NAVENDA NÛÇEYAN - Karwaneke alîkariyên ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberên Efrînê yên dorpêçkirî û mexdûrên erdhejê kom kirin, gihaşt Şehbayê.
Piştî 5 rojan ji Silêmaniyê karwaneke alîkariyan a ji 7 kamyonan pêkhatî, ku di çarçoveya hemleya “Niwasîkim” de hatibûn komkirin, gihaşt Kantona Şehba ya dorpêçkirî. Alîkarî ji madeyên tenduristî, şîrê zarokan û madeyên din ên alîkariyan pêk tên.
Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Şebayê alîkarî wergirtin. Alîkarî dê li koçberên Efrînê û mexdûrên erdhejê bên belavkirin.
Hikûmeta Şamê, pêşî li ber alîkariyan girtibû.