STENBOL – Hevberdevkê HD’ê Cengîz Çîçek di Konferansa Komara Demokratîk de diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurd û elewiyan hewcehî bi tengkirin qadên dewletê heye û bal kişand ser teza neteweya demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di sedsala duyemîn a komarê de li rêyên demokratîkbûnê digere, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê Konferansa Komara Demokratîk li dar dixe. Konferans di roja duyemîn de bi rûniştina “Dema dikevin sedsala 2’yemîn: Demokrasî û Komar” dest pê kir.
Moderatoriya konferansê akademîsyen Faruk Alpkaya dike û ji ewil akademîsyen Nîlgun Toker axivî. Toker, mijara “Di sedsala 2’yan de fikra komarê” pêşkeş kir. Toker, da zanîn ku di roja ewil a konferansê de muhasebeya sedsala ewil a komarê hatiye kirin û wiha got: “Dîroka komarê wiha homojên pêş neket. Çîrokeke me ya komarê heye lê li hêla din çîroka lîberalîzmê heye. Weke çîroka demokratîkkirina komarê tê xwendin. Ez ketim nava fikarê gelo dema qala demokrasiyê tê kirin em weke lîberalîzm fêm dikin an na. Dema komara demokratîk tê gotin, ez qala vexwendineke meydanê ya fikrî dikim.”
'KOMAREKE BÊ RESTOREKIRIN TUNE YE’
Bi domdarî Toker got ku Maseya Şeşling hewl dide komara berê dîsa bîne û wiha domand: “Çîroka vexwendina komara berê ya ku AKP’ê xera kiriye heye. Divê em ji wan re bibêjin; ‘komareke ku hûn restore bikin tune ye.’ Hewcehî bi komareke nû heye. Divê em li ser komara nû nîqaşan bikin. Pir beriya niha dema me dîroka komarê dinivîsand, me li ser komara bêcemawerî û cemaweriya bêyî demokrasî nirxandibû. Komar, têgeheke, forumeke serdestiyê, ne şêweyê rêvebirinê ye. Divê fikrekî wisa be ku civakîbûnê, pêkvejiyanê, hevkariyê bi hev re bifikire û çalakiyên dewletê yên li gorî vê fikrê were fêmkirin. Di dema komarê de şêweyê gel guherî. Sedema nedemokratîkbûnê wê ew e ku hemwelatiyan ji hêla hiqûqî ve weke kirdeya polîtîk a çalak nabîne. Her tim astengiyan datîne pêşiya îradeya wê. Bû komareke li ser civakî rûniştî ne komara civakê. Milet, miletê dewletê ye. Ji sala 1950’an heta niha avadaniyeke ku civakê li dewletê bicih dike heye. Ev yek dîroka lîberalîzmê ye. Yên ku ev yek kirîn jî bi awayekî populîst kirin.
Ji bo rêvebirinê, qadeke cemaweriyê ya ku li ser biryaran muzekere bên kirin nîne. Heta salên 2000’an jî dewletê qada cemaweriyê diyar kir. Tu caran qada cemaweriyê ya hemwelatiyên azad nehat vekirin. Carnan têkoşînên demokrasiyê yên pir mezin hatin dayîn. Lê dewletê her tim ev yek pir bi tundî tepisandin.
NE KOMAR Û NE JÎ DEMOKRASÎ MA
Ji bo demokratîkkirina komarê di her serdemê de têkoşîn hatin kirin. Li holê ne komar, ne demokrasî û ne jî hemwelatî man. Tu kesek hemwelatî nîne. Kesê/a em jê re dibêjin hemwelatî, ew in ku xwedî maf in. Lê Tirkiyeyeke wisa nîne. Yên hewl didin bibin hemwelatî hene. Lê hemwelatiyeke ku dewlet nas dike tune ye. Heke hemwelatî nebin, komar jî tune ye. Heke ev nebin, wê demê xwedî wî şensî ne ku tiştekî nû bifikirin. Divê em tenê li ser hesabpirsîna ji komarê nesekinin. Ya ku hem komarê û hem jî demokrasiyê ji holê radike çi ye? Navê vê rejîmê, faşîzm e. Faşîzm, hewl dide nezelaliyeke ava bike. Karektera rejîma nû jî ev e.
