KCK’ê ji bo erdhejê banga seferberiyê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdhejê ev peyam parve kir: “Di serî de gelê Kurdistanê, divê hemû kes bi ruhê seferberiyê tevbigere û hemû derfetên xwe seferber bikin.” 
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdheja Mereşê ya bi pileya 7,4 û erdhejên Dîlokê yên bi pileya 6,4 û 6,5’an daxuyanî weşand. KCK’ê diyar kir ku divê di serî de gelê Kurdistanê, hewceye hemû kes bi ruhê piştevaniyê tevbigere. KCK’ê destnîşan kir ku divê gel xwe li benda derfetên dewletê nesekine û birînên xwe bi derfetên xwe bipêçin. Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “
 
Îro serê sibehê erdhejeke mezin rû da ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû û di serî de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bandor li gelek bajarên li derdorê kir. Em destpêkê ji gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, bibe û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê xwe û ya her kesên erdhejê bandor li wan kirine, parve dikin. Li gorî agahiyan erdhejê bandor li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kiriye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em heman hest û daxwazan ji bo xelkê xwe yê li Rojava û gelên Sûriyeyê jî parve dikin.
 
SEDEMA XESARAN ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê YE KU TEVDÎR NEGIRTIN
 
Sedema rûdana xisara ewqasî mezin a vê erdhejê dewlet e û desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku dewletê bi rê ve dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê her cara ku erd diheje hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike. Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî erdhejê ti tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in li desthilatdariyê ye heta niha ti tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin. Li cografya ku Tirkiye û Kurdistan lê ye xetên fay hene û ji ber ku rîska erdhejê li vê herêmê gelekî bilind e, avahî û sîstema binesaziya wê divê li gorî vê yekê bêne avakirin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ku hikumeteke şer û nelirêtiyê ye, wergirtina tedbîrên li hemberî erdhejê li aliyekî, budçeya ji bo erdhejê tê veqetandin jî jê dixwe û li polîtîkayên şer bi kar tîne. Lewma sedema windahî û xisarê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku ji wergirtina tedbîran berpirsyar e, lê belê ti tedbîran wernagire.
 
BANGA SEFERBERIYÊ
 
Ji ber erdhejê em vê bangê dikin; di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe. Li gel karên rizgarkirinê, ji ber şert û mercên zivistanê divê mal û derfetên xwe bi mirovên malên wan xera bûne re parve bike. Saziyên demokratîk jî divê bi gel re piştevan bin, xwe bigihînin mirovên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û alîkariyê bi wan re bikin. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welat jî ji ber erdhejê divê piştgiriya welêt bike. Ev erdheja ku bû sedema windahî û xisareke mezin, bi piştevaniya gel û saziyên demokratîk, bi parvekirina derfetan û piştevaniya bi hev re dikare bê bihurandin. Em careke din ji ber windahiyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojava, Sûriye û deverên din, sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em diyar dikin ku piştgiriya her kesî dikin ên ku erdhejê bandor li wan kiriye, êş û hestên wan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku weke gel bi parvekirina derfetên xwe û bi piştevaniyê dikarin vê pêvajoya zehmet û bi êş derbas bikin."
 

Sernavên din

28/02/2023
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir