Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye

  • rojane
  • 14:38 24 Sibat 2023
  • |
img
SEMSÛR - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye û wiha got: “Desthilatê li yekeyên bi awayî siyasî nêzîkî wan nexweşxane li ser piyan be jî hin konên ku bikarin xizmeta tenduristiyê pêşkeş bikin û yekeyên tenduristiyê avakirin.”
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku li Semsûra erdhejê bandoreke mezin lê kir lêkolîn kir, lêkolînên li bajêr kirin vegotin. 
 
JI 213 ASM’YAN 37 DIXEBITIN
 
Fîncanci li bajêr ewilî serdana Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê kir. Fîncanci, diyar kir ku nexweşxaneya Semsûrê dixebite û wiha got: “Ji ber ku li Semsûrê Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di erdhejê de zerar gihiştiyê têkildarî ducaniyan pirsgirêka piştgiriya tibbî derketiye holê û bi awayekî qismî hatiye çareserkirin. Lê di xizmeta tenduristiyê ya asta yekemîn de pirsgirêkên cidî hene. Ji 213 Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM) tenê 20 dixebitin. Rojên pişt re ev derxistin 37’an.”
 
Fîncanci di berdewama axaftina xwe de wiha got: “ASM xizmeteke tenduristiyê ya hatiye taybetkirine. Ji ber vê yekê ew bi xwe jî li cihên ku avakirine hewl didin xizmeta tenduristiyê bidin lê ev der jî ne cihên bi ewle ne. Erdhejê ev nîşanî me da. Hemû di bin kavilan de man. Lê diviya bû ev xizmet di avahiyên saxlem û ewle de hatibûya pêşkeşkirin. Ji aliyê xizmetên tenduristiyê ve diviya ev sazî li ser piyan bimana.”
 
 
Fîncanci destnîşan kir ku ji ber pergala tenduristiyê têk çû odeyên bijîşkan berpirsyarî girtin û hatin herêmê hewl didin xizmeta tenduristiyê bidin û da zanîn ku odeyên bijîşkan di vê pêvajoyê de li Amed, Êlih, Riha û Semsûrê bi dorveger bi awayekî zêde dixebitin
 
‘TENDURISTVANÊN KU MEXDÛRÊN ERDHEJÊ NE BI ZORÊ TÊN XEBITANDIN’
 
Fîncanci, anî ziman ku kedkarên tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê ne divê neyên xebitandin û da zanîn ku di vê mijarê de Wezareta Tenduristiyê agahdarkirine û hişyariyên pêwîst li wan kirine. 
 
Fîncanci, bi lêv kir ku ji ev hişyariyên wan dereng hatine bersivandin lê bersiveke erênî girtine û wiha berdewam kir: “Lê pirsgirêkeke Semsûrê ya xwe bi xwe heye. Waliyên ji bajarên din tayînî vir hatine kirin û rêveberiya cemaweriyê ya asta jor bijîşk û kedkarên tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê bi zorê didin xebitandin. Me bi dehan caran hişyarkirin lê ev zor hêj jî berdewam dike. Heta 160 saetan nobetan bi wan didin girtin. Malên mirovan nînin. Cihekî ku lê bimînin nîne. Mirovên xwe winda kirine. Derfetê wan nîne ku xizmên wan ên sax mayî li derekê bi cih bikin. Lê tevî vê yekê jî bi zorê tên xebitandin.”
 
ÇIMA UMKE NEBÛ?
 
Fîncanci, destnîşan kir ku dewlet li dijî erdhejê ne amade ye û wiha pê de çû: “Hate diyarkirin ku 3 rojan tu xebatên lêgerîn û xelaskirinê nehatin kirin. Bi awayekî teorîk yekeyeke bi navê Tîma Xelaskirinê ya Medîkal a Netewî (UMKE) heye. UMKE li holê tune bû. Çima nebû? Ji xwe mirov bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. Lê ji ber ku peywîrdarekî tenduristiyê nebû, dema mirov sax derketin jî derfeta ku pirsgirêkeke tenduristiyê ya çawa heye nebû. Yek ji qêrînên herî zêde ku ji qadan deng vedan ev bû.”
 
‘DI TENDURISTIYÊ DE CIHEKARÎ TÊ KIRIN’
 
Fîncanci, bal kişand ku tişteke din a li herêmên erdhej lê çêbû yî balkêş jî cihekariya di xizmeta tenduristiyê de bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me di vê navberê li herêmên erdhejê cihekarî dît. Desthilatê li yekeyên bi awayî siyasî nêzîkî wan nexweşxane li ser piyan be jî hin konên ku bikarin xizmeta tenduristiyê pêşkeş bikin û yekeyên tenduristiyê avakirin. Me dît ku li hin navçeyên Hatayê yên weke Îskenderûn, Samandag û Antakyayê pirzimanî û pirçandî ne xizmeteke wisa nebû. Lê me dît ku li van deran têra xwe hêzên ewlehiyê hebûn.”
 
MA / Ömer Akın
 

Sernavên din

27/02/2023
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin