MELETÎ - Li Erkenekê welatiyan bi derfetên xwe jina bi nave Serpîl Bayram ji bin kavilan derxist û birin nexweşxaneyê. Dema Erkenek dihat dermankirin, erdheja duyemîn çêbû û temamiya bijîşkan reviyan. Bayram ku nehat sewqkirin, 12 saetan piştre li malê jiyana xwe ji dest da.
Di encama erdheja Mereşê de li gundê Erkenek ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê bi dehan avahî hilweşiyan û bi sedan welatî di bin kavilan de man. Welatiyên gund di roja ewil a erdhejê de hewl dan li gorî derfetên xwe şêniyên di bin kavilan de derxînin. Di encama hilweşîna avahî de temamiya malbata Bayram ku ji 5 kesan pêk dihat di bin kavilan de ma. Bav Hasan Bayram (40) û 3 zarokên wî bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin. Dayik Serpîl Bayram (35) jî birîndar bûbû û li bendê bû ku ji bin kavilan were derxistin. Bayram, piştî 6 saetan ji bin kavilan hate derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Lê Bayram, li vir jî erdheja duyemîn jiya. Bi erdhejê re xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan nexweşxane terikandin. Lewma xizmên Bayram neçar man ku dîsa bibin malê. Ji hundirê Bayram xwîn diçû û 9 saet piştre jî jiyana xwe ji dest da.
'ME 30 CARAN ALÎKARÎ XWEST’
Hevjînê Serpîl Bayram, Hasan Bayram wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Erdhej çêbû. Ez li 155’ê û li hevalên xwe geriyam. Birayên min, cîranên min hatin, ez di bin kavilan de bûm. Em bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin. Me zarok rizgar kirin. Hevjîna min li odeyê di bin karyolayê de mabû. Diaxiviya. Tiştekî wê tune bû. Baran dibariya. Hewa sar bû. Belkî derdora 20-30 caran me alîkarî xwest. Herî dawî yekî got; ‘Kekê em pê re nagihijin. Ji her deverê li me digerin. Bi derfetên xwe ji wir derxînin.’ Me jî bi derfetên xwe, bi alîkariya heval û hogirên xwe ji wir derxist. Me hewl da derxînin. Tam me derdixist ku ji Xarpêtê leşker hatin. Ev kar xelas bû. Leşker di hewldanên dawî de hatin. Me girt û bir Nexweşxaneya Wêranşarê.”
'RÊYA HES’Ê GIRTIBÛ NAV XWE’
Bayram, destnîşan kir ku diviya li nexweşxaneyê bijîşkan tavilê mudaxale bikira û wiha domand: “Di wê kêliyê de erdhej çêbû. Hemû kes reviya. Nexweş jî li wir hiştin. Biraziyekê min ê lingê wî şikestî hebû, wî girt hembêza xwe û derxist derve. Beşerekê Xwedê li wir nema. Kekê min xist mînîbûsê. Tu kes tune ye. Ne xebatkarên tenduristiyê û ne jî bijîşk. Deqeyek piştre erdhej qediya. Ew jî li Meletiyê geriyan. Dibêjin ku li wir jî erdhej çêbûya û tu kes tune ye. Dibêjin ku rê girtî ne. Kekê min li mînîbusê siwar bû û anî vê derê. Got em bibin Mersînê. Hatin vê derê lê rê girtî bûn, tunel bi pirsgirêk bûn. Rêya ku Serdal Adali çêkirî HES girtibû nav xwe. Me ji wir xwest derbasî Sergolanê bibin. Nasên min, hevalên min ên temîrker hebûn. Ez li wan geriyam. Min xwest tiştekî bikim, bibin aliyê din, wesayîtekî bibînim û bibim. Lê me nekarî xwe bigihînin tu kesî.”
'EZ Ê SAX DERBIKETIMA, HEKE SEWQ BIKIRANA...’
Di berdewamê de Bayram anî ziman ku piştî ku tu rê nedîtin, hevjîna xwe aniye malê û axaftina xwe wiha qedand: “Me dîsa nî malê û serûmek girê da. Êşa wê hinek kêm bûbû. Heta serê sibehê bi êşa canê xwe ketibû, diaxiviya û serê sibehê saet di 06.00’an de jiyana xwe ji dest da. 12 saetan li vir êş kişand, li cem min bû, ne hêz û ne jî taqet di me de mabû. Her devera me, serê me, piyên me birîn bûbûn. Em tevek jî wê rojê bi zatûreyê ketibûn. Hevhelal kir û wisa wefat kir. Ma em çi bikin. Me dikariya wê xelas bikin. Heke bijîşk nereviya bûna, bihata sewqkirin. Ez dibihîsim, dibêjin ku hinek kes bi balafirên ambulansê sewqî Enqereyê dikin. Dibihîsim ku milet birine Antalyayê. Heke bihata sewqkirin, ez ê saxlem derbiketima. Bi saxî ew kuştin. Alîkarî pir dereng hat.”
MA / Ahmet Kanbal