tekiliyê û me sobe xwestin. Li Sêrt û Elihê tirek û kamyoneke sobe hatin şandin lê ew sobe hemû di teketina Dîlokê de 48 seat sobayên me hatin sekinandin û kesên ku li benda sobeyan bûn jî di wê sermayê de di konên xwe de bûn. Me ji wan re jî got hûn li ku bixwazin em ê li wir belav bikin lê gotin em li benda biryara navendê ne. Pişt re jî ew sobe birin depoya AFAD’ê, niha em nizanin gelo ew sobe gihîştin ber destê kesên hewceya wan bi sobeyan hene an na.”
 
‘HÊ JÎ PEDIVIYÊN MAXDÛRÊN ERDHEJÊ NEHATINE BICIHANÎN’ 
 
Togrûl behsa girîngiya rêveberiyên xwecihî kir û axaftina xwe wiha domand: “Divê pergala navendîbûna dewletê êdî bê nîqaşkirin. Em weke HDP’ê siyaseta xwe di kolanan de didin destpêkirin û girîngiyê didin rêveberiyên xwecihî ji ber wê jî em pir baş organîze bûn û di destpêkê de me xwe gihand maxdûrên erdhejê lê ji ber ku pergala dewletê li ser biryara navendî ye, mudaxileya li erdhejê jî dereng hat destpêkirin. Divê ji ber vê yekê edî nîqaşên pergala navendîbûna dewletê bê nîqaşkirin. Ji ber ku amadekariyên dewletê li Kurdistanê li ser ewlehiyeyê ne tu tedbîr û mudaxile nehat kirin.  Li dijî vê bê amadebûna dewletê di nav civakê de amadekariyek bi lêzgînî çêbû û hem dilxwazên erdhejê hem jî gelek alîkarî gihîştin cihên erdhejê. Tevî ku 21 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî hê jî pediviyên maxdûrên erdhejê ên weke kon û pediviyên jiyanî nehatine bihanîn. Kon jî ne mayindê ne divê cihên konteyniran bên temînkirin lê tu xebateke bi vî rengî jî tune ye.”
 
‘PERE KOM KIRIN LÊ AMADEKARÎ NEKIRIN’
 
Togrûl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî erdheja Marmarayê dewletê baca bi navê baca erdhejê derxist û ev tişt anîn ziman: “Di sala 2020’an de min li Meclisê jî got, 65 milyon dolar bacên erdhejê hatine komkirin. Lê mixabin ew pere çi bû nayê zanîn. Pereyekî zêde hat komkirin lê tu amadekarî jî nehatiyekirin. Qeyûm tayînî hemû şaredariyên me hatin kirin. Tenê şeredariya Silopiyeyê di destê me de ma, niha şeredariya me ya Silopîyayê rojê 3 caran xwarinê dide maxdûrên erdhejê. Heke qeyûm tayînî ser şaredariyên me nehatina kirin, me dikaribû demildest alîkariya gelê xwe bike û pediviyên wan bicih bînin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

01/03/2023
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin