ÎZMÎR - Bi girtîgehên ku piştî komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin avakirin, tecrîd kûrtir bû. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Hacay Yilmaz ku di gelek girtîgehan de maye got: "Armanca van tîpên nû, ew e ku girtî nefikirin. Lewma ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke tîpa S'yê, Îmraliyek e."
Li seranserê cîhanê yek ji welatên ku herî zêde mirov lê girtî ne, Tirkiye ye. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Dadê, niha 314 hezar û 502 girtî hene. Piraniya vê hejmarê jî girtiyên kurd ên siyasî ne. Her ku hejmara girtiyan zêde dibe, bi navê cuda girtîgehên nû tên avakirin. Bi vê re binpêkirinên mafan jî zêde dibin. Piştî girtîgehên tîpa A'yê ku di navbera 1950-1960'î de hatin avakirin, gelek girtîgehên bi tîpên cuda hatin avakirin.
Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê, girtîgehên bi tîpa F'yê hatin avakirin. Piştî girtîgehên tîpa F'yê, bi dorê girtîgehên bi tîpa S û Y'yê hatin avakirin. Her ku nav diguherin, tecrîda li ser girtiyan û binpêkirinên mafan jî zêde dibin.
GIRTÎGEHÊN TÎPA F'YÊ
Xebatên ji bo çêkirina girtîgehên tîpa F'yê bi Giştînameya Tîrmeha 1997'an dest pê kirin. Di vê giştînameyê de, bi awayekî sergirtî, dihat diyarkirin ku dê dest bi pêkanîna odeyên biçûk bikin. Lê piştî ku rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bertek nîşan dan, dest ji vê yekê hat berdan. Lê di sala 2000'î de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Kocaeliyê dest bi çêkirina girtîgehên bi awayê hucreyan hat kirin ku paşê ev wekî girtîgehên tîpa F'yê hatin binavkirin.
Piştî van amadekariyên veşarî, girtî ji girtîgehên tîpa E'yê sewqî girtîgehên tîpa F'yê hatin kirin. Lê di 20'ê Cotmeha 2000'î de li dijî pergala hucreyê ya bi tîpa F'yê li 20 girtîgehan greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest pê kir. Desthilata wê demê ku guh li van çalakiyan û berteka civakê nekir, di 19'ê Kanûna 2002'yan de di bin navê "Vegera Li Jiyanê" êriş bir ser girtîgehan. Di van êrişên bi çekên giran de 30 girtî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtî jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiyê girtî birin girtîgehên tîpa F'yê yên li Sîncan, Kiriklar, Kandiraû Sîlîvriyê. Paşê li gelek deverên Tirkiyeyê girtîgehên tîpa F'yê hatin avakirin.
BERXWEDANA LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFAN
Bi girtîgehên tîpa F'yê re girtî di hucreyên 3 kesî de hatin girtin û bi vî awayî hat xwestin wan pêwendiya di navbera wan de û rêxistinbûyîna wan ji holê bê rakirin. Pişt vê zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûn û bi rêzikname û qanûnên tim tên guherandin şert û mercên girtiyan girantir bûn. Li dijî van şert û mercên giran û binpêkirinên mafan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da.
GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ
Piştî girtîgehên tîpa F'yê, vê carê jî girtîgehên bi tîpa S'yê bûn rojev. AKP'ê di sala 2021'ê de li Antalya, Manavgat, Îdir, Bodrûm û Samsûnê 5 girtîgeh çêkirin. Kapasîteya girtîgehên tîpa S'yê, li gor ên F'yê hat zêdekirin û ji xeynî qawîşên 3 kesî, gelek hucreyên yekkesî hatin avakirin. Bi vê tecrîd li girtiyan tê ferzkirin. Girtîgehên tîpa S'yê bi piranî li deverên dûr ên bajaran tên çêkirin. Bi vî awayî îzolasyona li hemberî girtiyan bêtir tê kûrkirin.
