ÊLIH/AMED - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Êlihê aqûbeta Cuneyt Aydinlar û li Amedê jî li kujerên Bedriye Gumuş pirsîn.
Li Êlihê Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 568’emîn de li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiya ku li ber Peykerê Mafên Mirovan hat lidarxistin de wêneyên windayan hatin hildan. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz axivî û serpêhatiya Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoya Stenbolê di binçavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin parve kir.
Yildiz da zanîn ku Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 90’î de ji Amedê ji bo xendina zanîngehê diçe Stenbolê û li Zanîngeha Stenbolê beşa îktisadê dixwîne û polîs wî li Bakirkoyê dikin binçavan û wek her windakirî wî jî dibin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Gayrettepeyê. Yildiz anî ziman ku di binçavan de îşkenceyek giran li Aydinlar hatiye kirin û 14 kesên li gel Aydinlar di binçavande bûne tên girtin û piştî tên girtin bi rêya parêzerên xwe dibêjin ku Aydinlar di 20’ê sibatê de hatiye binçavkirin û wî heta 2’yê adarê dîtine û şûnve wî nedîtine. Yildiz got ew koma girtî gotine ku polîsan gefên kuştinê li Aydinlar xwarine.
Yildiz da zanîn ku her çiqas doza derbarê windakirina Aydinlar de hat vekirin jî lê bi hêceta demboriyê bi biryara neşopandinê hat bidawîkirin.
AMED
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê jî ji ber karesata erdhejê vê hefteyê çalakiya xwe li dar nexistin û daxuyanî nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de serpêhatiya Bedriye Gumuş a li Nisêbîna Mêrdînê di 17’ê sibata 1992’yan de ji aliyê leşkeran ve tê qetilkirin hat parvekirin û hat xwestin ku kujerên Gumuş demildest werin dîtin û darizandin.