REJÎMÊN NÛ DIJMINATIYÊ DIAFIRÎNIN
Bingeha demokrasiyê ew e ku rewabûna çalakiyên dewletê li gorî cemaweriyê saz dike. Lê di rejîma nû de rewabûna dewletê xwe naspêre tu bingehan. Rejîma nû, li şirîkatiyê nayê. Ev rejîm, rejîma dabeşbûnê ye. Di navbera eleqeyên civakî de hiyerarşiyê ava dike. Rejîmên nû, dijminatiyê diafirînin, tune dikin. Derdên wan ên weke pişaftinê nînin.”
USTEL: HEMWELATÎTÎ PÊDIVÎ BI KOMARÊ NÎNE
Zanyara siyasetê û nivîskar Fusun Ustel jî mijara “Di sedsala 2’yan de gelo hemwelatiya wekhev pêkan e?” pêşkeş kir. Ustel, li ser girîngiya hemwelatîtiyê sekinî û ev nirxandin kir: “Hemwelatîtî û mijarên cuda zêde ketine nava hev. Gelo hemwelatiya wekhev di sedsala duyemîn a komarê de pêkan e? Em dikarin vê pirsê bêyî bikaranîna têgeha komarê jî bipirsin. Ji ber ku hemwelatîtiyeke bi rejîma komarê re bûye yek tune ye. Kevneşopiya fikra hemwelatîtiya komarparêz, xwedî hinek rêgezên bingehîn û nirxan e. Dema em li rejîma komarê û têkiliya bi hemwelatîtiyê re dinihêrin, komarên reel ên pir cuda hene. Heke em li komara reel binêrin, wê demê pêdiviya hemwelatîtiyê bi komarê nîne.
HEMWELATÎTÎ Û MILKIYET
Hemwelatiya wekhev ne pêkan e. Di esasê xwe de ev yek di karektera xwezayî ya hemwelatîtiy3e de heye. Di hêmayên hemwelatîtiyê hene. Hem aliyê wê yê hundir û hem jî yê ku dûr dixe heye. Ji sedsala 18’emîn heta niha anku piştî dewleta modern heta niha hemwelatîtî xwedî du erkan e. Nasnameyekî ji her kesî re vekirî nîne, statûyeke cuda ye. Di navbera hemwelatî û nehemwelatiyan de sînorekî xêz dike. Ev rewş, bi netewe dewletên modern re êdî derbasî asteke nû dibin. Êdî hemwelatî û netewe dibin du têgehên hemwate.
HEMWELATÎTÎ BÊCIH Û BÊWAR BÛ
Hemwelatîtî, vediguhere. Hemwelatîtiya ku tenê di nava netewe dewletê de tê jiyîn, di roja me de êdî dikare weke hemwelattiyeke kozmopolîtan bijî. Di encama vê de jî hemwelatîtî bêcih û bêwar bû. Êdî veguherî têgeheke wisa ku dikare li cih û demên cuda bijî. Di encama vê de jî qadeke cemaweriyê ya nû derket holê. Bi neo lîberalîzmê re derbasî qadeke nû dibe ku ji qada cemaweriyê pir bêhtir par par e.
Ez pêşniyara hemwelatîtiya civakî dikim. Ev têgeheke nû nîne. Ji bo min ev çima girîng e. Heke em vê weke bingeheke têkoşînê bifikirin, hemwelatîtiya civakî di heman demê de hemwelatîtiya sivîl û siyasî xurtir dike.”
ÇÎÇEK: HEWLDANA GUHERANDINA ŞOREŞA ZÎHNIYETÊ
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî mijara “Komar û neteweya demokratîk” pêşkeş kir. Çîçek, got ku neteweya demokratîk ji bo gelê kurd çareserî ye û wiha got: “Em dikarin jê re bibêjin bizava ji bo hêvî bibe serkeftin jî. Em di nava civakeke xwedî çîn de dijîn. Pir zêde hêzên zordest hene û îktîdar bênavber çanda xwe kom dike. Belkî em tam di vê navberê de pirsa ‘gelo em kî ne’ baş ji xwe bike. Divê tam di vê mijarê de em bikevin nava hewldana guherandina şoreşeke zîhniyetê.
FORMA JIYANA DEMOKRATÎK
Divê em êdî forma jiyana azad, jiyana demokratîk bigihijînin encamekê. Çareseriya neteweya demokratîk, tenê çareseriyên rojane yên pirsgirêkên heyî nagire dest. Her wiha pêşniyara nîqaşeke zîhniyetê dike. Neteweya demokratîk, her çend ku di roja me de weke ji hêz ketibe xuya bike jî, taybetiyên civaka xwezayî û dîrokî di forma jiyanê de tîne ba hev û li hemberî hêzên dewlet û îktîdarê hewl dide bibe hêza civakî. Ji bo ku tiştên ji me hatine dizîn û tiştên me yên hatine dizîn dîsa li me vegerin, peywireke navxweyî ye. Em dikarin avakirina zimanekî nû jî ji vir hîn bibin.
