Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye

img

DÎLOK- HDP, serdana Islahiyeyê kir ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye. Şandeyê anî ziman ku destûra alîkariyên ji derve tên nayê dayîn û got: “A k udi bin kavilan de maye desthilata AKP-MHP’ê ye.”

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Cîgira Hevserokatiya Giştî  ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Beycan Taşkiran, parlementerên HDP’ê Mûazzez Orhan Işik, Mahmût Togrûl û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana navçeya Islahiye ya Dîlokê kirin ku di erdhejê de ji nîviyê wê bêtir hilweşiyaye. Di serdanê de HDP’î û yên bi wan re destnîşan kirin ku desthilatê Islahiyeyê bê xwedî hiştine. Welatî gava çav bi heyete ketin giliyên xwe anîn ziman û gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in.

'A DI BIN KAVILAN DE MAYE HIKÛMET E’

Piştî serdana li navçeyê daxuyanî hat dayîn. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ku li vir axivî got ku li Islahiyeyê rûxandineke mezin heye. Togrûl da zanîn ku tîmên pispor nikarin xwe bigihînin vê rûxandinê û got: “Gel bi derfetên xwe cenazeyên xwe ji bin kavilan derdixe û mirov agahiyê ji komên tenduristiyê nagirin. A di bin van kavilan de maye, desthilata AKP-MHP’ê ye. Organîzasyon tune ye, plansazî tune ye. Rewşa li Bazarcixê, li Dîlok û deverên din jî heman rewş e.”

'MIROV CENAZEYÊN XWE DERDIXIN’

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran pêşî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Hema bibêje piraniya bajaran jiyana xwe ji dest dane. Cihên mayî talûke ne. Cihekî ku mirov xwe lê bigire tune ye. Av, ceryan û telefon tune ye. Mirov bi derfetên xwe cihê mayinê peyda dikin. Mirov din ava kavilan de bi derfetên xwe ximên xwe bi saxî an jî mirî derdixin.”

‘RÊYAN VEKIN, BIL ALÎKARÎ BÊN’

Başaranê anî ziman ku li her derî bi vê dîmenê re rû bir û ne û got: “Çendî 24 saet di ser erdhejê re derbas bûye, tê gotin ku dê konên AFAD’ê hê nû bên danîn. Piştî 24 saetan em dibînin ku peywirdar tên bajêr. 24 saet derbas bûne lê hê jî nayê zanîn ku li vê navçeyê çend avahî hilweşiyane û çend kes di bin kavilan de mane. Di rê de me dît bê rê çawa xera bûne. Ev karesat li vî bajarî tenê çênebûye. Mirov ji bo xwe bigihînin vir pir li ber xwe didin. Îro ji bo em bên vir me pir li ber xwe da. Piştî wextekê rê girtî bûn. Ji bo vekirina van rêyan jî tu tiş nehatiye kirin.”

'KA RAYEDAR?’

Başaranê destnîşan kir ku mirov doza alîkariyê dikin û got: “Bang li rayedaran dikin, dibêjin ‘Xizmên me di bin kavilan de ne. Em ji birçînaî ji tîna û ji serma dimirin.’ Lê rayedarên alîkariya vir nakin, bi ser de jî piştevaniya gel asteng dikin. Dibêjin ji xeynî AFAD’ê kes nikare alîkariya vir bike. 24 saet derbas bûne, lê ka AFAD, ka konên AFAD’ê, ka nan, betanî, mamayên zarokan û amûrên paqijiyê? Liv ir tuwalet tune ne. Li her derî welatî dibêjin ‘Ka ev rayedar, ka alîkarî?’Em jî ji vir careke din bang dikin; vê astengiya li ber dilxwazan rakin.”

'EM BI ÊŞ Û RÛXANDINEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ NE’

Cîgira Hevseorkatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiranê jî got: “Gelê me bi rûxandin û êşeke mezin re rû bir û ye. Gel dipirse ‘Ka dewlet?’ Gel bi êşa xwe û bi miriyên xwe re bi tenê maye. Wesayît tune ne ku gel cenazeyên xwe rake. Ragihandin Rewşa Awarte, astengkirina piştevaniyê ye. Gel seferber bûye, lê her derî astengî heye. Demildest divê li van deh bajaran ne Rewşa Awarte, ev der wekî herêma afete bên îlankirin. Divê lazmatiyên gelê me bên peydakirin.”

Heyet paşê çû gundên Islahiyeyê. 

Sernavên din

08/02/2023
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê