Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir

img

AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li ser navê Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê daxuyanî da û wiha got: “Alîkariyên tên ji hêla AFAD û walîtiyan ve tên astengkirin. Banga me ji bo gelê me ew e ku bi ruhê seferberiyê tev li xebatên alîkariyê bibin.”

Li ser navê Koordînasyona Krîza Erdhejan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk  û Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag  têkildarî bandora erdhejên Mereş û Dîlokê, çavdêriyên xwe, agahiyên ji herêmê berhev kirine û astengkirinên hikûmetê daxuyanî dan.

'BANGA ALÎKARIYÊ LI HER KESÎ DIKIN’

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag di serî de sersaxî bo malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine re xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Akdag, da zanîn ku hemû hevalên wan ên di lijneya koordînasyonê de cih digirin li her deverên erdhej lê çêbûye dixebitin û wiha got: “Maseyên krîzê hatine avakirin. Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û TJA pêşengtiya maseyên krîzê dikin. Hevalên me yên di maseyên krîzan de dixebitin, niha li her deverên erdhej lê çêbûye dixebitin. Di her alî de alîkariyê didin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku tev li xebatên alîkariyê bibin. Divê pêdiviyên sereke bên peydakirin. Fenera destan, sobe, mamayê pitikan, pateyê pitikan, ped û cil û bergên zivistanê pêwîst in. Di vê mijarê de em li ser banga koordînasyonê bang dikin.”

'ME RUHÊ SEFERBERIYÊ JIYA’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî li ser navê koordînasyonê sersaxî ji malbatên ku xizmên xwe winda kirine xwest û ev tişt anî ziman: “Heman karesat li gelek welatan çêdibin lê ji ber ku tevdîran digirin, pêşî li ber windahiyan tê girtin. Ev du roj in em ji nêz ve dişopînin û dibînin ku karesatên mezin pêk hatine. Lê belê ya ku rê li ber karesatên mezintir vedike ew e ku îktîdar tu destwerdanan nake. Di vê mijarê de AFAD bi berpirsyariya xwe ranabe. Ev du roj in hêj gelek mirovên me di bin xerabeyan de ne. Ev yek jî nîşaneya wê ya herî şênber e. Li gel ku destwerdanên pêwîst nehatin kirin jî, me tevî hevalên ku di koordînasyonên HDP û saziyên me yên din ava kirin de dixebitin re ruhekî seferberiyê jiya.”

'ERDHEJ NABE AMÛRA SIYASETÊ’

Bi domdarî Ozturk anî ziman ku komên AFAD’ê ji pênc kesan pêk tê û 15-20 kesên di nava koordînasyonê de cih digirin xwestin tev li xebatan bibin û wiha domand: “Lê belê hatin astengkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Nayê qebûlkirin ku erdhejê bikin amûra siyasetê. Mijara behsa xeberê mijareke însanî, wijdanî û exlaqî ye. Mirovên me ev du roj in di nava van şert û mercên giran ên zivistanê li benda rizgarbûnê ne. Nayê qebûlkirin ku pêşî li ber kesên dixwazin bi hawara wan biçin bên astengkirin. Bi rêya vê koordînasyonê jig elek bajaran re alîkarî hate şandin. Lê ji bo ku alîkarî negihijin gel, tên astengkirin. Em van alîkariyan nakin amûra siyasetê. Ev yek, bêwijdanî ye. Heke bibêjin ku divê alîkarî teqez bi destê AFAD’ê bên belavkirin, wê demê me qebûl e. Derdê me ne ew e ku vê alîkariyê teqez HDP bike. Em ji hêla însanî û wijdanî ve nêz dibin.”

'YÊN KU NAN Û AV DIXWAZIN HENE’

Di berdewamê de Ozturk diyar kir ku divê AFAD û rayedarên din li ber alîkariyên HDP’ê astengiyan dernexînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ev alîkarî tavilê ji mexdûrên erdhejê re bên şandin. Di vê mijarê de helwesta me pir zelal e. Dev ji pêdiviyên bingehîn berde, yên ku nan û avê dixwazin hene. Astengkirina alîkariyan, dê karesata heyî hêj mezintir bike. Em li vir bangî tevahiya raya giştî dikin; berpirsyarî ya me tevan e. Divê em tevek biçin deverên ku karesat lê çêbûye û têkoşînê mezintir bikin. Divê hemû kes li hemberî zehmetiyên heyî dengê xwe bilind bikin. Bi vê rêyê em dikarin mirovan rizgar bikin. Mijara behsa xeberê erdhej e. Her roja ku bi ser re derbas dibe, zirar e.” 

Sernavên din

08/02/2023
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê