Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne

  • rojane
  • 13:55 10 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Welatiyên ku piştî seferberiya HDP’ê tev li xebatan bûn bertek nîşanî astengkirina alîkariyan ên îktîdarê dan û wiha gotin: “Tu kes nikare alîkariyên gel şandine asteng bike. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi vê erdhejê re îktîdar jî di bin kavilan de bimîne.” 
 
Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê di roja 5’an de berdewam dikin. Mexdûrê erdhejê banga alîkariyê dikin û îktîdar jî xwe li bêdengiyê dide. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatiyên serbixwe ji bo alîkarî û piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re seferberî dan destpêkirin. Welatî hem hewl didin kesên di bin kavilan de mane rizgar bikin û hem jî pêdiviyên kesên di sir û seqemê de têkoşîna jiyanê dididin pêşwazî bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di vê çarçoveyê di roja ewil a erdhejê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin û seferberî ragihand. Di çarçoveya kampanyayê de bi sedan TIR’ên alîkariyê kom kirin û ji herêmên erdhejê re şand. Rêxistinên HDP’a Stenbolê jî di vê çarçoveyê de zêdetirî 15 TIR’ên alîkariyê şandin herêmê. Welatiyên ku tev li kampanyayê bûn, tevî astengkirinên îktîdarê jî banga piştevaniyê dikin. 
 
LI DIJÎ ÎKTÎDARÊ PIŞTEVANIYA GEL
 
Ji welatiyan Serkan Yilmaz got ku ji ber erdhejê pir xemgîn in û wiha got: “Ji bo piştevaniya bi xelkê herêmê re li bajar hemû kes bû yek. Dilê me bi gelê me re ye. Bi roja ye dilê me dişewite. Îktîdara ku 20 sal in li ser peywirê û di her karesatê de ji gel pereyankom dike, îro ji bo gel tu tiştekî nake. Em niha li rêxistina HDP’a Esenyurtê ne. Hemû gel niha piştevaniyê bi rêxistina navçeya me re dikin. Em dixwazin xwe bigihînin her devera Tirkiye û Kurdistanê. Niha ji her derdorên cuda mirov li vir in û hemû derfetên xwe bi kar tînin. Heta niha 4 TIR ji navçeyê hatine şandin. Hêvîdarim ev alîkarî bigihijin gelê me. Em li dijî wê pergala ku nahêlin alîkarî bigihijin gelê me ne. Em ê birînên erdhejê bi hev re bicebirînin. Gelê me bi tenê nîne. Bi rojan e di bin kavilan de ne. Vê îktîdarê gel terkî mirinê kir. Tu kes nikare pêşî li ber alîkariyên gel bigire. Em di wê baweriyê de ne ku dê îktîdar bi vê erdhejê re di bin kavilan de bimîne.” 
 
‘TEKANE TIŞTA ÎKTÎDAR DIKE OHAL E’ 
 
Huseyîn Akbaş jî xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Gelek erdhej bi serê gelê me hatin û êşên wan gelek kûr in. Em dixwazin ji vê êşê re bibin bersiv. Gelê me bi ruhê serferberiyê beşdar bû. Ji roja ewil heta niha bi sedan hevalên me bi şev û roj alîkariyê didin. Îktîdar, ji bo xwe nahêle gel xwedî li hev derkeve. Lewma jî OHAL ragihandin.” 
 
‘KURDISTAN WÊRAN BÛYE’ 
 
Welatiya bi navê Îpek Çakan jî destnîşan kir ku alîkariyên HDP’ê tên astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Canê me diêşe. Ya ku ji destê me tê em ê bikin. Nahêlin ku alîkariyên me bigihijin ber destê gel. Em ji bo wan têdikoşin. Hawar û qêrînên wan tên guhê me û em nikarin li malên xwe bisekinin. Her tim vê pergala qirêjî li kurdan ferz dikin. Dest, ling, serê zarokan di bin kavilan de xuya dikin. Tu alîkarî neçûne wê derê. Bila wan ji bin wan kavilan derxînin. Îro her devera Kurdistanê wêran bûye. Em li vê derê alîkariyên tên dikin paket û kolî. Hêvîdarim ev alîkarî bigihijin wan. Banga min ji bo tevahiya gel ew e ku bi destê hev bigirin û tişta ku ji destê wan tê bikin.” 

Sernavên din

10/02/2023
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye
22:39 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest danegihîşt 17 hezar û 406’an
21:58 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 17 hezar û 134 kesan
21:53 Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan
21:52 Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir
21:33 Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da
21:31 Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet?
21:03 Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye
20:20 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana malbatên qurbaniyan kir
19:57 Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin
19:50 KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye
19:47 Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin
19:34 Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye
19:08 Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor