MEREŞ - Kurdên elewî yên li Bazarcixe ji ber îdiaya ku dê konbajar li herêma cihê AKP-MHP’î lê zêde dijîn bifikar in. Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl diyar kir ku ji bo guhertina demografyaya herêmê, erdhej weke amûrekî tê bikaranîn.
Erdhejên bi pileyên 7,7 û 7.6 ên Mereşê li herêmê rê li ber mexdûriyetên mezin vekir. Gelemperiya avahiyan hilweşiyan û yên mayîn jî xesareke mezin gihiştê. Welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyayîn an jî xesar gihiştiyê, di nava şert û mercên giran de dijîn. Şêniyên ku rojên ewil ên erdhejê di bereqe û konan de diman, piştre derbasî konên AFAD’ê bûn ku li deverên cuda yên bajar hatine vedan. Welatiyên ku naxwazin li konbajarên AFAD’ê bimînin, hêjta di bin heman kon û bereqeyan de dimînin. Heta niha jî alîkariya konan negihiştiye gelek gundên bajar û navçeyan.
PLANA KOÇBERKIRINÊ
Xelkê bajar û gundan ên me pê re hevdîtin kirin, mereq dikin bê ka dê heta kengî di konan de bimînin. Şert û mercên zivistanê zehmet in, hewa gelek sar e û termometre gelek caran di bin sifirê de pileya 8’an nîşan dide. Welatî balê dikişînin ser zehmetiyên jiyana li konbajaran û dibêjin ku her çend ji bo demekî be jî dixwazin li konteyniran bên bicihkirin. Daxwaza welatiyan avakirina konteyniran e û nayê zanîn bê ka ev daxwaza wan dê kengî bi cih bê. Lê belê tê gotin ku dê konteynir li jîngeha li hemberî Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê ku weke Bazarcixa Jor tê binavkirin, bên danîn. Li jîngeha behsa mijarê gelemperî alîgirên MHP û AKP’ê dijîn. Ev yek jî di nava kurdên elewî de rê li ber fikaran vedike. Kurdên elewî balê dikişînin ser komkujiyên di demên berê de li dijî wan hatine kirin û dibêjin ku heke bajarê konteyniran li Bazarcixa Jor were avakirin, ev yek dê li herêmê rê li ber pêleke mezin a koçberiyê veke.
TOGRUL: CARA EWIL ME XWE GIHAND VÊ DERÊ
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl ku bi roja ye li herêmê hewl dide birînên mexdûrên erdhejê derman bike, ketiye nava heman şik û gumanan. Parlamenter Togrûl, têkildarî geşedanên li herêma erdhejê û îdiayên heyî bi ajansa me re axivî. Togrûl, da zanîn ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve hatin bajar û bûne şahidê wêraniyeke mezin. Bi domdarî Togrûl anî ziman ku hêza cemaweriyê di rojên ewil ên erdhejê de xwe negihandibû gundên bajar û navçeyan û wiha got: “Di 4 rojên ewil ên erdhejê de dewletê nekarî xwe bigihîne van devaran. Ne dewlet û ne jî AKP hebû. Li gel ku dizanîn dê erdhej çêbibe jî, tu amadekarî nehatibûn kirin. Windahiyên pir mezin hene.”
Di berdewamê de Togrûl destnîşan kir ku wan Navenda Koordînasyona Krîzê li gundê Hasankoca ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cara ewil, navenda me xwe gihand gundan. Di roja ewil de pêdivî bi nan û avê hebû. Niha jî pêdivî bi kon û sobeyan heye. Di rojên pêş de jî dê hewcehî bi konteyniran bibe.”
‘HEWL DIDIN XELKÊ BITIRSÎNIN’
Togrûl, anî ziman ku ji bo guherandina demografyaya herêmên kurdên elewî, erdhej weke firsendek tê bikaranîn û çavdêriyên xwe wiha vegot: “Ji demên pir berê heta niha dewletê her tim hewl da ku demografyaya herêmên kurdên elewî biguherîne. Ev plan, belavî demekî dirêj kiribûn. Deşta Narliyê li gel ku ji bo çandiniyê yek ji deverên herî behemdar e, li kêleka wê febrîqeyên du şîrketên mezintirîn şîrketên çîmentoyê yên Tirkiyeyê hatin çêkirin. Dibêjin ku dê sergoya Mereşê birijînin vê derê. Her wiha niha hewl didin Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mereşê li jêra gundê Çîgliyê çêbikin ku ev dever jî ji bo çandiniyê yek ji deverên herî berhemdar e. Bûyerên Mereş û Bazarcixê li vê herêm qewimî bûn. Hewl didin mirovan bitirsînin. Pêşniyara me ew e ku welatî cihê xwe bernedin.”
NÎQAŞA BAJARÊ KONTEYNIRAN
Bi domdarî Togrûl got ku piştî erdhejê tê payîn ku bajarê konteyniran li Bazarcixa Jor were avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek dê rê li ber pêla koçberiyê veke. Dewlet bi israr dixwaze konteyniran li Bazarcixa Jor ava bike. Kurdên elewî yên li Bazarcixa Jêr dijîn jî naxwazin biçin wê derê. Ev yek dê bike ku berê xwe bidin derveyî welat û xaka xwe biterikînin. Ji bo guherandina demografyaya herêmê, erdhejê weke amûrekî bi kar tînin. Li kîjan deverê daxwaza mirovan hebe, divê ev konteynir li wir bên avakirin. Dikarin li Bazarcixa Jor bajarê konteyniran ava bikin lê divê li Bazarcixa Jêr jî bê çêkirin. Ji bo xelk biçe derveyî welat, wan teşwîq dikin. Hejmareke kêm a kurdên elewî ma ye. Banga min ew e ku ji bo xelk warê xwe biterikîne bila erdhejê weke amûrekî bi kar neyînin.”
MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok