Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin

  • rojane
  • 16:37 21 Sibat 2023
  • |
img
SEMSÛR - Pîrê elewiyan Celal Demîrcî diyar kir ku di pêvajoya erdhejê de dewlet tenê di otobûsên polîs û leşkeran de dîtine û wiha got: “Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila piştgiriyeke mezin bidin plana îmarê ya welêt.” 
 
Li Semsûrê li hêlekê cenaze tên definkirin û li hêla din jî hewldanên çareseriyê yên ji bo pêşerojê berdewam in. Bi erdhejê re zêdetirî hezar û 485 avahî bi temamî hilweşiyan û xesareke mezin gihişt nêzî 5 hezar avahiyan. Li bajar, 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî niha li kolanan ma. Dewleta ku ji roja ewil a destpêkê ve dereng mudaxale kir, piştî erdhejê jî nikare çareseriyan pêş bixe. Dewlet, mexdûrên erdhejê dişîne bajarên weke Aydin û Xarpêtê û ev sepan jî di nava gel de weke “polîtîkaya bêmirovkirinê” tê nirxandin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Baroyên Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), baroyên bakurê Kurdistanê û komeleyên herêmê bi hev re Navenda Koordînasyona Krîzê ava kirin û alîkarî da gel. 
 
‘DEWLET JI BO DAYÎNA NAN JÎ NEHAT’ 
 
Serokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Semsûrê û Pîrê Ocaxa Uryan Xizirê Celal Demîrcî ku tev li Navenda Koordînasyona Krîzê bûbû, qala tiştên li bajar qewimîn kir. Demîrcî, da zanîn ku cara ewil e xelkê Semsûrê erdhejeke wiha dijî û wiha got: “Lê dewletê gelek erdhejên bi vî rengî jiyan. Tevî hişyariyên ji bo erdhejeke Çêlikan-Kurdoxliyê jî dewletê guh neda û tevdîr negirt. Ji kêliya destpêkê ve me dewlet qet nedît. Daxuyaniyên rayedarên dewletê û rastiya li qadê hev nagirin. Me dît ku agahiyên xelet didin. Qet nehatin vê derê. Tenê daxuyanî dan. Reklamê xwe kirin. Hewl dan xwe ji hêla siyasî û îdeolojîk ve fînanse bikin. Lê daneketin qadê û tev li xebatên rakirina kavilan nebûn. Tevî wê baran û bagerê jî tenê ji bo dayîna nanekî jî bi rojan nehatin.” 
 
‘ME DEWLET TENÊ DI OTOBÛSÊN LEŞKER Û POLÎSAN DE DÎT’ 
 
Bi domdarî Demîrcî anî ziman ku êvara roja sêyemîn a erdhejê de dewlet di otobûsên leşker û polîsan de dîtine û wiha domand: “Min dît ku di otobûsan de leşker û polîs hene. Wezîrekî digot; ‘dewleta me bi polîs û leşkerên xwe li ser peywira xwe ye.’ Bi rastî jî ji bilî polîs û leşkeran tu kes nehat. Ew jî qet nehatin ser kavilan. Ev bû roja 16’an û hêj jî ji bo alîkariyê nehatine cem me. Konên xwe vedigirin. Ew bi xwe tê de bi cih dibin. Ji me ditirsina û digotin; ‘gelo ev tiştekî dikin.’ Polîs û leşkeran gef li me dixwarin. Carnan hinek mudaxale dikirin û digotin; ‘hûn nekin, em ê bikin.’ Bi israr hewl dan gel birçî û bêçare bimîne. Em bi tevahî tune hesibandin. Hewldana tunekirina Semsûrê ji nexşeyê ye.” 
 
