STENBOL – Konferansa Komara Demokratîk bi rûniştina “Komara Demokratîk û lêgerîna têkoşîna siyasî-civakî” berdewam kir.
Konferansa Komara Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê li dar dixe, di roja duyemîn de bi rûniştina “Komara Demokratîk û lêgerîna têkoşîna siyasî-civakî” didome. Di rûniştina duyemîn a roja duyemîn de Can Soyer mijara “Komar û ji wê wêdetir: Têkoşîna ji bo sedsala duyemîn”, “ Ferda Koç mijara “Komar çima demokratîk nabe, dê çawa demokratîk bibe”, Nûray Sancar mjara “Ji tevlibûnê wêetir: Demokrasiya gel, ji bo komara gelparêz çarçoveya çînî” û Haydar Ergul jî mijara “Komara Demokratîk çi sozan dide gelan” pêşkeş kirin.