FORMEKE CIVAKÎ YA ÇAWA?
Ez dêrsimî me û di nava têkoşîna ekolojiyê de ne. Em dikevin nava şaştiyeke wiha. Em dibêjin qey têkiliya mirovan a bi xwezayê re tenê di serdema modern de heye. Nirxên hêj wekhevîxwaz di cewhera civakê de hene. Gelo dema em bi navendên îktîdarê re têkiliyan datînin dê van nirxan çawa bikin formên civakî. Avakirina teoriya vê jî sparteka me ya malê ye. Ya duyemîn jî çareseriya neteweya demokratîk e. Ev jî pêşniyareke çareseriyê pênase dike. Di heman demê de bêyî ku bikeve nava mijara çareseriyê, ji bo aliyê teorîk pêşniyaran dike. Komar, di heman demê de formeke netewe dewletê ye. Ji hêla navxweyî formeke neteweya demokratîk a serkeftî ye.
NAVBERA KU ÎKTÎDARÊ Û DEWLETÊ DIGIHÎNE HEV
Forma netewe dewletê bi xwe, di serdema modernîteya kapîtalîst de rastî serdemekî girîng tê. Dikeve navbereke wisa dîrokî ku îktîdar û dewletê digihîne hev. Divê mirov têkiliya tevahiya pirsgirêkên kurd, jin, ekolojî, ked û hwd. a bi forma netewe dewletê, forma kapîtalîst û sermayê re bibîne. Gelê kurd bi armanca Kurdistana serbixwe ketin rê lê di halê hazir de forma dewletê bi xwe, pir zêde li dijî heqîqeta civaka xwezayî û dîrokî ye. Di esasê xwe de weke formeke ku mirov dikare mîna cemaeteke xeyalî ku têkiliyên serdestiyê bi awayekî polîtîk li her hucreya civakê belav dike hatiye sazkirin. Me ev yek ferq kir, heke em bi heman forma dewletê hewl bidin li pey azadiyê bikevin, dê bi xwe re dijminatî û dinyayên nû bîne û di nava pirsgirêkan de bifetisîne. Netewe dewlet ne weke çareseriyê lê weke bingeha neçareseriyê hate nirxandin.
MIROVAHIYA MEZIN DI NAVA SÎNORAN DE HATE HEFSÎKIRIN
Ez dixwazim netewe dewletê dîsa li ser nîqaşeke zîhniyetê binirxînim. Em hinekî mirovahiya mezin bifikirin. Heke em vê girtinê wisa bifikirin, em tenê li dinyaya bidewlet binêrin, em dibînin ku tevahiya mirovahiyê bi destê dewletan di nava sînoran de hatine hiştin. Forma netewe dewleta tirk li holê ye. Em li rastiya gelê kurd binêrin, yek li Sûriyeyê, yek li Îranê, yek li Iraqê û yek jî li Tirkiyeyê hatiye hefsîkirin. Tişta ku weke sînor derketiye holê, li dijî dinyaya me ya civakî û dîrokî ye. Êdî veguheriye pêvajoyeke din a biyanîkirinê. Gelo dê li hemberî vê girtinê pêşniyara me çi be? Neteweya demokratîk, li dijî forma dewletê tiştekî din pêşniyar dike. Fikrên civakî sînoran nas nakin. Dema ji dewletekî diçin dewleteke din, bi pasaportê diçin. Lê di peywendiyên dîrokî yên civakê û di dinyaya zîhniyetê de ev astengî tune ne. Polîtîkaya bingehîn a AKP’ê ya li Rojhilata Navîn, li ser bingeha berfirehkirina van sînoran e. Mîna girtîgehan, zîhniyetek heye ku hewl dide wê rewşa girtî tiştekî rewa bide qebûlkirin.
KODÊN NETEWEYA DEMOKRATÎK
Li Rojava, li Îranê ev sînor hêj bilindtir dibin. Lêgerîna azadiyê ya gelan bi xwe, dike ku ev sînor bêhtir bên avakirin. Neteweya demokratîk li dijî girtinê ya netewe dewletê vê pêşniyar dike. Navê nenaskirina sînoran û pêşxistina piştevanî û têgihiştina azadiyê ya hemû nasnameyên cuda ye. Heke em netewe dewletê weke neteweperestiyê binav bikin, koda neteweya demokratîk jî sergihiştina piştevanî û azadiyê ye. Dema em vê esas digirin, neteweya demokratîk ji hêlekî ve van nîqaşên têginî û teorîk digire dest.
