Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya piştî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan zext û binçavkirinên dest pê kirin jî ji herêmên erdhejê geşedanan radigihînin. 

 
Li navçeya Bazarcixa Mereşê di 6’ê sibatê de du erdhej bi pileya 7.7 û 7.6 çêbûn. Erdhejê bandor li ser Mereşê û 9 bajarên din kirin û hejmara miriyên di erdhejê de zêde dibin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li herêmên erdhejê Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Erdogan ê sê roj şûnve çû herêmên erdhejê û heqaret li mexdûrên erdhejê û muxalefetê kir û kesên kampanya hilbijartinê bi rê ve dibin, kir hedef. 
 
Bi ragihandina OHAL’ê re gefên li dijî rojnamevan û kesên kampanyayên ji bo hilbijartinê bi rê ve dibin zêde bûn. Duh li gel ku rojnamevan hatin binçavkirin jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) ji Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê geşedanên têkildarî rewşa erdhejê radigihînin. 
 
21.58 - HEJMARA QÛRBANIYAN DERKET 17 HEZARÎ
 
AFAD’ê da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 17 hezar û 134 kesan.
 
21.53 - Nûçegihanê me Mehmet Guleş ku bi tevî dilxwazê erdhejê ve li Amedê bi îdiaya “belavkirina agahiyên şaş” hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
21.52 - Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş banga piştevaniyê kir û wiha got: “Divê niha bi koordînasyoneke bilez û bibandor re xwe bigihînin her kavilê, her mexdûrekî erdhejê.”
 
21.33 - 3 gundên Bazarcixa Mereşê ku MA’yê cara ewil dîmenên wan girt, herî kêm 156 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lig undan ku merasîma cenazeyan bi awayekî giştî tê kirin, zêmar olan didin û gotina “Min dostê xwe yê qedîm winda kir keko” vê êşa bêtarîf xulase dike.
 
21.31 - Gundên Nûrdagiyê bûne kavil. Yek ji şêniyên Keferdîzliyê Hasan Yerebakmaz wiha bertek nîşan dide: “Navê AFAD’ê jê re dibêjin, wê demê ka AFAD? Dibêjin dewlet, ka dewlet?”
 
21.03 - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer çû serdana herêmên erdhejê û wiha got: “Devlet li holê nîne. Gel bi tena serê xwe ye.”
 
19.57 - 5 KES HATIN DERXISTIN
 
Li Apartmana Akar a 9 qatî ku di kolana 482’yemîn de li ser Cadeya Emek a navçeya Rezanê hilweşiya yek ji pitik 3 kes li Apartmana Işxak a heman navçeyê jî cenazeyê 2 kesan hatin derxistin. 
 
19.50 - KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir û got: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên kurdan dikin ku di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hestên mirovahiyê, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin."
 
19.47 - BI PIŞTGIRIYA GEL LI SER PÊYA NE
 
Welatiyên ku Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Semsûra di erdhejê de nêzî hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan serdana wan kir, diyar kirin ku li bajêr dewlet nîne û anîn ziman ku bi xwarin û vexwarina gel ji wan re tîne li piyan dimînin. 
 
19.34 - Li navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didomin. Her ku diçe ji kesên di bin kavilan de ne hêvî tê birîn. Xebatên rizgarkirinê her çiqas tê kirin jî lê têr nake. Xebatên lêgerînê yên li taxên Yenî û Fatîhê bi dawî bûn. Hê jî li navçeyê gelek avahî hene ku lêgerîn lê nehatiye kirin. 
 
19.08 - OHAL HAT QEBÛLKIRIN
 
OHAL’a ku wê 3 mehan li 10 bajarên ku erdhej lê bi bandor bû derbasdar be, ji aliyê Meclisê ve hate qebûlkirin û kete meriyetê.
 
19.04 - Hejmara qurbaniyên di erdheja ku navenda wê Mereş e, ji hejmara qurbaniyên erdheja Marmarayê derbas bû. 
 
17.09 - 18 HEZAR NAN HATIN ŞANDIN 
 
Li Şirnexê kampanyaya ku Dayikên Aştiyê dan destpêkirin berbelav dibe. Di rojekî de 18 hezar û 200 nan hatin berhevkirin û bo mexdûrên erdhejê hatin şandin. 
 
17.03 - SERGOLAN WÊRAN BÛYE
 
Kavilên avahiyên hilweşiyayî yê navçeya Sergolanê ku di erdhejê de wêran bûye, mîna roja ewilî hêj li şûna xwe disekinin. Navçe wêran bûye û xelkê navçeyê dibêje tu hêviya wan nema ye û qet nebe bila cenazeyên wan ji bin kavilan bên derxistin.
 
16.51 - Cenazeyên li Osmaniyeyê ji bin kavilan hatin derxistin, li bûzxaneyan û mezbaxaneyan tên sekinandin. 
 
