MEREŞ - Li gundê Atmali Kaşanli yê Elbistanê hema hema tevahiya avahî û govan herifîn. Welatiyên ku ji erdhejê rizgar bûbûn bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man.
Di roja ewil a erdheja Mereşê de peywendiya tevahiya navçe û gundên Elbistan a Mereşê bi dinyaya re qut bû. Gundên nêzî navçeya Elbistanê karîn roja duyemîn dengê xwe bigihînin lê gundên dûr bi rojan nekarîn hawara xwe bigihînin tu kesî. Bi rojan piştre rêyên gundan hatin vekirin û gelek kesên ji erdhejê xelas bûyîn bi rojan tî û birçî man. Welatiyên ku hem ji bo xwe û hem jî ji bo sewalên xwe têdikoşiyan, bi rojan piştre alîkarî gihiştê. Yek ji van gundên dûr jî gundê Atmali Kaşanli ye ku li ser sînorê Meletiyê ye. Di erdhejê de mal û govên welatiyan herifîn û 4 rojan tî û birçî man. Li rexekî şêniyên gund ketibûn derdê canê xwe û li rexa din jî ketibûn nava bizava xelaskirina sewalên xwe.
4 KES DI 3 ROJAN DE TENÊ SÎMÎTEK XWARIN
Ji şêniyên gund Hatîce Karadag dibêje “Em ji erdhejê xelas bûn lê di 4 rojan de ji bo nemirin me gelek êş kişand.” Karadag, axaftina xwe wiha didomîne: “Di erdhejê de mala me herifî. Bi zor zehmetî ji nava kavilan hatim derxistin. Ne tiştekî em bixwin hebû, ne av û ne jî tiştekî din hebû. Me bi zorê xwe xelas kir. Hêj niha jî ji destê xwe birîndar im. Her cara erdhej çêdibe ji tirsan direvim derve. Ji tirsan çendek rojan lal bûbûm. 4 roj piştî erdhejê alîkarî bo me anîn. Bi rojan em li vir tî û birçî man û li benda alîkariyê bûn. Hindik mabû ji tî û birçan bimrin. Em ji erdhejê xelas bûbûn lê hindik mabû ji birçan bimirin. Tu tiştekî em bixwin nebû. Cîranekî me hebû. Dema rewşa min dîtî ji me re îskanekî çayê û sîmîtek anî. Tam 3 rojan me îdareya xwe bi wê sîmîtê kir. Em 4 kes bûn. Her yek ji me hindik hindik ji sîmîtê xwar ku ji birçan nemirin.”
‘JI BO ZAROKÊN ME NEMIRIN EM KETIN NAVA HEWLDANAN’
Karadag, diyar kir ku mîna her gundî rêyên gundê wan jî ji ber berfê hatibûn girtin û wiha domand: “Rêyên me hatibûn girtin û berf dibariya. Her tim erdhej çêdibû û me nedikariya bikevin hundir. Hemû kes ketibû derdê xwe. Min û hevjînê min ê kal dev ji xwe berda û tenê ji bo 2 zarokên me nemirin hewl dida.”
DI BEREQEYEKÊ DE 5 KES DIMÎNIN
Ji şêniyan Besîme Karadag jî îşaret bi bereqeya tê de dijîn dike û wiha dibêje: “Em 5 kes di wir de dijîn. Di esasê xwe de ev der garaja wesayîtan e lê em li wir dimînin. Piştî erdhejê bi rojan me ne av û ne jî nan peyda kir. Em tevek jî li ber mirinê bûn. Cihê me sar bû û ji bo ji sermayê nemirin me pir hewl da. Li gel birçîtî û tîbûnê, her wiha me di şeva erdhejê de nekarî tu tiştekî bigirin ser xwe û wê rewşê em gelek dan zarokê. Rewşa me pir nebaş e. Mimkin nîne ku em di van şertan de bijîn. Em ji bo xwe mal û ji bo sewalên xwe jî govê dixwazin. Ji bilî vê tu daxwazên me nînin.”
PIRSGIRÊKA KONAN DIDOME
Têkildarî mijarê ji şêniyên gund Huseyîn Gulmez jî got ku tevahiya avahiyên kevin ên taxê herifîne û wiha pê de çû: “Li gundê me kesekî jiyana xwe ji dest neda lê rewşa me gelek xedar bû. Li gundê me bi sedan mî mirin. Bi rojan piştre alîkarî gihiştin ber destê me. Di mijara konan de pirsgirêka me hêj didome. Xesar gihiştiye malên me tevan û em nikarin bikevin xaniyên xwe. Em dixwazin ku pirsgirêkên me bên çareserkirin.”
‘DEWLET NEHATE VÊ DERÊ’
Ji şêniyên taxê Mûstafa Dudu jî destnîşan kir ku ka û êmê wan di bin kavilan de mane û nikarin sewalên xwe xweyî bikin. Şukru Dudu jî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku roj bû lewma me xwe xelas kir. Nexwe dê em tevek jî bimiriyan. Li gundê me 50 mal hene û tevekan jî xesareke mezin gihiştê. Rêyên gundê me girtî bûn. Kesek hat û rêya gundê me vekir. Anku dewlet nehate vê derê. Me li vir pirsgirêk jiyan û pirsgirêka me ya herî mezin jî birçîtî bû.”
‘EM BI SAYA KESÊN DILXWAZ LI SER PÊYAN MAN’
Elîf Taşar jî da zanîn ku êdî nema dikarin avahiyên xwe bi kar bînin û wiha bi dawî kir: “Me bi saya kesên dilxwaz karî xwe li ser pêyan bigirin. Berf, zivistan û erdhej bi hev re hatin. Ji xwe me bi zor û zehmet debara xwe dikir, îcar jî erdhej bi ser me de hat. Rêya gundê me 3 roj piştre hate vekirin. Bi rojan em li bendê bûn ku kesek bi hawara me bê. Anku li vî bajarî hema hema tu avahiyên saxlem neman. Yên neherifîn jî xesareke mezin gihiştiyê. Bi rojan em tî, birçî û li derve man. Heke kesên dilxwaz nehatana, halê me ne çi hal bû û dê ji birçan bimiriyan.”
MA / Adnan Bîlen