TUNEKIRINA KOKA NETEWE DEWLETÊ
Di çareserkirina pirsgirêka kurd de tiştek li kurdan tê ferzkirin; îktîdara heyî cudaxwazî û dabeşkeriyê ferz dike. Hemû pêşniyarên tevgera siyasî ya kurd, koka bîrdoziya netewe dewleta ku tê xwestin ava bikin tune dike. Ji vê ditirsin. Kurd, dewleteke cuda naxwazin. Çareseriya neteweya demokratîk dixwazin. Ne ji bo qezenckirina hebûna xwe lê li gel xwe, li dijî îktîdarê, li dijî feraseta dewletpereset, hewl dide forma civaka demokratîk bi têkoşîneke pirhejmar, piranîparêz bîne ba hev.
ARMANCA KOMARA DEMOKRATÎK
Em di ferqê de ne ku ji bo gotina Komara Demokratîk gelek rexne tên kirin. Em dikarin armanca Komara Demokratîk wiha binirxînin; dê pirsgireka kurd tenê bi rêya zorê neyê çareserkirin. Ev dê tenê li ser zextên kurdan neyê çareserkirin. Ji bo ku demokrasî û azadî bi awayekî mayînde bên qebûlkirin, divê ji ewil civaka derveyî dewletê bê qebûlkirin.
Min parêzertiya birêz Ocalan kir. Di dema pêvajoya Oslo’yê de me ev yek jê guhdar kir; gelê kurd bi têkoşîna xwe nasnameyek bi dest xist. Dinyayeke zihnî ava kirin. Zimanek afirandin. Dema li dijî dinyaya homojen têdikoşiyan, dewletê jî li dijî me neteweyeke homojen ava dikir. Li ser bingeha dijbertiya li kurdan, nîjadperestî di nava civakê de hate belavkirin, neteweperestiya civakî hate avakirin. Di bingeha neteweya demokratîk de jî ev heye; divê gel di roja me de bên ba hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Anku formûla kêm dewlet, zêdetir civak e. Heke pirsgirêkên kurdan, elewiyan bên çareserkirin, çareseriya hemû pirsgirêkan ev e; tengkirina qada dewletê û berfirehkirina qada civakê ye.
ÇARESERIYEKE MAKEQANÛNEKE DEMOKRATÎK HEWCE DIKE
Çareseriya ewilî ev e; her ku civak xwe mezin dike dê îradeya çareseriyê bi xwe jî bibe hêzên civakî. Ya ku dê me li ser pêyan bigire jî hêvî ye. Tengkirina qada sermayeyê, berfirehkirina têkoşîna azadiya civakî û demokrasiyê. Hewcehî bi çareseriyeke makeqanûna demokratîk heye. Ev yek dê bê wateya tunekirina van rageşiyan. Bêguman nayê wê wateyê ku dê têkoşîna di navbera van hevrikiyan de bi temamî ji holê rabe. Weke HDK û HDP’ê tişta ku em dixwazin pêk bînin ev e.
PÊŞNIYARA ABDULLAH OCALAN A ÇARESERIYÊ
Em esmerên vê erdnîgariyê ne, ew kes in ku jiyana wan jê hatine dizî ne. Tekane rêya bicihanîna hêviyê û serkeftinê; şaristaniya me heye û em heqîqeteke civakî û dîrokî ne. Dema em gihiştin heqîqeta xwe, ev yek dê bingeha çareseriyê jî bêhtir xurt bike. Çareseriya neteweya demokratîk, birêz Ocalan di hucreyeke 10 metrekare de bêyî ku çavkaniyek li ber destê wî hebe pêş xist. Aqileke wiha yê çareseriyê niha di hucreyeke 10 metrekareyê de hatiye girtin, têkiliya wî ya bi derve re hatiye qutkirin, 24 meh in nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tecrîdkirina îradeyeke wiha ya çareseriyê û kedê, nîşan dide bê ka çima komara demokratîk venaguhere çareseriyê.”
Piştre jî akademîsyen Elçîn Aktoprak bi rêya online mijara “Demokrasiya herêmî û netewe-dewlet” pêşkeş kir.