16.37 - XELKÊ ELBISTANÊ BI TENÊ HATIYE HIŞTIN 
 
Li Elbistanê ku bandor ji erdhejê girtiye, hema bibêje mirov bi tenê hatine hiştin. Li navçeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî erdhejê bi du rojan hatin destpêkirin, lê ne av, ne ceryan û ne jî konekî ku gel lê bimîne û xwe germ bike tune ye. 
 
16.16 - Şivan Goktumur ku li Amedê dikana wî ya donerê heye, deriyê dikana xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekir û piştevaniya xelkê xwe dike. 
 
16.15 - ŞanoWan û Aryen Kom ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ber bi Hatayê ve bi rê ketin. 
 
PIŞTÎ 83 SAETAN HAT RIZGARKIRIN
 
16.12 - Di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên Elbistanê de 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin. 
 
16.11 - Li Antakyayê piştî 83 saetan ji bin kavilên avahiyekê zaroka bi navê Melda Ataş hat rizgarkirin. 
 
15.55 - Seroka ÎTO’yê Nergîs Erdogan da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya li herêmên erdhejê serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar didin lê bersiva wan nayê dayîn û wiha got: “Divê Odeyên Bijîşkan neyên astengkirin.” 
 
15.42 - OHAL’a ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji bo herêma erdhejê ragihand li Meclisê tê nîqaşkirin.
 
15.31 - Li Amedê di bin kavilên Apartmana Cengîzlerê de hê jî gelek kes hene. Kesekî ku xizmên wî di bin kavilên avahiyê de ne diyar kir ku xebatên tên kirin bi piranî ji bo xelaskirina pereyên Akbankê ya di bin avahiyê maye tên kirin û wiha bertek nîşan da: "Ketine etra xelaskirina pereyên bankayê." 
 
15.20 - ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANAN
 
Nûçegihanê me Mehmet Guleş û welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Guzel ku bi awayekî dixwaz tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûye, hatibûn binçavkirin. Di bin çavan de pirsa “Guzel got ‘AFAD li vir tune ye’ yan na?” ji Guleş hate kirin. 
 
15.12 - Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ku ji bin kavilên erdheja li Meletiyê hatin derxistin, ji bo veşartinê şandin Stenbolê. 
 
15.01 - 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan. 
 
14.32 - DEMÎRTAŞ: PIRSGIRÊK ERDOGAN E 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bang li Serokkomar Erdogan kir û wiha got: “Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan.” 
 
14.30 - Xebatkarên Maseya Krîzê yên HDP’ê diyar kirin ku ji Semsûra wêran bûyî dewlet tenê bi dengê sîrenan hebûna xwe nîşan dide û banga piştevaniyê kirin. Suleyman Bayram ê li Amedê mala wî hilweşiya piştî pêçana birînên xwe çû Semsûrê. 
 
14.30 - Polîsan TIR'a alîkariyê ya ku HDP'a Mêrdînê ji bo Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Meletiyê desteser kirin. 
 
14.21 - ALÎKARIYA BOTANÊGIHÎŞT DÎLOKÊ
 
TIR’ên alîkariyê yên ji Botanê hatibûn şandin gihiştin Dîlokê. Alavên pêdiviyan ji hêla Maseya Krîzê ya HDP’ê ve bi awayekî organîzeyî tên belavkirin. 
 
14.13 - Li Hataya ku kareseta erdhejê lê çêbûye tîm û amûrên rizgarkirinê kêm in û kavil nehatine rakirin û van tîman xwe negihandiye gundewaran. Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik ku li herêmê ye got mirovên ku tên rizgarkirin jî dibe ku ji nexweşiyên şewbê bimirin. 
 
14.00 - HEJMARA MIRIYAN DERKET 14 HEZAR Û 14 KESAN
 
Serokkomar Erdogan diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan. 
 
13.51 - Seroka DTO’yê Dr. Elîf Turan da zanîn ku ew tevî gelek tîmên tenduristiyê yên dilxwaz re li herêmên erdhejê dixebitin û wiha got: “Êdî her kêlî pir krîtîk e.” 
 
13.31 - Welatiyê bi navê Cûma li Antakyayê ji bo rizgarkirina biraziya xwe ya bi navê Kevser ku hêj pitik e, destê xwe da birîn û piştre jî jiyana xwe ji dest da. 
 
13.18 - 152 KES HATINE VEŞARTIN
 
Li Amedê ku bandor ji her du erdhejên Mereşê girtin, herî kêm 182 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Goristana Yenîkoyê 152 kes hatin definkirin. 
 
13.07 - ROJNAMEYAN BERDEVKIYA ERDOGAN KIR 
 
Rojnameyên medya tirk piştî daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku heqaret li kesên dibêjin, “dewlet tune ye” kir, manşetên wek “Dewlet li ku ye” û “Dewlet tune ye piştevanî heye” derketin. Medya havûz a tirk carek din kavilan ji nedîtî ve hat û daxuyaniya Erdogan di manşetên xwe de nivîsand. 
 
