AMED - Tevî hemû nerazîbûnan jî li qeraxê Çemê Dîcleyê “konbajar” tê avakirin. Hat îdiakirin ku ji bo cihê “konbajar” soza îmarê hatiye dayîn. Pispor û rêxistinên civaka sivîl jî li hemberî vê bibertek in.
Li gel ku xetere li ser heye jî li qeraxê Çemê Dîcleyê “konbajarê” bi kapasîteya 4 hezar û 500 konan tê avakirin. Xwediyê erdê “konbajar” li ser tê avakirin karmend Mucahît Can, bi Tîgrîs Haberê re axivî û ji bo erdê xwe yê ji îmarê re qedexe, xwe parast.
DÊ DESTÛRA ÎMARÊ BÊ DAYÎN!
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2004’an de Can jbûbû namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Hat zanîn ku erdê Can ji sê parselan pêk tê, gelemperiya erd aydê Midûriyeta Xizîne û Çandiniyê ya Bajar e û ji îmarê re qedexe ye. Hat îdiakirin ku ev erdê behsa xeberê dê heta demekî ji bo mexdûrên erdhejê bê bikaranîn û piştre jî ji îmarê re bê vekirin. Hinek çavkanî dibêjin ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de soza “destûra îmarê” daye can. Hat îdiakirin ku ji bo qada behsa xeberê ji îmarê re were vekirin, “parek” ji rêveberiyên şaredariyê re hatine veqetandin.
ÇIMA LI DIJ DERDIKEVIN?
Pispor û rêxistinên civaka sivîl ên bajar dibêjin ku “konbajarê” bi rêya rant û nelirêtiyê hatiye avakirin, dê ji bo mexdûrên erdhejê bibe “karesata duyemîn.” Pispor û rêxistinên civaka sivîl dixwazin ku tavilê dev ji vê projeyê were berdan.
XETEREYA ASBESTÊ HEYE
Pispor dibêjin ku qada behsa xeberê heta sala 2011’an jî weke qada kolanê ya Şaredariya Bajarê Mezin hatiye bikaranîn û bi vê yekê re hinek bilind bûye. Bi domdarî pispor dibêjin ku bi awayekî xwezayî li vê derê xetereya absestê heye û ji ber ku li qeraxê çem e, dê her carê di bin avê de bimîne.
Çendek xetereyên din ên pispor behs dikin ev in:
"* Mija wê zêde ye û hewayê wê pir sar e.
* Di demsala havînê de pir zêde pêşû hene û ev yek dê rê li ber gelek nexweşiyan veke.
* Heke deriyê Bendava Dîcle û Kral Kizi biteqe yan jî ava bendavê bi ser de biçe, dê av di nava 6 saetan de bigihije wir û mimkin nîne mirov ji wir bên tehliyekirin.
* Ji ber baranên demsalî dê gelek caran lehî rabe.
* Ji ber ku ji bajar dûr e, pêşwazîkirina pêdiviyên weke xurekê zehmet e.
* Dê di mijara perwerde, kar û jiyana civakî de pirsgirêk çêbibin.
* Ji ber ku li qeraxê çem e, xetereyeke mezin a xeniqîna zarokan heye.”