Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin

  • rojane
  • 14:01 16 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hatin ba hev, damezirandina Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê ragihandin. 
 
Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ked û pîşeyî hatin ba hev û damezirandina Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê ragihandin. Civîna çapemeniyê li Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê hate lidarxistin û pankartên “Ne erdhejê lê pergala we ya rantxwir a rizî kuşt! Em ê bi piştevaniyê rê li ber hilweşînê bigirin” û “Piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin.
 
HEWLDANA JI BO ÇARESERKIRINA PIRGIRÊKÊN LEZGÎN
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Şevîn Kaya da zanîn ku di erdhejê de li 10 bajaran bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi sedhezaran birîndar bûne û bi milyonan kes jî ji pêdiviyên xwe yên cihê mayînê, xwarin, tenduristî û hwd. bêpar mane. Kaya, wiha domand: “Pir eşkere ye ku dewletê û saziyên wê ji kêliyên desptêkê yên erdhejê heta niha mudaxaleyeke baş nekir. Gelek partiyên siyasî, sazî, ode, sendîka, komele û înîsyatîfên sivîl ên li Enqereyê, bi feraseta ku piştevanî û seferberî dide jiyîn; torên alîkariya mirovî ava kirin û hewl dan pirsgirêkên lezgîn çareser bikin. Ji bo ku vê tora piştevaniyê bi aqileke hîn bêhtir kolektîf koordîne û organîze bikin û mezintir bikin, me Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê ava kir.” 
 
‘ERDHEJKE MEZIN E BANDORA WÊ JÎ MEZIN E’ 
 
Bi domdarî Kaya anî ziman ku erdhej li cihekî mezin çêbûye û encamên wê jî dê mezin bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê jî divê em amadekariyên pêwîst, tîm û binesaziya pêwîst ava bikin. Em ê li helêkê ji bo pirgirêkên lezgîn çareseriyan peyda bikin û li hêla din jî pêvajoya piştevaniyê ya pêş birêxistin bikin, koordîne bikin û bikin ku domdar be. Me xwest bi vê platformê bibin bersiv. Ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêma erdhejê lê ji bo piştevaniya bi birîndar, pitik, zarok û mexdûrên erdhejê yên anîn Enqereyê jî em ê hewl bidin. Platorma weke platformeke neguher nehatiye avakirin. Dê bi demê re bêhtir bibandor be û bêhtir berfireh bibe. Di halê hazir de em ê di mijarên weke cihê mayînê, alîkarî, veguhestin, neqliye, xurek, xwarin, alav û amûr, cil û berg, tenduristî, alîkariya psîkolojîk, ragihandin û medyaya civakî, alîkariya hiqûqî, zarok, astengdar, perwerde, ciwan, jin û penabaran de alîkar bibin. Banga me ji bo her kes û saziyên di van qadan de xwedî agahî û tecrûbe, tev li navnîşanên me yên ragihandinê bibin. Banga me ji bo hemû partiyên siyasî, sazî, ode, sendîka, komele û înîsiyatîfan ew e ku tev li vê xebata kolektîf bibin.” 
 
99 SAZIYÊN TEV LI PLATFORMÊ BÛNE 
 
Navên 99 saziyên di Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê de cih girtin ev in: “Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Komeleya 17’ê Gulanê, Sendîkaya Tum Emeklîler a 2021’ê, Komeleya Jinên 29’ê Cotmehê, Federasyona Elewî Bektaşî, Rojnameya Alinterî, Konfederasyona Yekitiya Hêzan a Anatoliyayê, Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anatoliyayê, Jinên Anarşîst, Foruma Anitparkê, Komeleya Ziman Çand Hunerê ya Anka, hewldana 78’iyan a Enqereyê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê, Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê, Komeleya Piştevaniyê ya Enqereyê, Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê, Komeleya Malbatên Keskesorê ya Enqereyê, Meclisa Karkeran a Enqereyê, Platforma KHK’iyan a Enqereyê, Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Piştevaniya Parêzeran, Komeleya Jinana Nû ya Batikentê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Enqereyê, Baskê Jinan a CHP’a Enqereyê, Federasyona Komeleyên Hîtît Çorûmê, Partiya Gel a Komarê ya Enqereyê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Demokrasî, Aştî û Lêkolînkirina Polîtîkayên Alternatîf, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk, Komeleya Gel a Demokratîk, Dev-Guç, Federasyona 78’iyên Şoreşger, Tevgera Şoreşger, Partiya Karkeran a Şoreşger, Partiya Şoreşger, Weqfa Çandê ya Dîvrîgî, Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Enqereyê, Partiya Kedê, Partiya Tevgera Kedkar, Komeleya Xwegihandina Bêastengî, Partiya Sosyalîst a Bindestan,  Tora Piştevaniya Koçberan a Enqaereyê, Halkevlerî, Kongreya Demokratîk a Gelan, Partiya Demokratîk a Gelan, Piştevaniya Jinan a Îlmek, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê, Dibistana Mafên Mirovan, Atolyeya Qebehatan, Platforma Em ê Pêşî li ber Cînayetên Jinan Bigirin, Weqfa Piştevaniya Jinan, Tora Parastina Jinan, Tevgera Kaldiraçê, Kaos GL, Karala, Federasyona Komeleyên Demokrat a Qers û Bajarên Derdorê, Şaxên KESK’ê yên Enqereyê, Platforma KHK'iyan, Alîkariya Karesatan a Mamakê, Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê, Yekitiya Milkiyeyiyan, Komeleya Mezûnên ODTU’yê, Civaka Avahîsaziyan a ODTU’yê, Kolektîfa Xwendekaran, Platforma Jina Hevpar, Komeleya Piştevanî û Çandê ya Pulurê, Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Enqereyê, Partîzan, Pembe Hayat, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Înîsiyatîfa Na ji Rêya Rantê re, Roof Coliving, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî, Komeleya Nêzikatiyên Ciwan a di Tuduristiyê de, Rojnameya Solfasol, Komeleya Demokrasiya Sosyal, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Enqereyê, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Tevgera Jinan a Sosyalîst, Rêxistina Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst a Enqereyê, Tora Piştevaniya Wekheviya Zayenda Civakî, Komeleya Psîkologana ji bo Piştevaniya Civakî, Hiqûqa Civakî, Partiya Azadiya Civakî, Sendîkaya Hemû Kedkaran, Weqfa Piştevanî û Çandê ya Dêrsimê, Komeleya Psîkologên Tirk, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Komeleya Piştevaniya Karkeran a Navneteweyî, Umut Sen, Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê, Konseya Bajar a Yenîmehalleyê, Partiya Çep a Kesk û Komeleya Hemwelatiyê” 
 

Sernavên din

17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne
09:26 Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin
09:01 ‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'
09:00 ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN
08:51 Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin
15/02/2023
23:16 Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin