Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin

  • rojane
  • 16:46 21 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku berpirsyarê yekemîn ê mirinên li herêmên erdhejê Serokkomar Erdogan e û wiha got: “Em ê vê îktîdarê têk bibin û bi hev re vî welatî jinûve ava bikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar, di destpêkê de ji bo malbatên qurbaniyên erdheja Mereşê sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. 
 
Sancar bal kişand ser hewldanên ji bo astengkirina piştevaniya civakî û wiha got: “Vê desthilatdariyê piştî erdhejê tenê tiştek bi rêk û pêk kir. Ew jî astengkirina piştevaniya civakê bû. Heke di dema xwe de destwerdaneke rast ji aliyê dewletê ve li cihên erdhejê bihata kirin, dibe ku niha bi hezaran kes sax bûna.”
 
PIRS JI ÎKTÎDARÊ KIR
 
Bi domdarî Sancar ev tişt anî ziman: “Em ê dubare bipirsin. Di saetên destpêkê de yên piştî erdhejê, çima bi lez desthilatdarî neketin nava liv û tevgerê? Astengiya li pêşiya vê yekê çi bû? Derfet û kapasîteya saziyên dewletê çima nehate bikaranîn. Tîmên sivîl û fermî yên lêgerîn û rizgarkirinê çima bi lez ber bi herêmê ve nehatin veguhastin? Heke amadekariyên pêwîst hatibûna kirin, dê 4 saet têrê bikira ku biketibûna nava liv û tevgerê. Di serî de serokkomar ku erk hemû xistiye destê xwe, her kesên di asta rêveberiyê de ne çar in ku bersiva pirsê bidin. Ne tenê bersivê bidin, her wiha neçar in ku hesab jî bidin."
 
'BERPIRSYARÊ SEREKE ERDOGAN E’
 
Di berdewamê de Sancar got ku dê teqez hesabê ji berpirsyaran bipirsin û ev tişt anî ziman: “Berpirsyarê mirinan diyar e, mejiyê enqazê yê dejenerebûyî û riziyayî ye. Desthilatdarî bi xwe ye ku li ser rant, talan, derew û şer hebûna xwe dewam dike. Sazî hemû jî ji bo Serokomar û sererastkirina îmajê û parastina berjewendiyên xwe dixebitin. Saziyeke bi tenê jî ji bo mirovan naxebite. Her saziyeke dewletê, her rayedarekî li van saziyan bûne mîna xulamê li ber fermanê yê sîstema Serokkomariyê. Vê sîstemê saziyên dewletê hemû ji berpirsyariya xwe ya li hemberî gel azad kiriye. Welê li wan kiriye ku li pêşberî serokkomar xwe berpirsyar bibînin. Lewma di xeleka berpirsyariyê de serkêşê destpêkê Erdogan bi xwe ye. Dixwazim careke din dubare bikim ku çi bûye sedem ku erdhej veguhere felaketeke mezin; şêlandin, talankarî, derewîn, rantxurî, bêkontrolî, bê tedbîrî, bê planî, bê organîzeyî, bê koordîneyî, riziyayî, bêxlqaî, bêmerhemedî, bêwijdanî ye. Me ev hemû dît û hîn jî dibînin. Desthilatdariya ku ji bo erdhej veneguhere karesateke mezin koordîne nebû, di şer de di dic de koordîne dibe.
 
EM Ê WAN TÊK BIBIN 
 
Ya divê were kirin, li gorî vê dema lezgîn mezinkirina xwerêveberiyê ye. Rizgariya civakî bi rêxistinî û piştevaniya civakî dibe. Bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, rabirdûya bi milyonan mirovan tune bû, paşeroja wan ji wan standin. Êdî ji bo rojeke bi tenê jî ev welat nikare xwe li vê desthilatdariyê rabigire. Divê em vê desthilatdariyê êdî bişînin. Ev yek ne tenê siyasî her wiha wezîfe û berpirsyariyeke mirovî ye.”

Sernavên din

23/02/2023
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man
11:47 Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin
11:39 ‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’
11:21 Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin
11:16 Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin
11:15 Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû
10:49 ‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’
10:48 Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn
10:34 Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû
10:17 Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe
09:57 'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin'
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da