ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: “Em neçarin li daxwazên girtiyan guhdar bikin.”
Çalakiyên greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî binpêkirniên mafan ên sîstematîk li girtîgehan diqewimin dane destpêkirin belav dibe. Girtî diyar dikin ku mafên wan ên name, pirtûk, hevdîtin, telefon û sewqa wan bo nexweşaneyê tê astengkirin û Desteya Çavdêrî û Îdareyê yên girtîgehan bi awayek kêfî berdana girtiyan asteng dikin. Girtî li dijî van binpêkirinan li Girtîgeha Beşîduzuya Trabzonê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê, Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jinan û Girtîgeha Afyonê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê ketine greva birçîbûnê. Girtî dixwazin demildest binpêkirinên mafan bi dawî bibin û hemû mafên wan li wan bên vegerandin.
ZEXTÊN LI GIRTIYÊN KURD
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Ahmet Çîçek binpêkirinan mafên girtiyan nirxand. Çîçek anî ziman ku li girtîgehan ji ber xalên Destûra Bingehîn pêk nayên û sepanên ‘kêfî’ pêk tên mafê girtiyan tên binpêkirin. Çîçek bi bîr xist ku gelek giştîname berê hatin weşandin û hin girtî hatin berdan lê belê bi taybetî girtiyên kurd û muxalîf nehatin berdan û ev bi ser xwe binpêkirina mafên mirovan e.
SEPANÊN CIHÊKAR
Çîçek da zanîn ku îdareyên girtîgehan ji ber ku girtî wek wan nafikirin nêzîkatiyên cihêkar nîşanî girtiyan didin û ev yek gelek binpêkirinan bi xwe re tîne û dema girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyan mafên girtiyan tên binpêkirin. Çîçek got girtî bi sepanên cihêkar re rûbirû dimînin.
BINPÊKIRINÊN MAFAN
Çîçek diyar kir ku ji girtîgehan gelek nameyên mafê binpêkirinê ji wan re tên şandin û behsa binpêkirinên mafên girtiyan kir û got: “Her cure mafên girtiyan hatiye desteserkirin û daxwazên ku girtî dikin jî nayên qebûlkirin. Ceza li ser cezayê li girtiyan tê birîn. Girtiyên bi ser 30 salî re ji ber cezayên dîsiplînê û taloqkirina ceza nayên berdan. Bi ser dema girtiyan dikeve û nayên berdan.”
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Çîçek anî ziman ku binpêkirinên mafan têra xwe nayên bihîstin û girtî di bin tecrîdê de ne û girtî ji bo ji tecrîdê rizgar bibin divê çalakiyên cur bi cur bikin. Çîçek da zanîn ku girtiyên ku daxwazname û nameyên xwe venegerînin, ewil bi çalakiya lêdana li derî hewl dan dengê xwe bidin bihîstin û wiha got: "Dema ku girtî bi vê yekê nikarin encamekê bi dest bixin, neçar dimînin ku bedena xwe bidin qurban û dikevin greva birçîbûnê. Ne tenê li herêma Egeyê, li gelek deveran çalakiyên grevên birçîbûnê hene. Divê em vî dengî bibihîzin. Nexwe dê girtî gelek bi nexweşiyên giran bikevin. Nexweşî û binpêkirinên mafan ên ji ber greva birçîbûnê wê bidomin. Weke ÎHD'ê em çalakiya greva birçîbûnê napejirînin, lê wek din jî tiştek di destê girtiyan de nemaye.
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Çîçek destnîşan kir ku heke lihevkirineke wekhev pêk neyê dê pirsgirêk hîn zêdetir bibin û ev bang kir: “Rêxistinên hiqûqî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên sivîl, komeleyên mafên mirovan û raya giştî li dijî bûyerên diqewimîne divê dengê hevpar derxin û piştgiriya girtiyan bikin.”
MA / Delal Akyuz