AMED - ESP’ê li ser mijara mafên girtîgehan û tecrîdê li Amedê panelek li dar xist. Di panelê de hat diyarkirin ku “Tecrîdê, bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kiriye.”
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan pêk tên û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê panelek li dar xist. Di panelê de moderator Hevşaredarê Bajarokê Perî ya Dêrsimê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin Orhan Çelebî kir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Serokê Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî, Cigira Hevserokên Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkiran û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)’ê şarêzer Yûsûf Çakas wek axivêr tev li panelê bûn.
Li eywana ku panel lê hat lidarxistin pankarta “Li dijî polîtîkayên tecrîd û zextan yên di girtîgehan de tekoşîneke hevpar” hat daliqandin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê Hayrettîn Altûn ku nû ji girtîgehê hat berdan, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, malbatên girtiyan û gelek kes tev li panelê bûn.
YOLERÎ: REWŞA GIRTIYAN Û GIRTÎGEHAN DIJWARTIR DIBE
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ewilî axivî û da diyar kir ku li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara girtîgehan zêde dibe û desthilat plana sitratejîk ya 5 salan ji bo çêkirina girtîgehan hatiye amadekirin xistiye meriyetê. Yolerî da zanîn ku bi çêkirina van girtîgehan jî tecrîd tê dijwarkirin. Yoleriyê wiha got: “Li Tirkiyeyê 341 hezar girtî hene. Em baş dizanin ku hejmara di malpera wezaretê de tê dayîn ji rastiyê dûr e. Em dibînin ku hejmara pêkanînên ceza înfazê jî zêde dibe. Pirsgirêkên wek taloqkirina girtiyan ango birîna cezayê înfazê, betalkirina destûra kontrolê jî di nava van pêkanînan de ye. Kapasîteya girtîgehan têra girtiyan nake. Her wiha xwarina ji bo 15 kesan didin 40 kesan. Tiştên ku di qantînan de jî tên firotin gelekî biha ne. Ji bo avê jî kota anîne. Di hefteyekê de tenê metereyek avê didin girtiyan. Binpêkirina mafên girtiyên siyasî pirtir in. Rewşa girtiyên nexweş xerabtir e û mafên wan tenduristiyê tê binpêkirin.”
‘ÎMRALI GIRTIGEHEKE BÊ STATÛ YE’
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ya OHD’ê Yûsûf Çakas jî da zanîn ku tecrîdê, bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kiriye û wiha got: "Polîtîkaya bingehîn ya li zindanan, tecrîda li Îmraliyê belavî her derê welat bikin. Îmrali, girtîgehekî bêstatû ye. Serlêdanên parêzeran tê redkirin û astengkirin. Birêz Ocalan, ji 1999’an heta niha tenê du caran bi telefonê hevdîtin kiriye. Ji birêz Ocalan agahî nayên girtin û ev yek tê protestokirin.”
‘PIRSGIRÊKA ZINDANAN, PIRSGIRÊKA DESTHILATAN E’
Piştre Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran axivî û bal kişand ser pirsgirêkên bi destê desthilatê pêk tên û wiha got: “Komara burjuvayê, di 90 salan de jiyaneke çawa ji bo gelê kurd, kedkaran û jinan rewa dibîne, li ber çavan e. Pirsgirêka zindanan, pirsgirêka desthilatan e. Her wiha girtina ewqas girtiyan jî nakokiya civakî û aborî nîşan dide. Binpêkirina mafan di destpêkê de li Îmrali piştre jî li hemû girtîgehan belav bûye. Çareserî di tekoşîna me de ye.”
‘PÊWÎSTE EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Herî dawî Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û wiha axivî: “Binpêkirina mafên li girtîgehan her roj zêdetir dibe. Mafê spor û sohbetê tê astengkirin. Mafê hevdîtinê jî tenê 45 deqîqe ye. Lê hewce ye saetek û nîv be. Fatûreyên ceryanê jî li girtiyan tê birîn. Di hevdîtinên girtî û vekirî de lêgerina tazî û qedexeya pirtûk, kovar û rojnameyan berdewam dike. Di girtîgehan de 850 zarokên temenê wan di navbera 0-6 temenan de ye hene û 470 dayikên bi zarok di girtîgehan de ne. 2500 zarok niha girtî ne. Pêwîste em hemû li dijî vê yekê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.”