‘WEZÎR DEREWAN DIKE’ 
 
Di berdewamê de Demîrcî gotina Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû ku digot; “Me li Semsûrê her kes bi cih kir” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev daxuyanî rast nîne. Wezîr, derewan dike. Li Semsûrê tu kes nehat bicihkirin. Semsûr hate valakirin û kesek li bajar nema. Yên mayîn jî tu cihekî lê bimînin tune ye. Wezîr, bi eşkereyî derewan dike. Yek ji bajarên herî zêde erdhejê lê bandor kirî jî Semsûr e. Lê qet nedan medyayê. Veşartin. Ez li Taxa Nû dijîm. Li cihê ez lê dijiyam, cihê kombûnê hebû. Di nava 3 rojan de yek zabiteyekê dewletê nehat wê derê. Hêj niha jî mirov li derve dimînin an jî ji bajar koç kirin.” 
 
‘MIROVÊN KU DEWLETÊ HEWL DIDA TUNE BIKE HATIN VÊ DERÊ’ 
 
Demîrcî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêxistinên civaka sivîl, sendîka, komele, partiyên siyasî ku gelemperiya wan HDP’î bûn û îktîdara heyî dixwest wan tune bike, ji şeva duyemîn a erdhejê ve êdî bi qasî têrî her kesî bike xwarin çêkirin. Xebateke pir mezin hate kirin. Tiştên pir baş bi ser xistin. Toreke piştevaniyê ya pir mezin hate avakirin. Ji bo gel bi tenê nemîne, me xebat dan destpêkirin. Me tenê ji plakayên wesayîtan dizanî bê ka alîkarî ji ku hatine. Ji bilî wê tu flama, amblem an jî nîşaneyên siyasî tune bûn. Bi temamî xebatekî însanî bû. Bi rastî jî me hewl da ku mirov ji birçan û sermayê nemirin. Her kesî çi ji dest bihata dikir.” 
 
‘DIVÊ MERCÊN VEGERA GEL BÊN AMADEKIRIN’
 
Pîrê elewiyan Demîrcî, axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî jî li Semsûrê karesateke mezin çêbû. Hema hema tevahiya avahiyan hilweşiyan. Xelk nawêre bikeve avahiyên mayî. Divê ji vir û şûnde hîn bêhtir konteynir bên avakirin û ji hêla aborî ve piştgiriyê bidin da ku gel bikare li vir bimîne. Divê bernameyên aboriyê yên nû jî bikevin meriyetê da ku gel bikare li jiyana xwe vegere. Bi sala ye bacên erdhejê tên komkirin. Lê ev pere tune kirin. Divê êdî şer tercîha vî welatî nebûya. Hejmara kesên ji şer hatine rizgarkirin, li cem yên ji erdhejê hatine rizgarkirin pir kêm dimîne. Li şûna polîtîkayên ewlekariyê, bila piştgiriyeke mezin bidin îmara welêt. Bila hemû lêçûn di vê çarçoveyê de bên xerckirin. Bila girîngiyê bidin perwerdeyê. Bi rastî ji bo avakirina welêt, hewcehî bi çêkirina avahiyên saxlem û planeke îmarê ya baş heye. Ji bo bi sedhezaran kes jiyana xwe ji dest nedin, divê hewl bidin. Sedema hebûna dewletê jî ev e. Heke nekarin vê bikin, wê demê di nezera me de tu peywirên dewletê namînin. Heke em bimrin, wê demê tu wateya dewletê namîne.” 
 
MA / Omer Akin 

Sernavên din

22/02/2023
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man
11:47 Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin
11:39 ‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’
11:21 Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin
11:16 Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin
11:15 Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû
10:49 ‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’
10:48 Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn
10:34 Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû
10:17 Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe
09:57 'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin'
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
23:12 Li Dîlokê gel derket derve
22:50 Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin
22:37 Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn
22:31 Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya
22:13 Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma
21:54 Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin
21:41 AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin
19:57 Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin
19:43 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin
18:13 Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin
18:04 Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin
17:12 Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin!
17:08 Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
16:54 Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin