AMED - Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker têkildarî delegasyona navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku serdana Amedê kiribû anî ziman ku dê têkoşîna wan a hevbeş bidome û got: "Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe.”
22 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi kompleyeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, agahî nayên girtin. Her wiha ji sê kesên din yên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimînin Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî agahî nayên girtin. Bi vê re serîlêdanên malbat û parêzeran, bi hinceta “cezayê dîsîplînê” tên redkirin. Wezareta Dadê, serîlêdanên Buroya Sedsalê, Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzer û siyasetmedarên Ewropayê yên ji bo hevdîtinê bêbersiv dihêle. Ji bo tecrîd bê rakirin û malbat û parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê di navbera 25-28’ê Çileyê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi malbatan, partiyên siyasî û saziyan re hevdîtin pêk anîn. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker têkildarî agahînegirtina ji Îmraliyê, hatina delegasyonê û pêvajoya piştî delegasyonêpirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. Şeker got ku dê li Tirkiye û Ewrûpayê têkiliyên şandeyê berdewam bin.
Em dikevin sala 24’emîn a komploya navneteweyî. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê 22 meh in tu agahî nayên girtin. Serlêdan bi hinceta "cezayên dîsîplînê” tên redkirin. Pergala tecrîda Îmraliyê gihiştiye kîjan qonaxê?
Rewşa ku ev 24 sal in nayê bihîstin, divê weke kûrbûna komploya navneteweyî ya di sala 1998’an de dest pê kir bê nirxandin. Komploya navneteweyî di sala xwe ya 24’an de bi hemû bandorên xwe hê jî didome. 22 meh in newergirtina agahiyan jî divê weke berdewamiya komployê bê nirxandin. Ji ber ku ji destpêkê ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê li ser birêz Ocalan rejîmeke taybet tê pêkanîn û bi 'qanûneke' taybet re rû bi rû maye. Mixabin ev rewşa heyî di sala 24’an a komployê de bi hemû aliyên wê yên navneteweyî bi destê dewleta tirk didome.
Rewşa li Îmraliyê, bi qanûnê dikare were diyarkirin?
Di gelek raporên me de û di serlêdanan de ku me kirine û di daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parve kiriye de, me gelek caran bal kişand ser wê yekê ku rewşa heyî nikare di nav rêgezên hiqûqê de bê eşkerekirin. Îro jî divê ev yek bê gotin. Ev êdî ji axaftina me derbas dibe. Ez wek hiqûqnasekî dibêjim ku ev pêvajo nikare di çarçoveya hiqûqê de bê nirxandin, lê hemû pêkanînên dewletê jî bi xwe îdia kirine ku hemû rêgezên hiqûqî yên heyî dijhiqûqî ne û dewlet li gorî tu rêgezên hiqûqî tevnagere. Di destûra bingehîn a dewleta tirk de, di qanûna ceza ya dewleta tirk de û di rejîma înfazê de, tu car bi demeke ev qas dirêj bi qedexe û cezayên dîsîplînê hevdîtina parêzer û girtiyan nehatiye astengkirin. Rêziknameyeke wisa tune. Ji ber ku rêziknameyeke wiha tune ye, meşrûtiyeke cuda dide dewletê ku di rewşa xwe ya îroyîn de qanûnîbûna xwe nîqaş bike. Ji ber ku ev yek nîşaneya wê ye ku dewletê pergala tecrîdê weke rejîmeke rêveberiyê xistiye meriyetê. Birêz Ocalan ev 22 meh in bi tu awayî bi malbat û parêzeran, bi komîteya siyasî, bi komîteya navneteweyî re hevdîtin nekiriye. Her wiha ji sala 2015'an vir ve tu hevdîtinên parêzeran bi her 3 girtiyan re çênebûne. Em ne bi sîstem, avahî û statuyekê re mijûl in ku em bikaribin Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind di nav normeke qanûnî de binirxînin. Ji ber vê yekê ne hişmendî, ne exlaqî û ne jî hiqûqnasî nikarin bibêjin ku dewlet di rewşa heyî de qanûnê bi cih tîne.
Li Guantanamoyê ne statuyek heye, ne hiqûq heye, lê di van şert û mercên wê de jî, di çarçoveya mafê parastinê de hevdîtinên parêzeran pêk tên. Lê li Îmraliyê, li cîhanê sîstemeke bêhevta tê meşandin. Pergaleke ku dewlet birêz Ocalan bi temamî ji cîhanê îzole dike û rê li ber têkilî û axaftinên wî yên bi derve re digire.
Serlêdanên OHD'ê û gelek saziyên hiqûqê hebûn. Siyasetmedaran jî serlêdan kirin. Lê wekî ku tê dîtin, serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin. Hûn bêdengiya Wezareta Dadê ya di vê mijarê de çawa şîrove dikin?
Di nava 2 salan de bi hezaran parêzer li Tirkiyeyê û cîhanê serlêdan kirin. Bi dehan sîyasetmedar ji bo wê serlêdan kirine. Dîsa bi sedan serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bê bersiv man. Li tu derê cîhanê sîstemeke wisa tune ye. Carna em Girtîgeha Îmraliyê wek Guantanamyê ya bê statu dihesibînin, lê yek ji ferqên bingehîn di navbera Guantanamo û Girtîgeha Îmraliyê de ew e ku her çi qas li wir bê statu jî bû, mirov dikaribû li ser navê dadgehê li wir danûstandinan bike. Li wê derê ne statuyek heye, ne hiqûq heye, lê di van şert û mercên wê de jî, di çarçoveya mafê parastinê de hevdîtinên parêzeran pêk tên. Dema em tên ser tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê, li cîhanê sîstemeke bêhevta tê meşandin. Pergaleke ku dewlet birêz Ocalan bi temamî ji cîhanê îzole dike û rê li ber têkilî û axaftinên wî yên bi derve re digire. Ji ber ku Wezareta Dadê bêdeng dimîne û serlêdanan bêbersiv dihêle, nîşaneya wê yekê ye ku mijar ji Wezareta Dadê wêdetir e. Di sala 2019'an de Wezîrê Dadê yê girêdayî hikûmeta AKP'ê yê tayînkirî gotibû, "Tu astengiya hiqûqî ya hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re nîn e." Ev daxuyanî ji aliyê dewletê ve di asta herî bilind a hiqûqê de hat dayîn. Lê dema em ji sala 2019'an heta sala 2023'an dinêrin, tu hevdîtinên parêzeran çênebûne. Di dema pandemîyê de bi rêzdar Ocalan re li ser rêya telefonê hevdîtinek pêk hat. Ev yek bi gotina ‘hevdîtin bi însiyatîfa Wezareta Dadê hatiye kirin’ nayê şîrovekirin.
Dema Mandela di girtîgehê de bû, tu astengî li ser hevdîtinên wî yên bi parêzeran re tune bûn. Bi rastî di cîhanê de mînakeke vê pergalê tune ye. Bi van pêkanînên dewletê re derdikeve holê ku dewlet xwedî nêzîkatiyeke tam keyfî, bi temamî polîtîk e û wî weke kesayetek siyasî, Rêberê Gel dinirxîne. Divê em bizanin ku hinek têgehên ku tên bikaranîn ji aliyê me ve nehatine çêkirin. Ev têgeh, bi pratîkên dewletê ve derdikevin holê. Dewletê gotina tecrîd, rejîma hiqûqa taybet û vegotina qanûnên taybet xistiye nava vê lîteraturê. Bi milyonan kesan ji bo birêz Ocalan bi kampanyayên îmzeyan ên 'Rêberê me yê siyasî, Rêberê me ye' serlêdan kirin, îmze dan û daxuyanî dan. Dewlet û civakê jî qebûl kiriye ku Ocalan kesekî taybet e. Ji ber vê yekê jî dewlet nêzîkbûnekî cuda nîşan dide. Ev nêzîkbûn bi tu awayên hiqûqî nayê pênasekirin. Em wisa difikirin ku divê civaka navneteweyî ji vir şûn de vê mijarê çareser bike. Em jî bi vî rengî dixebitin.
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Amed, Stenbol û Enqereyê serdan kirin û têkilî danîn. Heyet wê xebateke çawa bi rê ve bibe?
