ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li gel piraniya xelkê herêmên erdhejê kurd bûn jî kesên bi kurdî dizaniyan di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de nehatine xebitandin û wiha got: “Bêtehemûliya li dijî kurdî di dema erdhejê de jî dom kir. Di xebatên alîkariyê de kurdî tune bû.”
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ku li Êlihê xebatên xwe dike, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê hate dayîn. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Hewldana 78’an, rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepa Kesk jî di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka ARÎ- DER’ê Elîf Kivircik ve hate xwendin.
DAXWAZA ZIMANÊ FERMÎ
Kivircik, da zanîn ku di erdheja Mereşê de nêzikatiya li dijî kurdî careke din derketiye holê û wiha got: “Heke ji yekitî û piştevaniya gelê me nebûya, dê ev karesat gelek mezintir bûya. Divê em ji vir û şûnde vê yekitiyê xurttir bikin. Ji ber ku ji bilî rizgarbûna ji vê pergala xwînxwar, tu rêyên me yên din nînin. Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de em dîsa dubare dikin ku di her mercan de em bi gelê xwe re ne. Em ê gel û zimanê xwe terkî însafa vê vê pergalê nekin. Heta ku kurdî dibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
NÊZIKATIYA FAŞÎZAN A DI ERDHEJÊ DE
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Nûrettîn Şîmşek jî got ku zarok bêyî zimanê dayika xwe perwerdeyê dibînin û da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. Şîmşek, destnîşan kir ku ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê dê têkoşîna xwe bidomînin.
‘NÊZIKATIYÊN FAŞÎZAN BERDEWAM KIRIN’
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Me di vê karesata mezin de nêzikatî û bêtehemûliya li dijî kurdî dît. Gelek kesan ji ber ku ditirsiyan bi zimanê dayikê biaxivin, di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Di demekî bi hezaran kes di bin kavilan de, nêzikatiyên faşîzane raber kirin. Di rewşeke wiha giran de jî dev ji van nêzikatiyên xwe yên faşîst bernedan. Gelemperiya xelkê bajarên hilweşiyayîn kurd in. Lê di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkariyê de kurdî tune bû. Xelkê nekarî bertekên xwe jî bi zimanê xwe nîşan bidin. Li erdnîgariya kurdan, êdî mirov ditirsin ku bi zimanê dayikê biaxivin. Li dibistan, edliye, nexweşxane û hemû saziyên dewletê de li dijî kurdî êriş hene. Wezîrê Karên Derve bi heman zimanan peyama spasiyê weşand lê cih neda kurdî. Ev yek, nîşaneya herî şênber a înkarê ye. Jixwe tu hêviyên me ji van nînin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em li dijî vê zîhniyeta talanker û înkarger bi hev re têbikoşin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.