GIRTÎGEHÊN TÎPA F'YÊ
Di sala 2022'yan de jî girtîgehên bi tîpa Y'yê bûn rojev. Sê girtîgehên bi tîpa Y'yê hatin avakirin: Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa Y'yê, Girtîgeha Eregliyê ya Hejmara 1 a Tîpa Y'yê û Girtîgeha Eregliyê ya Hejmara 2'yan a Tîpa Y'yê. Ev girtîgeh 3 qatî ne. Bi awayekî ku li her qatî girtiyek bimîne û girtî hev nebînin hatine sêwirandin. Bertekên li hemberî van girtîgehên ku dê girtiyên cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn lê bimînin, didomin.
DI HER GIRTÎGEHÊ DE MAYE
Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hacat Yilmaz têkildarî girtîgehan û tecrîdê axivî. Yilmaz ku ewilî piştî derbeya 12'ê Îlona 1980'yî hatiye girtin, ji wê çaxê heya niha hema bibêje di hemû tîpên girtîgehan de maye. Yilmaz di navbera 1982-1987'an de di Girtîgeha Leşkerî ya Metrîsê û Girtîgeha Çanakkaleyê ya Tîpa E'yê de maye û di navbera 1993-1995'an de di girtîgehên vekirî yên Ûrla û Bûcayê de maye. Yilmaz, di 1999-2000'î de di Girtîgeha Bergama ya Tîpa M'yê, di 2016-2019'an de di Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F'yê û Girtîgeha Şakranê ya Tîpa T'yê de maye.
'TECRÎD LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR'
Yilmaz ragihand ku piştî komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi demekê, dewlet dest bi girtîgehên bi tîpa F'yê kiriye û got: "A rast ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin polîtîkaya wê ya girtîgehan li ser esasê îşkence, îzolasyon û bêîtibarkirinê ye. Ev polîtîka di 12'Ê Îlonê û di salên 1990'î de dijwartir bû. Ji bo derbasî girtîgehên tîpa F'yê bibin komkujî rû dan. Niha jî bi komployê re tecrîda li ser birêz Ocalan li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn."
SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ
Yilmaz destnîşan kir ku di girtîgehên tîpa F'yê de armanc girtî ji jiyanê bên îzolekirin û dewletê qîma xwe bi vê jî neaniye û dest bi çêkirina girtîgehên tîpa S û Y'yê kiriye. Yilmaz bilêv kir ku li van girtîgehan girtî mehkûmî mirinê tên kirin û wiha axivî: "A rast dewlet bi van girtîgehên nû polîtîkaya 'ez dikarim çi qasî îşkenceyê bikim', 'çawa wan bêîtibar bikim' û 'wan çawa bikujim' pêk tîne. Li girtîgehên tîpa S û Y'yê şensekî te yê ku tu pêwendiyê bi kesî re deynî tune ye. Armanca van girtîgehan, girtiyan bi temamî bi tenê bihêlin û bikin ku girtî nikaribin bifikirin. Mirov, heyîneke ciakî ye û pêdiviya wî bi axaftinê heye. Îzolasyoneke wiha tê çêkirin ku mirovên dîlgirtî peyvan jibîr bikin. A rast ev bi her awayî sûcê li hemberî mirovahiyê ye."
HER DER ÎMRALÎ YE
Yilmaz destnîşan kir ku dewlet dixwaze tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li girtîgehên tîpa S û Y'yê jî pêk bîne û wiha got: "Yanî ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke tîpa S'yê, Îmraliyek e. Îmralî, tecrîd û îzolasyon e. Girtîgehên tîpa S'yê jî mînaka herî dawî ya vê tecrîd û îzolasyonê ne. Bi tîpên S'yêdixwazin Îmraliyê nû ava bikin. Rabûna li ber van girtîgehan peywira her kesî ye."
MA / Tolga Guney
Sibê: Ji çalakiya ewilî heta çalakiya dawî her tim heman biryardarî