12.48 - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku li Rihayê ji 253 avahiyên nikarin bên bikaranîn tenê di 19’an de hatin kirin, bi dawî bûn. 
 
12.31 - Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku wan di bin banê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseyeke krîzê ava kirine û 82 saziyên sivîl ên Amedê pêk tê ew di nava koordînasyonekê de dixebitin.
 
12.21 - LI HEREMÊN ERDHEJÊ REWŞA HEWAYÊ 
 
Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên li Bazarcixa Mereşê çêbûn, li Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene û Osmaniyeyê bûn sedema rûxandineke mezin. Li herêmên erdhejê ku sir û seqema zivistanê xwe li wan girtiye, germa hewayêm di biniya sifirê de ye. 
 
12.03 - ULKUCIYAN JINEKÊ ŞÊLANDIN
 
Komên ulkucî yên di bin navê “dilxwazên" AFAD’ê de hatine navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejê ye, dest bi şêlandina mexdûrên erdhejê kirin. Ulkuciyan 2 hezar û 350 Euro û 16 zêrên tam ên mexdûra erdhejê Asiye Kuşne jê stendin. 
 
11.44 - Welatiyên ku li ber kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê sekinandî û li benda xebereke bi xêr in, anîn ziman ku saziyên dewletê ne li cem wan in û wisa bê çare li benda xeberekê bi xêr in. 
 
11.43 - Endamê Akademiya Zanistê Erdnas Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê nirxandinên girîng kir. Gorur, wiha got: “Em li bendê ne ku li Stenbolê herî kêm bi pileya 7.5 erdhej pêk bê. Em li bendê bûn ku erdhejeke biçûktir çêbibe lê xesara li Stenbolê dê ji ya Mereşê zêdetir be.” 
 
11.07 - CENAZEYAN BI KAMYONAN DIKIŞÎNIN 
 
Wezîfedarê AFAD’ê ku li navçeya Nûrdagiyê xebata rizgarkirinê didomîne diyar kir ku xebat hêdî tên birêvebirin û cenazeyan bi kamyona hafriyatê dikişînin. 
 
11.03 - Li Semsûrê ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, derket holê ku peywirdarên AFAD'ê yên ku piştî 36 saetan hatin, neperwerdekiriyên ku kincên "dilxwazan" li wan hatine kirin. 
 
10.57 - Li Semsûrê bi hezaran kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne û malbatên wan li ser kavilan bi hêviya rizgarkirina wan in. Ahmet Şahîn ku piyên dayika wî di bin kavilan de xuya dikin wiha dibêje: “Ev bû sê roj li wir e. Mirî ye lê em dixwazin êdî cenazeyê xwe defin bikin.” 
 
 
10:127 - Li taxa Cengîz Topel a navçeya Bazircixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, 4 roj şûnve korîdora jiyanê hat vekirin û 3 kesên sax di bin kavilê avahiyekê de mabûn hatin rizgarkirin. 
 
10.11 - XELK XWE BI XWE BIRÎNÊN XWE DIPÊÇE
 
Hat diyarkirin ku li gundê Keferdiz ê navçeya Nûrdagiyê ku 3 hezar welatî lê dijîn li gel ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî tîmên AFAD’ê xebata rizgarkirinê nedane destpêkirin.
 
09.46 - Adem Kara yê li Meletiyê di erdhejê de tiştên hatin serê wan anî ziman û wiha got: “Em du rojan tî û birçî man. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê qet nebûn. Me got qey tenê li Meletiyê erdhej çêbû.
 
08:03 - AFAD'ê daxuyand ku hejmara miriyan saet ji 07.45'ê 9'ê sibatê ve gihîştiye 12 hezar û 873’an. 
 
08:00 - HEJMARA MIRIYAN GIHÎŞT 12 HEZAR 391 KESAN
 
AFAD’ê daxuyand ku ji saet 03.00’ê 9ê sibatê ve hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 391 kesan. 
 
00.40 - LI RIHAYÊ HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 127 KESAN 
 
Li Rihayê hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 127 kesan û gelek kes hê jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. 
 
00.34 - SEWQKIRINA BIRÎNDARAN DIDOME 
 
Li herêmên erdhejê 44 welatiyên birîndar ku zarok jî di nav de hene û 10 refakatvan bi balafirê seqî nexweşxaneyên li Stenbolê kirin. 
 

Sernavên din

09/02/2023
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin
15:01 Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
15:00 Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
14:56 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan
14:55 Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye
14:34 Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye
14:16 Girtîgeha Mereşê hate valakirin
14:05 Biryara Rewşa Awarte berpêşî meclîsê hat kirin
14:05 Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî
14:04 Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê
13:57 Bacên erdhejê bi çeteya 5 kesan dan xwarin
13:56 Pisporê erdhejê Karabûlût: Berpirsyarê vê komkujiyê desthilat e
13:56 3 neviyên wî jiyana xwe ji dest dan: Me bi xwe cenaze derxistin
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN