STENBOL - Girtiyên di Girtîgeha Islahiye ya Tîpa T'yê de, rastî êrişa gardiyanan hatin.
Li Girtîgeha Islahiye ya Tîpa T'yê îro danê sibehê gardiyanan êrişî girtiyên siyasî kir. Gardiyên ku ji bo hejmariyê çûn qawîşa C-23'yan, ji 6 gritiyên siyasî re gotin "hûn rêzê li me nagirin" û êrişî wan kirin. Gelek gardiyanan, ji paş de destên girtiyan girêdan û ew li korîdorê serdevkî dirêj kirin. Hat destnîşankirin ku di dema îşkenceyê de xwîn ji devê girtiyan hatiye. Hat hînkirin ku paşê midûrê girtîgehê hatiye cihê bûyerê û ji girtiyan re gotiye gardiyan nû ne, "ji be rku we nas nakin serî li rêbazeke wiha dane."
TAHDEYA DERÛNÎ Û FIZÎKÎ
Malbata girtî Îlhamî Îşçî anî ziman ku ji ber ku girtiyên siyasî bûne rastî êrişê hatine. Malbataê ev tişt ragihandin: "Gelek gardiyan, di hejmariya serê sibehê de ji nişka ve êriş birine ser wan. Xwîn ji dev û pozên wan hatiye. Tew ji ber ku qirika yekî hişka jidandine xwîn ji devê wî pejiqiye. Belesebeb li wan xistine. Her wiha xeber jî ji wan re gotine. Ji ber ku siyasî ne, ji wan re gotine 'hûn terorîst in.' Hem tahdeyeke derûnî hem jî ya fîzîkî li wan kirine."