Her wiha divê were destnîşankirin ku ev heyet çawa hatiye avakirin. 355 parêzerên li Ewropayê ji Wezareta Dadê re name şandin û diyar kirin ku dixwazin 'tecrîd bi dawî bibe û bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin'. Hin endamên heyetê li Stenbolê bi daxuyaniyekê, bi fîzîkî serî li Wezareta Dadê dan û bang kirin. Di heman demê de van parêzeran piştgirî dabûn serîlêdana 775 parêzerên Tirkiyeyê û dest nîşan kiribûn ku ew li ba parêzeran in. Carna di çapemeniyê de jî derdikete holê ku dê xebatên vê pêkhatiyên navneteweyî berdewam bikin û ‘bi çalakiyên cuda ew ê ji bo bi dawî bûna tecrîdê bi hempîşeyên xwe yên Tirkiyeyê re hemû rê û rêbazan bi kar bînin’ nîkaş dikirin. Di vê çaçoveyê de delegasyona bi 30 parêzer, 2 rojnameger û 4 siyasetmedaran pêk hatibû, di navbera 25-28’ê çileyê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi gelek partiyên siyasî û saziyan re danûstandin kirin. Serdana Yekinînin Baroyên Tirkiyeyê (TBB)’ê kirin. Ji Wezareta Dadê randevû xwestin lê wezaretê bersiv ne da. Xwestin bi Partiya Gel a Komarî (CHP)’ê re hevdîtin bikin, lê CHP’ê randevû ne da. Ev yek nîşaneya vî tiştî ye ku heyet naxwaze tenê were û bi hin saziyan re hevdîtinê bike. Xwestin bi hemû beşên civakê re hevdîtin bikin, ji bo ku fêm bikin ka dê kê di çareseriya vê pirsgirêkê de muxatab bibînin an jî tecrîd ji bo civakê tê çi wateyê û ji aliyê hiqûqî ve li ku derê ye. Perspektîfa bingehên ev e ku tecrîd ji bo gelên Tirkiyeyê tê çi wateyê, çima hewceyî bi dawî bûna tecrîdê heye û bi hiqûqî çi tê kirin. Ji ber ku bi baroyan re, li herêmê, bi partiyên siyasî yên kurd re hevdîtin hatin kirin. Armanca delegasyonê ew bû ku di cih de meselê bibîne, piştî dîtina meselê jî di pêvajoya siberojê de çawa serlêdanên cuda bê kirin û mekanîzmayên çawa dê bên xebitandin û di van mijaran de hevkariyek çawa dê were çêkirin bû.
Hêzên navneteweyî yên di vê komployê de cih girtine, di rastiyê de beşek ji CPT yan jî KE’yê ne. Mirovên ji wan welatan li vir bûn. Êdî ew ê karibin vê pêvajoyê li welatê xwe baştir rave bikin.
Piştî van nirxandin û hevdîtinan delegasyonê di 28’ê :ileyê de li Stenbolê forûmek hevpar pêk anî. Çavderên her sê heyetan çavderî û tespîtên xwe bi raya giştî re parve kirin û piştre nîqaşên dê siberojê de rêyekî çawa bê şopandin kirin. Encamnameyek jî hate parvekirin. Delegasyonê bang li dewletan kirin û gotin ku hewce ye Dewletên Ewropayê û yên mafên mirovan diparêzin ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavên xwe ji bêhiqûqiya Tirkiyeyê re negirin, îlkeyên mafên mirovan, îlkeyeke gerdûnî ye û pêwîste van îlkeyan nekin qûrbaniyên tu berjewendiyan.
Kesên ku ji Romayê hatine, dema vegeriyan li Baroya Romayê daxuyaniyek dan û çavderiyên xwe parve kirin. Dê li Cenevreyê û hinek cihên din jî nîqaş werin kirin. Em jî dê bi wan re di nava têkiliyê de bin û em ê nîqaşa hewce ye çi bê kirin, berdewam bikin. Hêdî hêdî nexşerêya me teşe digire. Ev hevkariye dê ji bo demeke dirêj be. Em ê ji bo ku vê pêvajoyê çawa bi dawî bînin û bi hev re di rêyekî hiqûqî de çawa bimeşin di nava hewldanan de bin.
