Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir

  • rojane
  • 14:31 16 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bang li Serokkomarê AKP’yî Erdogan kir ku ji ber krîza erdhejê bi rê ve nebiriye îstîfa bike û got: “Êdî qewirandina vê îktidarê deynê stûyê me ye.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê bi karesata erdhejê re rûbirû ma serdana mexdûrên erdhejê kir. Bûldan li konan geriya û li rewşa mexdûran pirsî. Bûldan piştî serdana welatiyan daxuyanî da. 
 
Bûldan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şîfayê ji birîndaran re xwest û dest bi axaftina xwe kir. Bûldan da zanîn ku li gel 11 roj in erdhej çêbûye hê jî gelek mirov di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne û got: “Em dizanin ku hê jî canên me ku di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne hene. Divê ewilî mirov ji bin xirbeyan bên derxistin û paşê jî xirbe bên rakirin. Ev yek girîng e. Lazim e ji xebatên ku laşe mirovan xera dikin dûr bikevin. Gelek mirovên me birîndar hene. Em selametiya xêrê ji wan re dixwazin.” 
 
'YÊN KU DIVÊ ÎSTÎFA BIKIN TILIYA XWE JI ME RE DIHEJÎNIN’ 
 
Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Em wek HDP’ê 11 roj in li herêmên erdhejê serdana xelkê xwe dikin û em dibin hevxemên êş û karesata hatiye serê wan. Em hewl didin birînên xelkê xwe bipêçin. Lê du sê rojên ewil ên erdhejê îktidara AKP-MHP’ê ku li tu cihî xuya nekir, di rojên dawî de derket holê û alîkariyan me asteng dike. Me dît ku îktidar ji alîkariya HDP û pêkhateyên wê, rêxistinên sivîl û bi milyonan gelê me û dilxwazan re bû asteng. Helbet ev wêne wek tabloyek reş derbasî dîroka Tirkiyeyê bû. Wêneyê ku 20 sal in ka çawa welat bi rê ve dibin derket holê. Em di hemû karesatan de bi zîhniyetek mudaxileyê ya îktidarê re rûbirû man. Însan dixwazin alîkariyê bikin û dest bidin destê hev lê îktidar asteng dike û mirov bi astengiyan re rûbirû man. Hewce yên ku îro îstîfa bikin, lê tiliya xwe ji xêrxwaz û dilxwazan re dihejînin. Hewce yên îro îstîfa bikin, mudaxileyî kesên ku alîkariyê digihînin mexdûran dikin. Heke bi vê îktidarê re hinek wîjdan, hinek rû hebûya wê di roja ewil de di serî de Serokkomar hemûyan îstîfa bikira. Lê mixabin bi wan re ne ew wîjdana îstîfayê û ne jî rûyê îstîfayê heye. 
 
EM Ê GELÊ XWE BI TENÊ NEHÊLIN 
 
Em carek din gazî îktidarê dikin, ji xêrxwaz û dilxwazan re nebin asteng. Dest jê berdin bila mirov hestên piştevaniyê berfireh bikin û bila bi hestên wîjdanê birînên hev bipêçin. Bila xelkê me gavek berê gavekê ji bin van xirbeyan rizgar bibe. Me îro li Islahiyeyê carek din dît ku mudaxileyî ekîba alîkariyê ku ji başûrê Kurdistanê hatine kirine. Alîkariya wan hatiye astengkirin û nehiştine tev li xebatan bibin. Bi sedan mirov ji bo alîkariyê hatiye lê destûr nayê dayîn ku ji konên xwe derkevin. Wîjdan û ehlaqek wisa li ku hatiye dîtin. Heke hûn pêk nayînin berdin em bikin. Em xwedî wê hêz û îradeyê ku bikin. Me tu rojê gelê xwe bi tenê nehişt û em ê ji niha şûnve jî bi tenê nehêlin. 
 
TABLOYA ŞERMÊ 
 
Duh qeyûm tayînî embara me ya li Bazarcixê kirin. Ev jî bila wek tişta ewil derbasî dîrokê bibe, bila ev jî wek tabloya şermê derbasî dîroka Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Tu ravekirina ku gefa binçavkirinê li dilxwazên me hat xwarin û desteserkirina alîkariyê nîne. Min duh jî got, niha jî dibêjim; Em ê wê alîkariyê bigihînin gelê xwe. Heta hûn dixwazin asteng bikin, lê hûnê bi ehlaq û wîjdanê xwe re rûbirû bimînin. 
 
QEWIRANDINA AKP’Ê DEYNÊ STÛYÊ ME YE 
 
Em ê têbikoşin ku di demek kin de birînên xelkê xwe bipêçin û êşa wan aş bikin. Êdî qewirandina îktidara AKP-MHP’ê deynê stûyê me ye. Ji vê saetê şûnve têkbirina îktidara wan deynê stûyê me ye. Em soz didin gelê xwe. Sindog kengê tên danîn bila bên danîn, hilbijartin kengê tê kirin bila bê kirin, helbet em niha ne di wê dema ku hilbijartinê biaxivin de ne, lê belê kengê dikin bila bikin, ji bo em vê îktidarê biqewirînin em ê bi gelê xwe re her cure xebatê bikin û ji bo ew di wan sindoqan de têk herin wê têkoşina me bidome.” 
 
 

Sernavên din

17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne
09:26 Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin
09:01 ‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'
09:00 ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN
08:51 Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin
15/02/2023
23:16 Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin