HATAY - Erdheja Mereşê du hefte li pey xwe hişt. Di erdhejê de Hatay hilweşiya, çand û dewlet di bin kavilan de ma û rêxistinên civaka sivîl ên bi hawara gel çûn, ji bo pêşerojê bûn hêvî.
Di erdheja Mereşê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî Hatay bû. Piraniya bajar tune bû. Şaredarê Bajarê Mezin a Hatayê Lutfî Savaş da zanîn ku divê ji sedî 80’î bajar jinûve bê avakirin. Her wiha li navçeyên navendî yên Antakya û Defneyê û navçeya Samandagiyê jî hilweşîneke mezin çêbû. Li gorî daneyên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, divê ji 15 hezar û 248 avahiyan bi giştî 71 hezar û 735 beşên xweser bên hilweşandin.
Li bajar ku nifûsa wê piranî ereb-elewî ye, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 3 rojan dest pê kir. Di sê rojên destpêkê de tenê tîmên dilxwaz û welatiyan xebat meşandin. Tîmên dewletê yên ku di roja Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû bajar û ji gel re gotibû “Bênamûs” de hatin bajar, gelek kêmaniyên wan ên ekîpmanan hebûn. Hema hema AFAD li ser tu kavilan nedixebitiya û bi sedan karkerên înşaet, maden, şaredarî û metalê ji bo rizgarkirina welatiyan dixebitiyan. Welatiyên ku di roja ewil de ji bin kavilan hatin derxistin, bi saetan di bin baranê de li benda rizgarkirina xizmên xwe yên di bin kavilan de sekinîn.
PÊLA NÎJADPERESTIYÊ
Dewleta ku tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nebû û alîkarî neşand herêmê, bi rojan piştre bersiv da welatiyên ku digotin; “Li vir dewlet tune ye.” Bi sedan leşker û polîs li bajêr hatin veguhestin û li şûna xebatên lêgerîn-rizgarkirinê, van kesan dest bi îşkencekirina gel kir. Parêzerên li herêmê diyar kirin ku li bajar gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Li ser medyaya civakî jî pêla nîjadperestiyê hate mezinkirin. Vê yekê jî bi xwe re sepanên lînçkirinê anî. Gelek welatiyên ku hewl didan tiştên xwe ji malên xwe derxînin, ji hêla hinek kesên paramîlîter û hêzên ewlekariyê ve hatin derbkirin. Yek ji van jî Ahmet Gureşçî bû. Ji hêla cendirmeyan ve hate biçavkirin û bi îşkenceyê hate kuştin. Gelek welatî ji li pêşiya malên xwe hatin derbkirin. Bi taybet jî van derdorên nîjadperest berê xwe dan paneberên sûriyeyî û vê yekê rewşa heyî hêj aloztir kir. Penaberên ku nedikariyan ji taxên xwe derkevin, tu alîkarî jî jê re nehat şandin. Penaberên sûriyeyî, neçarî serma û birçitiyê hatin kirin.
HETA CENAZE JÎ WERNEGIRTIN
Li Taxa Armutlu ya Hatayê ku piranî kesên xizan lê dijîn û yek ji taxên muxalîf e, xebat hatin kêmkirin. Hêj jî gelek kavil hene ku tu xebat li ser nehatine destpêkirin. Li bajar hêj jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Ji roja 10’emîn a erdhejê ve êdî bêhn ji bin kavilan hat. Hemû welatiyên ku em li kolanên Armutluyê lê rast hatin, digotin ku ew li benda cenazeyên xwe ne. Welatiyên ku nedixwestin dayik, bav, hevjîn, zarok, xwişk an jî birayê xwe bihêlin, tevî xetereya hilweşîna avahiyên li derdorê jî guh nedidan. Ev qêrîna wan jî dîsa bêbersiv ma. Tîmên ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê çend roj berê bidawîkirin, bi lez û bez hewl didin kavilan rakin. Cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin jî bi betaniyeyan hatin pêçandin û bi rojan li kolanan hatin hiştin. Penaberekî ku ji malbata xwe 7 kes winda kirin, bi rojan li ser cenazeyên xwe sekinî.
DEWLETÊ KON NE VEDA
Ji destpêka erdhejê heta niha yek ji mezintirîn pirsgirêka li bajar, nebûna konan, av û ceyranê ye. Piştî roja 6’emîn li hinek noqteyên diyar ên navçeyên navendî daşirên gerok hatin danîn. Lê belê li navçeya Samandagiyê, di roja 10’emîn de jî hêj tu daşir nehatine danîn. AFAD a ku nekarî daşirên gerok jî organîze bike, li Antakya û Defneyê ku pirsgirêka wan a ceyran û xwegermkirinê heye, konebajar ava kir. Bi rojan li Samandagiyê ew jî nekir. Xelkê bajar li kolanan, li baxçeyan û li ser payarêyan bi derfetên xwe kon vedan. Saziyên cemaweriyê tu organîze nekirin û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê dest bi avakirina bajarê konteyniran kir. Di heman demê de Partiya Azadiya Civakî û Partiya Demokratîk a Gelan jî ketin nava van hewldanan.
‘TERORÎST’ BI HAWARA GEL ÇÛN
Li Hatayê xemgînî û bêxweyîtiyeke mezin hebû. Di dawiya hefteya yekemîn de êdî bajar vala bû. Hatayiyên ku ferq kirîn dê bajar bi salan piştre bê avakirin, êdî dest bi terikandina bajar kirin. Ji ber nasnameya xwe ya ereb-elewî, bi sala ye bajar terkî qedera xwe hatiye kirin û ev rastî di pêvjaoya erdhejê de hîn şênbertir bû. Li bajar hema hema tu avahiyên saxlem neman û bajar veguherî mîna bajarekî xeyalet. Şoreşgerên ku ji roja destpêkê ve bi hawara gel çûn, destê alîkariyê dirêjî xelkê bajar kir. Şoreşgerên ku alîkariya kon, xurek, cil û berg û hwd., ji bo gel birîn, di heman demê de piştevaniya psîkolojîk jî paşguh nekirin. Gelek hemwelatiyên MHP’î, diyar kirin ku ne dewleta ku bi sala ye li pey wê digeriyan lê kesên jê re digotin “terorîst” bi hawara wan çûne. Li bajar êdî tu kes dê mîna berê nebe.
ÇANDA BAJAR JÎ HILWEŞIYA
Bajarê Hatayê ku bi sedan sala ye malavaniya gelek şaristaniyan kiriye, hilweşiya û gelek avahiyên dîrokî jî serûbin bûn. Li gel Mizgefta Habîb-î Neccar ku di sedsala 14’emîn de li Antakyayê hatiye avakirin, avahiya Meclisa Hatayê, Dêra Ortodoks a Rum a Antakyayê, Dêra Katolîk a Latîn a Îskenderûnê, Mizgefta Ulu û bi sedan avahiyên dîrokî jî hilweşiyan an jî ziyaneke mezin gihiştê. Jinûveavakirina bajar dibe ku bi salan bidome lê avahiyên çandî û dîrokî yên bajar xesareke mezin gihiştê.
MA / Tolga Guney