Endamên delegasyonê, di forûmê de ku li Stenbolê hatiye lidarxistin çavderiyên xwe yên der barê tecrîdê de ragihandin. Girîngiya hewldanên navneteweyî yên li dijî pergala hiqûqê ya Îmraliyê û rewşa tecrîdê çi ye?
Mijara tecrîdê, mijareke piralî ye. Komploya navneteweyî îro hê jî berdewam dike. Pêwîst e ku ev pergala tecrîdê baş bê gotin ku hêzên di nava vê kopmloyê de cih digirtin bên teşhîr kirin. Hewce ye pêkanînên Tirkiyeyê baş bên vegotin. Delegasyonê ev tişt bi safî diyar kir: ‘Ev tiştên li vir ji bo me cuda tên gotin. Me îro mijar çi ye xweştir dît. Ji bo gelan birêz Ocalan tê çi wateyê, gotin û pergala wî tên çi wateyê, polîtîkayên Tirkiyeyê yên tecrîdê di asta hiqûqî û siyasî de teqabulê çi tên me fêm kir. Ji bo me derfetên çavdêrîkirineke baştir çêbû.’ Divê şandeyên navneteweyî li welatên xwe yek bi yek diyar bikin ku li Tirkiyê sîstema tecrîdê heye, ev neqanûnî ye, di qanûnên Tirkiyê de cihê wê tuneye. Divê delegasyon, daxuyaniyên derew yên Wezareta Dadê û di bersivên wê yên ji bo DMME, NY'ê an jî KE'yê de agahiyên derew bi xwe tespît bike. Jixwe ew jî li ser vê esasê li vir bûn. Dema hatin vir dîmenek zelaltir a pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê di hêşê wan de ma. Em dizanin ku lêkolînên ku ew ê li welatên xwe bikin, raporên ku ew ê biweşînin, gotarên ku ew ê binivîsin, wê bi agahdariya rasttir bikin. Di vê xalê de divê li vir girîngiya heyetên navneteweyî bê zanîn.
Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe.
Hêzên navneteweyî yên di vê komployê de cih girtine, di rastiyê de beşek ji CPT yan jî KE’yê ne. Mirovên ji wan welatan li vir bûn. Êdî ew ê karibin vê pêvajoyê li welatê xwe baştir rave bikin. Ew ê ji bo ku di welatên xwe de refleksekê bidin çêkirin, mekanîzmayên serîlêdanê yên encameke herî baştir bi xwe re bîne bi kar bînin. Em jî nîqaşa ku em ê çawa di nava vê mekanîzmaya serîlêdanê de cih bigirin, dikin. Dibe ku em bang li CPT bikin, dibe ku em bi wan re serîlêdanê ji bo AK’ê yan jî BM’yê bikin, dibe ku bi wan re li welatên cuda yên Ewropayê semîner, panelan li dar bixin. Heke ev tiştên min gotin encamekê bi xwe re bîne em ê bikin. Ji ber ku mixabin ev pêvajoye tenê bi serîlêdanên hiqûqnasên Tirkiyeyê ber bi encamê ve naçe. Bêencam mayîn a biryarên bin pê kirina di sala 2014’yan de yan jî biryar nedayîna AİHM’ê ya serîlêdanên 2014’yan mînaka herî şênber e. Serlêdanên ku em dikin û pêvajoyên ku em dimeşînin têrê nakin. Lewma pêwîste civaka navneteweyî di vî warî de bi berpirsyarî erka xwe bilîze. Em ê bi van heyetan, parêzeran re, saziyên xwe û baroyên xwe tevlî vê pêvajoyê bikin û bi rê û rêbazên ku zêdetir encam bide em ê li dijî vê pergalê têbikoşin.
Têkilî û xebat dê bidomin?
Têkoşîna me ya hevbeş dê bidome. Em ê hewl bidin ku bi wan re rêyekê peyda bikin. Em ê ji bo mezinkirina vê hevkariyê, ji bo mezinkirina van komîteyan her tiştê ku ji destê me tê bikin. Em bawer in ku wê piştgirîya me bikin. Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe. Bêguman hevalên me jî dê bi me re bin.
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can