AMED - Berdevkên rêxistinên ekolojiyê dan zanîn ku hilweşîna heyî encama pergala rant û talanê ye û wiha gotin: “Desthilatdarî di bin kavilan de ma û vê jî bi xwe re karesateke din anî.”
Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), û tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî bandora erdhejê ya ekolojîk, pirsgirêkên li konbajaran û piştevaniya di dema erdhejê de li avahiya Rêxistina HDP’a Peyasa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.
Cîgirê Hevserokê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Berpirsyar Nacî Sonmez têkildarî pêvajoya polîtîk a erdhejê axivî. Sonmez, da zanîn ku dê pêvajoya heyî bi rêya piştevaniyê çareser bikin û wiha got: “Di encama peywendiyên me yên di nava 4-5 rojan de xuya bû ku di esasê xwe de rêveberî di bin kavilan de ma ye û rê li ber karesateke nû vekirine. Ji roja ewil a erdhejê heta niha îktîdar û derdorê wê piranîparêzî esas negirt, yekperestî ferz kir û bi vê yekê re rê li ber karesateke nû vekirin. Rejîma Qesrê weke ku tiştekî neqewimî be tevdigere. Me tevekan li qadê dît ku tiştekî wiha nîne. Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye. Nîşaneya hilweşîneke li ser bingeha înşaetê ye. Bêyî ku hilweşîneke wiha çêbibe, dikariyan rê li ber karesateke wiha bigirtina. Em vê yekê qebû nakin. Ji roja ewil ve îktîdar li qadê nebû û helwesta wê ya li hemberî piştevaniya civaka sivîl nîşan da bê ka çiqas bêhêz e.”
PIRSGIRÊKA ZÎHNIYETÊ YA QEYÛMAN E
Bi domdarî Sonmez, anî ziman ku li Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku wan li Bazarcixê ava kiribû qeyûm hatiye tayînkirin û wiha pê de çû: “Ev yek, encama pirsgirêka zîhniyeta îktîdarê afirandî ye. Me dît ku li dijî van tiştên hatine kirin, dikare rêyeke sêyemîn a demokratîk û ekolojîk were avakirin. Divê ev zîhniyet were mehkûmkirin. Em dizanin ku divê civak beriya erdhejê û piştî erdhejê berpirsyartiyê li xwe bigire.”
‘100 KES DAŞIREKÊ BI KAR TÎNE’
Endama Meclisa Ekolojiyê ya HDK’ê Îldem Kîbar jî bal kişand ser bandora erdhejê û pirsgirêkê cihê mayînê ya li konbajaran. Kîbar, wiha got: “Di encama lêkolînên me yên li qadê xuya bû ku li qadên kon lê hatine vegirtin her 100 kes tenê daşirekê bi kar tîne. Li gorî daxuyaniyên îktîdarê, piştî erdhejê li Hatayê biryara avabûnekê heye. Dê bajarên nû yên bi lez û bez tên avakirin jî bi xwe re pirsgirêkên bajarbûyînê bînin. Li şûna polîtîkayên bi lez û bez, bila li gorî perspektîfa zanist û xwezayê bên avakirin. Divê rêzê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn bigirin û li gorî wê bên definkirin. Divê xirbeyên li qadan tên komkirin anjî diavêjin deverên din, weke xetere bên nirxandin. Kolan û absesta li avahiyên kevin jî qadeke bêkontrol ava dike. Divê bi taybet jî welatiyên li deveran dijîn maskeyan bi kar bînin.”
‘KONBAJARÊN HATINE ÇÊKIRIN JI BO MIROVAN GUNCAV NÎNIN’
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Melîs Tantan jî têkildarî bandora erdhejê ya li ser hawirdor û ekolojiya 11 bajaran axivî û ev tişt anî ziman: “Divê ji projeyên piştî erdhejê yên ku xetereyê li ser jiyana mirovan çêdikin dûr bisekinin. Hewceye ji hilweşîna heyî ders bên girtin. Hewceye ji avahiyên betonê dûr bisekinin û avahiyên ji qadên dûr tên çêkirin jî dûr bisekinin. Xetereya absestê ya di kavilan de didome. Konbajarên piştî erdhejan hatine çêkirin, ji bo jiyana mirovan guncav nînin.”
‘KARESATEKE BANDOR LI 15 MILYON KESAN KIR’
Berdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol jî got ku erdhejê bandor li 15 milyon kesan kiriye û wiha pê de çû: “Pirsgirêkên li herêmên erdhejê hatin jiyîn, bandorê li tevahiya welêt dikin. Veguherî karesateke mezin ku bandor li 15 milyon kesan kir. Şert û mercên hewa ji bo avakirina konbajaran guncav nînin. Piştevaniya gel a ji bo herêmên erhejê jî mezin bû. Dema erdhej didome mirov nikarin biçin bajarên din. Erdhejên du roj berê li Defne û Samandagê çêbûn, di nava gel de rê li ber tirseke mezin vekir. Mexdûrên erdhejê neçar man ku bajarên xwe biterikînin. Ev çend roj in ajalên di Diyar Galeria’yê li benda xelaskirinê ne. Tevî ewqas bangawaziyan jî guh nedan. Niha tê hilweşandin û hemû kes bêdeng e.”
GIRÎNGIYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
Endame Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotomya Mûrat Bîlgîç jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Erdhej, parçeyeke xwezayê ye. Divê her kes ji xwe bipirse bê ka çima encamên wiha rûxîner bi xwe re tîne. Ev yek nîşan dide bê ka em ji xwezayê çiqas dûr ketine. Erdhejê bandor li 15 milyon mirovan û bi milyonan ajalan kir. Me dît ku rêveberiya navendî tune ye. Yên alîkarî dayîn jî sazî û dezgehên rêxistinên civakî û partî bûn. Vê erdhejê careke din nîşanî me da bê ka rêveberiyên herêmî çiqas girîng in. Heke sazî û dezgeh bi îmzeyekê nehatina girtin û qeyûm li şaredariyan nehatine tayînkirin, dê encamên wiha giran derneketine û hemû alîkarî di dema xwe de bihatina kirin.”